• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kaygusuz ê ji dest û lingê xwe astengdar hate tehliyekirin

Navenda Nûçeyan / AW

10 NÎSAN 2026 - 16:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaban Kaygusuz ku destek û lingekî wî tune ye û li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê dihat ragirtin, hate tehliyekirin.

Şaban Kaygusuz ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê dihat ragirtin û destek û lingekî wî tune ye, hate berdan. Ji bo taloqkirina înfaza cezayê Kaygusuz gelek caran serlêdan hatibû kirin û herî dawî sê hefte berê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin. ATKê di rapora xwe de diyar kir ku Kaygusuz nikare di girtîgehê de bimîne û xwest înfaza cezayê wî ji bo salekê were taloqkirin. Li ser vê yekê Dadgeriya Girtîgehê jî biryara tehliyeyê da.

Derbarê Şaban Kaygusuz de

Şaban Kaygusuz (26), di sala 2018an de li Şirnexê di pevçûnekê de destê xwe ye rastê û lingekî xwe winda kir. Piştre hate binçavkirin û girtin. Kaygusuz ku li Girtîgeha Sêrtê dihat ragirtin, piştre sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate kirin. 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê jî 31 sal cezayê hefsê lê birî. Kaygusuz herî dawî di 20ê Cotmeha 2021ê de sewqî Girtîgeha hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hate kirin.

Kaygusuz ku demekê li vir hate ragirtin, ji ber birînên di dest, li ling û cihên cuda yên laşê xwe, gelek caran sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hate kirin. Lijneya tenduristiyê ya nexweşxaneyê, di 3yê Îlona sala 2019an de der heqê Kaygusuz de raporek amade kir û got: “Di rewşa heyî de ragirtina wî ya di girtîgehê de ji bo tenduristiya wî xetere ye.”

Biryara ATKê

Piştî vê biryara nexweşxaneyê, parêzerên Kaygusuz rapora behsa xeberê ji dadgeha lê dihat darizandin re şand. Dadgehê jî di 28ê Mijdarê de rapor ji ATKê re şand. Li ser vê yekê ATKê di 11ê Kanûnê de Kaygusuz muayene kir. Lijneya Îhtîsasê ya 3yemîn a ATKê, du roj piştre rapor amade kir, îşaret bi hêmayan kir, got nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bijî û bi piraniya dengan qebûl kir ku pêwîstiya wî bi kesekî cuda heye.

Tevî raporê jî nehdihat berdan

Li ser vê geşedanê, parêzerên Kaygusuz ji bo berdanê serî li dadgehê dan. Dadgeha bi vê rojevê civiya û biryar da. Dadgehê, rapora ATKê berevajî kir û tehliyeya Kaygusuz asteng kir.

Etîket: Girtî Şaban Kaygûsûz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyê dest û lingekî wî nînin di hucreyê de tê ragirtin

Girtiyê dest û lingekî wî nînin di hucreyê de tê ragirtin

1 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne