• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kampanyaya OHDê: Ji zimanê Kurdî re statû

Amed / AW

27 TEBAX 2025 - 09:55
Kategorî: ÇAND Û HUNER, CIVAK, MANŞET
A A

Hevberdevka Komîsyona Ziman a Şaxa OHDê ya Amedê Gulbahar Ateş tekildarî kampanyaya “Ji bo Kurdî statû” diyar kir ku piştî kampanya bi dawî bibe, dê îmzayên bişînin meclisê û xwest zimanê Kurdî bibe xwedî statû.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê  (OHD) ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û xwedî statû dest bi kampanyayekî kir. OHD Ji bo zimanê Kurdî bibe xwedî statû îmzayan kom dike û paşê dê wan îmzayan radestî meclîsê bike. Têkildarî kampanyaya OHDê Hevberdevka Komîsyona Ziman a Şaxa OHDê ya Amedê Gulbahar Ateş ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê xwedî statû kampanya dan destpêkirin’

Gulbahar Ateşê diyar kir ku ji damezrandina Komara Tirkîyeyê ve heta îro bi tirsa ji hevqetandinê li ser zimanan polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin û wiha axivî: “Zimanê Kurdî jî rastî van polîtîkayên asîmîlasyonê hat ku li vî welatî zimanê duyem yê herî zêde ku tê axaftin e. Her çiqas di vê sedsala derbasbû de gelê Kurd bi israr daxwaza xwe ya azadîya Kurdî bi awayekî xurt anîbe ziman û li ber xwe dabe jî, dewletê dev ji van polîtîkayên xwe yên yekzimanî bernedaye. Me jî wek Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê,  ji bo çareserkirina vê neheqiya dîrokî, ji bo zimanê Kurdî statûya fermî were dayîn û mafê perwerdehiyê bi zimanê  zikmakî were misogerkirin, gavên qanûnî û destûrî bên avêtin di 15ê Tebaxê de dest bi kampanyaya xwe ya destnîşanê kir. Starta vê kampanyayê bi daxuyaniyekê hat diyarkirin.”

‘Piştî kampanyayê em ê ji meclîsê re serlandanekî bikin’

Gulbahar Ateşê destnîşan kir ku armanca vê kampanyayê di serî de ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe xwedî statu û mafê perwerdeya zikmakî ya bi Kurdî bê dayîn e û wiha bi lev kir: “Kampanyaya me di 1ê Cotmehê de yê bi dawî bibe. Piştî vê kampanyayê em ê bi destnîşanên ku hatiye berhevkirin ve serlêdanê li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bikin û em ê dawxaza armanca xwe bikin. Ji bo vê yekê xebatên me didomin. Me wek şax û nûnertîyên xwe jî metna kampanyayê wek afîşên dîjîtal amade kir û li dadgeh û baroyan re jî parve kiriye. Bi vê kamyanyayê yê dawxaza hiqûqnasan ji Meclîsê re were ragihandin ku  ji bo zimanê Kurdî statûya fermî were dayîn û mafê perwerdehiyê bi zimanê  zikmakî were misogerkirin, gavên qanûnî û destûrî bên avêtin. Ev jî yê qedexeyên li ser ziman bide rakirin.”

‘Divê hişmendiya devletê bê guherandin’

Gulbahar Ateşê anî ziman ku wekî tê zanîn di demeke nêz de di Meclîse de bi navê Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî komîsyonek hat avakirin û wiha pê de çû: “Ev komîsyon jî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat avakirin. Lê belê 20–22ê Tebaxê, di dema civînan de, Dayikên Aştiyê (Nezahat Teke û hevalên wê) dixwestin bi Kurdî biaxivin,  bi gotina “bi Tirkî berdewam bikin”  gotinên wan  hat qutkirin û pêşniyarên wan ên ku ji bo wergerê jî nehat qebûlkirin. Ev bûyer bi vî awayî derbasî girtekan jî bû û li ser medyaya civakî jî bû sedema rexne û şermezarkirinê. Ev helwest hişmendiya dewletê ya sed salan diyar dike. Hişmendiyeke bi helwesta “ yek ziman, yek netewe û yek ol” hatiye avakirin e.  Em jî vê nêzikbûnê wek bêtehemulî û tunehesibandina zimanê Kurdî dibînin û şermezar dikin. Hewce ye mirov li ser astengiyên pêşiya zimanê Kurdî biaxive. Ji bilî astengiyên normatif û sembolik astengiyeke din jî heye. Ew jî hişmendiya dewletê ya sed salan e. Eger ji bo pêvajoyê tiştek bê kirin divê ewilî ev hişmendî biguhere. “

‘Divê astengiyên li ser zimanê kurdî rabe’

Gulbahar Ateşê bibîrxist ku ji bo ev astengî ji holê rabin divê dewlet hîn gavên girîng bavêje û axaftina xwe wiha dawî kir: “Ez dixwazim li ser vê mijarê çend mînakan bidim.

  1. Divê di meclis û komîsyonan de pergala wergerê fermî be û di hemû girtekên meclîsê de zimanê Kurdî jî cih bigire.
  2. Divê ew hişmendiya ku zimanê kurdî wek ‘zimanê nayê zanîn’ bi dawî bibe.
  3. Di hemû dadgeh û sazîyên dewletê yên kargeriyî de divê zimanê Kurdî bê nasîn û bibe zimanê fermî.
  4. Divê di makezagonê de xalên ku li ber zimanê Kurdî astengiyê çêdikin wek xala 3yemîn û 42yemîn ji holê  bên rakirin.

Bi kurtasî ger navê komîsyona ku hatiye avakirin hevkarî û xwîşkûbiratî be divê berîya her tiştî “wekhevîya zimên” bê qebûl kirin. Û wekî ku me di serî de got divê ew hişmendiya yekparêz ji holê rabe.  Divê Astengiyên qanûnî û her wekî din ji pêşiya zimanê kurdî bên rakirin. Zimanê Kurdî bibe xwedîstatu û bibe zimanê fermî.”

Etîket: ohd kampanya zimanê kurdî fermî meclis îmze
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne