• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji kampusan ber bi jiyana azad ve: KODER vebû

Amed / AW

17 GULAN 2026 - 19:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li navçeya Sûrê ya Amedê, Komeleya Xwendekaran a Komûna Dîcleyê (KODER) bi daxuyaniyekê vekirin. Xwendekaran di vekirinê de ragihandin ku ew ê li her derê rêxistinbûna xwe mezin bikin û bi hêza ciwanan civakeke demokratîk û komûnal ava bikin.

​Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê saziyeke nû bi navê KODERê li navçeya Sûrê ya Amedê vekir. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Jiyana sosyalîstî nêzîkbûna li cewherê jinê ye” hat hildan. Ji bilî hejmareke zêde ya ciwanan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî jî beşdarî bernameyê bûn. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

​Piştî rêzgirtinê, daxuyaniya çapemeniyê bi du zimanan hat xwendin. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Aydin Dînler ve û ya Tirkî jî ji aliyê Elif Turan ve hat xwendin.

​‘Tevgera me ya ciwanan wekî tevgereke rewşenbîr ji dayik bû’ 

​Aydin Dînler di axaftina xwe de bal kişand ser rola xwendekarên zanîngehê û diyar kir ku ciwan hêzeke pêşeng in ku civakê diguherînin, li pey heqîqetê diçin û cesaretê nîşan didin ku jiyanê ji nû ve ava bikin. Aydin Dînler got: “Tevgera me ya ciwanan wekî tevgereke rewşenbîr ji dayik bû. Koma pêşîn di bin şert û mercên herî giran de li zanîngehan ava bû û li hemberî her cûre êrîşên pergalê xwe rêxistin kir. Em jî îro bi îdiaya ku vê mîrasa têkoşînê bigihînin serkeftinê derketin rê.”

​‘Em ê têkoşînê bînin her derê’ 

Aydin ​Dînler destnîşan kir ku ew azadiya jinê wekî bingeha azadiya civakê dibînin û wiha pê de çû: “Li hemberî pergala kujer, em ê bi formula ‘Jin, jiyan azadî, efsûnî’ têkoşîna xwe ji kampusan bînin nav hemû qadên jiyanê. Di heman demê de, li dijî pergala kapîtalîst a ku xwezayê talan dike, em jiyana ekolojîk diparêzin.”

‘​Rêxistinbûn şerta bingehîn a hebûnê ye’

Aydin ​Dînler di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya jiyana komûnal û rêxistinbûnê û wiha domand: “Mirov tenê di nav jiyana komûnal de dikare bigihêje heqîqeta xwe. Pergal dixwaze ciwanan bêrêxistin bihêle, zanîngehan bike cihê îtaatê û ciwanan bi polîtîkayên şerê taybet bênasname bike. Lê belê, rêxistinbûn şerta bingehîn a hebûnê ye. Em ê bi perspektîfa ‘Rêxistin bibin û rêxistin bikin’ li her derê mezin bibin û civaka demokratîk-komûnal ava bikin.”

​Bernameya vekirinê piştî daxuyaniyê bi stranên Koma KODER û Koma Aryenê û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: AmedKODERKomelevekirxwendekar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
‘Heya civak neguhere tundiya ku zarok pêk tînin xelas nabe’

‘Heya civak neguhere tundiya ku zarok pêk tînin xelas nabe’

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne