• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

Navenda Nûçeyan / AW

1 TÎRMEH 2026 - 16:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, “Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2yê Tîrmehê careke din rû bide.”

Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê bi vî rengî ye: “2yê Tîrmeha 1993yan de li Sêwasê, li dijî Elewiyên ku ji bo tevlîbûna li Şahiyên Pîr Sûltan Abdal çûbûn bajêr, êrişeke komkujiyê hate kirin. Di vê êrişê de Otela Madimakê hate şewitandin û piraniya wan Elewî 33 nivîskar, ozan, ramanger hatin qetilkirin. Em canên ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi hezkirin û hurmeteke mezin bi bîr tînin û dibêjin, bila axa xwe zêde be, dewra wan daîm be.

Sala 1993yan yek ji salên herî tarî yên dîroka Tirkiyeyê ye. 1993 di heman demê de saleke welê bû ku Tirkiye di nava wê lêgerînê de bû ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike. Elewiyan jî piştî salên 1990î ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê di nava hiqûqê de bi rêbazên demokratîk çareser bikin rêxistiniya xwe xurt kiribûn û bi bandoreke zêde cihê xwe li nava platformên têkoşînê girtibûn. Şahiyên Pîr Sûltan Abdal jî di nav de gelek çalakî weke çalakiyên nîşandana hêza demokratîk a rêxistinbûyî ya Elewiyan dihatin lidarxistin. Lewma hêzên ku têkoşîna demokratîk a Elewiyan, hebûna Elewiyan li hemberî xwe weke xetere didîtin, ji xwe re kirin armanc ku Elewiyan bi rêya vê komkujiyê bitepisînin. Dijberên demokrasiyê û kesên ku ji kirina sûcê li dijî mirovahiyê xwe nedidan alî, xwestin bi vê rêyê Elewiyan ji têkoşînê bêpar bihêlin. Ji ber vê jî komkujeran rêberên olî yên Elewiyan û nûnerên ku baweriya Elewiyan digihandin siberojê qetil kirin.

Hedefkirin û êrişa li ser kesayet û saziyên ku gel û hişê baweriyekê temsîl dike, cûreyê herî xetere yê êrişkarî û komkujiyê ye. Ji ber vê jî êrişa yekser a li hemberî hunermend, helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Elewî sûcekî mezin ê plankirî ye. Bi vê komkujiyê hate xwestin ku Elewîtiyê ji hiş û kevneşopiya qedîm, Elewiyan jî ji têkoşîna siyasî û civakî ya Tirkiyeyê dûr bixînin. 2yê Tîrmehê di nava komkujiyên ku bi serê Elewiyan hatiye yek ji êrişên herî xetere ye. Jİ vî alî ve komkujiya Sêwasê dişibe komkujiya Dersimê ya 1938an. Li Dersimê jî bi qetilkirina pîr, murşît û ocaxên Elewî yên Rêya Heq ên Kurd êriş yekser li hişê baweriya Elewiyan hate kirin. Bi komkujiya Elewiyan re jî xwestin Elewiyan bê saz, bê gotin û bê kelam bihêlin.

Li gel dema dirêj a di ser komkujiya 1993yan re derbas bûye, gaveke hêja ya ku malbatên şehîdan, Elewiyan û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê razî bike, nehatiye avêtin. Di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 27ê Sibata 2025an de destpê kir, di rojevê de ye. Ev pêvajo ew pêvajo ye ku bi qasî çareseriya pirsgirêka Kurd wê çareseriya pirsgirêkên Elewiyan û tevahiya Tirkiyeyê jî bi xwe re bîne. Bîranîna îsal a 2yê Tîrmehê di demeke bi vî rengî de pêk tê. Ev pêvajo divê bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê serxistin. Elewî jî weke hêza herî dînamîk, pêkhateya herî bi bandor a demokrasiyê divê karibin cihê xwe di nava vê pêvajoyê de bigirin. Ev helwest û têkoşîn di heman demê de wê bibe bersiva herî bi wate ya ji bo şehîdên komkujiya 2yê Tîrmehê. Lewma di salvegereke nû de ku şehîdên 2yê Tîrmehê têne bîranîn, xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2ê Tîrmehê careke din rû bide. Ji bo paşerojeke azad pêwîst e Elewî bi hêzên demokrasiyê re li eniya hevpar têkoşîna xwe mezin bikin. Demokratîkkirina Tirkiyeyê, gihîştina sîstemê li komara demokratîk wê herî zêde xizmetê ji baweriya Elewî re bike ku karibe hebûna xwe biparêze û bi pêş ve bibe. Em bi vê têgihiştin, bawerî û hestê şehîdên komkujiya Sêwasê ya 2yê Tîrmehê careke din bi bîr tînin û bang li canên Elewî hemûyan dikin ku têkoşîna demokatîkbûna Tirkiyeyê mezin bikin. Em dixwazin bibêjin ku hêjabûna li şehîdên demokrasî û azadiyê, xwedîderketina li bîranînên wan û daîmîkirina mîrateyên wan tenê bi têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê dibe. Bi vê wesîleyê em hemû canên ku şehîd bûne ku nûnerên nirxên mirovahiyê bûn careke din bi bîr tînin, dibêjin bila dewra wan daîmî be, bîranînên wan bi agahî û baweriyê mayinde bibe.”

Etîket: bîranîKomîteya Gel û Baweriyan a KCKêkomkujiya Spwesêqurbanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

Li Wanê qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn

20 TÎRMEH 2026
Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

Qurbaniyên êrîşên dibistanan hatin bibîranîn

17 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne