• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jin pêşengtiya yekîtiyê dikin

Veysel Avci /AW

21 NÎSAN 2025 - 08:05
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinên kurd di 7ê Nîsanê de bi tevlêbûna 24 saziyan Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin. Jin bi platforma yekîtiyê armanc dikin ku yekîtiya neteweya kurd ava bikin.
Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Hafîze Îpek, destnîşan kir ku jina kurd berê nikaribû xwe bi rêxistin bikira, lê niha hêza herî mezin hêza jinên kurd e û bi têkoşîna xwe li cîhanê dibe mînak.

Di 7ê Nîsanê de li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna nûnerên 24 rêxistin û saziyên jin ên ji çar parçeyên Kurdistanê, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin. Nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê di bin banê‚ Civîna Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd‘ de hatin cem hev û ji bo têkoşîna hevpar û azadiyê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin.

Platformê di encamnameyê de destnîşan kirin ku ji bo wan jinên Kurd yekîtiya netewî tê wateya azadî û rûmetê û gotin: “Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye. Jinên Kurd sed salin di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Kolonyalîzm pirsgirêka jinê ye û ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Yekane rêya ji holê rakirina sedemên şîdet û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekîtî û çalakiya hevpar a di nava yekîtiya neteweyî de ye. Di vê wateyê de yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd têkoşîna azadiyê ye.”

Jinan bibîr xistin ku weke nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar aliyên Kurdistanê, di bin navê ‘Civîna Yekîtiya Neteweyî Ya Jinên Kurd‘ de ji bo pêşxistin û avakirina yekîtiya neteweyî de di 7’ê Nîsana 2025an de kom bûn û ji bo hemû aliyên civakî, aborî, siyasî, çandî, perwerdeyî, hiqûqî, şaredarî, parlementerî û sendîkayên çandî de yekîtiya neteweyî pêş bixin biryar girtin. Jinên Kurd di encama niqaşan de biryara “Platforma Yekîtiya Jinên Kurd” dan û xebata rêxistinkirinê dan pêşiya xwe. Jinan bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî kirin û xwestin ji bo pêşxistina demokrasiyê yekitiya netewî ya Kurd ava bikin.

Jinên kurd dê bibin mînaka cîhanê

Endama Meclisa Navendî ya DBPê Hafîze Êpek ku di Platforma Yekîtiya Jinên Kurd de xebatê dike têkildarî armanca avakirina Platforma Yekîtiya Jinên Kurd nirxandin kir.
Endama Platformê Hafîza Îpek anî ziman ku avakirina Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî pêwî bû û wiha got: “Berê gelek caran xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd pêk hatin. Lê her carê astengiyên cuda derketin û heta niha Kurdan yekîtiya xwe ya neteweyî ava nekirine. Kurd neteweyeke bi kok e. Divê êdî demek berî demekê yekîtiya neteweyî bê avakirin û divê em xebatê xurt bikin. Niha jin pêşengiya vê yekê dikin. Ji ber ku ji bo jinan yekîtî gelek girîn e.”

Dê li her qadê bi jinan re civînan çêkin

Li ser bandora Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a li ser Kurdan jî Hafîze Îpek ev nirxandin kir: “Pirsgirêkên gelê Kurd pir zêde ne. Di aliyê aborî, siyasî, civakî, çandî û di her alî de eger yekîtî çênebe, pirsgirêk çareser nabin. Ji bo çareseriyê yekîtî geyem ginîh e. Platform hîn temam nebûye. Platform dê li bakur, başûr, rojhilat rojava, Şengal û Kurdên li çar aliyê cîhanê bi jinên kurd re civînan çêke. Piştî civînên xwe qedandin wê platform temam bibe. Avakirina platformê gavek mezin û wêrek e.”
Li ser xebatên platformê jî Hafîze Îpek anî ziman ku dê rojek berî rojekê civîna xwe pêk bînin û li ser pirsgirêkên jinên Kurd niqaşan bikin û got: “Dê ji bo çareseriya pirsgirêkan niqaşan bikin. Jina kurd heta niha bi têkoşîna xwe gelek nirx ava kirine. heta 10 sal berê nikaribûn xwe bi rêxistin bikira. Lê îro hêza herî mezin jina kurd e. Jina kurd ji bo xwe û civakê bi rêxistin bike û pêşengiya yekîtiyê bike bar daye ser milê xwe. Jina kurd bi ser ketiye û dê bi ser bikeve. Dê bandorek mezin li ser gelê kurd û gelên cîhanê bike. Ez bawer dikim ku dê ji bo gelên din bibe mînak.”

Rêxistinên ku di nava Platformê de cih digirin:

Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK), Yekîtiya Jinên Kurdistan, Rêxrawî Xuşkanî Îslamî Kurdistan, Kongra Star, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD), Komisyona Jin a (KNK), Tevgera Goran, Partîya Demokrasî û Wekhevîya Gelan (DEM), Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxirawî Jinanî Zexmetkêşanî Kurdistan, Hizbi Şûî, Hizbi Sosyalist, PDS , Lîderên Aşitiyê, Tevgera Jinên Êzdî (TAJÊ), Bûroya El Wahdé, Komeley Afratanî Kurdistan, Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa (TJK-E), Rêxirewî Peywendîyên Jinên Kurd (REPAK), Şepêla Pêşeroja Kurdistan, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Suriyê, Partîya mirov û Azadîyê (PİA), Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistan (KJAR).

Etîket: Hafîze ÎpekPlatforma Yekîtiya Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

13 HEZÎRAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne