• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji ber stranên Kurdî 5 salan girtî ma: Zext û qedexe hunerê didin afirandin

Bazîd Evren - Omer Demîr / AW

23 SIBAT 2026 - 09:10
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Hozan Bengî di sala 2020an de ji ber stranên Kurdî gotiye hat girtin û piştî 5 salan 4 meh beriya niha hate berdan. Hozan Bengî dixwaze careke din bi hezkiriyên muzîka Kurdî re were ba hev diyar kir ku zext û zordarî mirovan hişyar dike û hunerê dide afirandin.

 

Zext û zoriya dewletê ya li ser nirxên neteweyî yên Kurdan xetereyeke mezin bi xwe re tîne. Tê zanîn ku heta niha gelek polîtîkayên zextkirinê encamên dijwar bi xwe re anîne û ji hunermendan heta nivîskar û rewşenbîrên Kurd axa xwe terk dikin û diçin welatên biyanî. Hejmarek ji van kesan jî tevî hemû zext û zoriyan jî li ber xwe didin û têkoşîna xwe ya çandî li welat didomînin. Yek ji van jî Hozan Bengî (Ersin Akbaba) ye ku ji ber stran gotiye û tev li bernameyan bûye di sala 2020an de hatiye girtin û 5 salan di girtîgehê de maye.

Di salên 2005-20066an de dikeve nava muzîka Kurdî

Hozan Bengî ji gundê Încesû yê girêdayî navçeya Tekmanê ya Erziromê ye û ji sala 2003an ve li Stenbolê dijî. Wî di salên 2005-2006an de biryar daye ku bikeve nava karê muzîkê û dest bi gotina stranên Kurdî kiriye. Hest û dewlemendiya çanda Kurdî di pêvajoya biryardayînê de bandoreke mezin li ser Hozan Bengî kiriye û berê xwe daye çanda Kurdî. Şert û mercên jiyanê astengî li pêşiya wî detxistine û çend salan ji muzîkê dûr ketiye. Piştre di sala 2011an de careke din dest bi muzîkê dike û heta niha jî aktîf û profesyonel di nava vî karî de ye.

Ji ber stranên Kurdî tê girtin

Hozan Bengî ewilî bi komekê re diçû dawet û şahiyan, lê nêzikatiya gel ya ji bo ziman û çanda Kurdî bandor li ser kiriye ku karê muzîkê hinekî din profesyonelî bimeşîne. Bi vê motîvasyonê di mitîng û Newrozan de cih digire û muzîka xwe li pêş hezaran dike. Huner û tevgera wî ya polîtîk ji bo pergalê bû astengiyek û pergalê berê xwe dan wî ku pêşiya wî bigire. Ji ber gotina stranên Kurdî û derketina bernameyan ceza ji Hozan Bengî re tê û 5 salan di girtîgehê de dimîne. Hozan Bengî yê ku ev 4 meh in gihiştiye azadiya xwe, dixwaze ji aliyê naverok û melodiyan ve bi stranên serkeftî careke din bigihîje civakê.

‘Şert û mercên dijwar mirovan polîtîk dike’

Hozan Bengî diyar kir ku reva ji ber zilmê û derketina derveyî sînoran neçareserî ye. Hozan Bengî anî ziman ku pergala serdest e her tim astengî ji bo huner û hunermendên Kurd derxistiye û got: “Ji bo min derketina ji derve neçareserî ye, ez dixwazim li ser axa xwe, bi hestên xwe yên hunerî di nava civaka xwe de têbikoşim. Karê min huner e, di pêvajoya zîndanê de min ji gelek çavkaniyan lêkolîn li ser çand, ziman, dîrok û hunera Kurdî kir û min karê xwe yê hunerê jî berdewam kiriye. Min di zindanê de gelek stran amade kirine û ez dixwazim wan stranên xwe pêşkêş bikim û bi van stranan bêm nasîn. Di nava şert û mercên dijwar de mirov bêtir dibin kesayetên polîtîk. Mirov di zindanê de xwe nas dike, pergalê nas dike, lewma êz dê ji niha û pê de bêtir bala xwe bidim li ser çand, huner û zimanê Kurdî.”

‘Nirxa ku mirov dide dayikê divê bi ziman bê pîvandin’

Hozan Bengî destnîşan kir ku divê hunermend beriya her tiştî nirx bide zimanê dayikê û divê di hemû qadan de bi zimanê xwe biaxive û biafirîne. Hozan Bengî da zanîn ku êdî ji bo Kurdan stranên nû hewce ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me ewqas ji çavkaniyan xwar ku êdî ziha bûne. Lewma êdî ji bo çanda Kurdî divê stranên nû yên resen ku bi motîfên zimanê Kurdî tên xemilandin, bên afirandin. Hewcehiya civakê jî, ya hunera Kurdî jî bi vê yekê heye. Ziman ewqas bi qîmet e û nirxa kû mirov dide dayikê, divê bi ziman bê pîvandin.”

Etîket: Hozan BengîhunerpolîtîkqedexeTêkoşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Nebî Yavûz ê ji girtîgehê bi nexweşî derketiye, jiyana xwe ji dest da

Nebî Yavûz ê ji girtîgehê bi nexweşî derketiye, jiyana xwe ji dest da

11 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be: Em ê ji niha û pê ve li dijî hişbirê her tim li qadan bin

Platforma Şiyar Be: Em ê ji niha û pê ve li dijî hişbirê her tim li qadan bin

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne