• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Êlihê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir

Êlih / AW

8 ADAR 2025 - 17:12
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li Êlihê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran kesan şahî hat lidarxistin. Di axaftinên hatine kirin de doza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Li Êlihê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran, li Parka Jinan a 8ê Adarê hate pîrozkirin. Di saetên siharê yên zû de, jin bi alên TJAyê, tilîlî û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hatin qadê. Li qadê pankarta “Li hemberê qirqirina jinê em ê serî rakin em ê azadiyê ava bikin” û dovîzên “Berxwedan dewam e, ji azadiyê re silav”, “Ji xwediyê hêza teorîk û pratîkê re silav”, “Rojava berhemê fikir û îradeya azad e” û “Jin Jiyan Azadî” hatin hildan.

Li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û got ku jin pêşengiyê ji pêvajoya aştiyê re dikin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu wiha got: “Divê desthilatdarî bi samîmî nêzî banga ji bo civaka demokratîk û azadîxwaz hatî kirin, bibe. Jin wê ji bo avakirina vê aştiyê, têbikoşin.”

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag jî got: “Desthilatdarî divê gaveke samîmî bavêje û birêz Ocalan berde. Silav ji bo jinên ku berxwedana 8ê Adarê li cîhanê mezin kirine.”

Aktivîsta TJAyê Salîha Ayata diyar kir ku jinên kurd ên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, tarîtî veguherandine ronahiyê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî wiha axivî: “Têkoşîna azadiya jinê têkoşîneke qedîm e. Avakirina çêkereke wekhev, azad û demokratîk bi pêşengiya jinan dibe. Sîstema desthilatdariya mêr bi êrîşkirina ked û nasnameya jinê, hewl dide xwe ava bike. Şoreş bi pêşengiya jinan li Rojava pêk hat.”

Di mîtîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 8ê Adarê şandibû jî hate xwendin. Aktîvîsta TJAyê Fatma Ablay Kurdiya peyamê, aktivîsta TJAyê Rûken Zeryam Işik Yildiz jî Tirkiya wê xwend.

Peyam bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” hate pêşwazîkirin û bi deqeyan çepik jê re hatin lêxistin.

Mitîng li ber stranên hunermend Xecê bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne