• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Anatoliya Navîn heta Bekayê huner û têkoşîna Hozan Zinar

Navenda Nûçeyan / AW

31 GULAN 2026 - 08:52
Kategorî: MANŞET
A A
Yek ji pêşengên hunerê şoreşger a Tevgera Azadiya Kurdistanê û damezrênerê Koma Berxwedanê Hozan Zinar, di salvegera koça xwe ya dawî de bi stran û mîrateya xwe ya têkoşînê tê bîranîn. Çîroka Hozan Zinar a ji bajarê Aksarayê yê Anatoliya Navîn dest pê kir, bi stranên wekî Mendo Tiyê, De Bimeş, Mûnzûr Çayê û Bîz Apoya Soz Vermîşîz/Me Soz Daye Apo dest pê kir, di demek kin de li çar hêlên Kurdistanê deng veda.

Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê li qad û zindanan, bi heman rengî di nava stran û çandê de jî şopeke kûr afirand. Yek ji dengên herî xurt ê vê têkoşînê Hozan Zinar e, ku jiyana xwe diyarî ziman û azadiya gelê xwe kir. Stranên wî yên wekî “Şirîna Kurdistanê”, “De Bimeş Bimeş”, “Çemê Mûşê”, “Mendo Tiyê”, “Mûnzûr Çayi” û “Bîz Apoya söz vermişiz/Me Soz Daye Apo” di bîra hevpar a gelê Kurd de cih girtin.

Stana yekemîn li ser Salih Kandal got

Hozan Zinar di sala 1954an de li gundê Sagirkaraca yê herêma Ekecîk a Aksarayê di nava Kurdên Anatoliya Navîn de ji dayik bû. Di 16 saliya xwe de têkoşîna azadiyê nas kir. Di sala 1972an de bi malbata xwe re koçî Amsterdam a Hollandayê kir û li kargeha Fordê dest bi karkertiyê kir. Zinar ku destpêkê bi navê “Hozan Harabî” derdiket ser dikê, di serê salên 1980yî de ji ber sekna xwe ya li ser nasnameya Kurdî, rêya xwe ji rêxistinên çepgir ên Tirk cuda kir. Di sala 1981ê de ji bo Salih Kandal ku li Sêwregê şehîd bûbû, strana “Lo Saliho” çêkir kir û bi vê yekê xeta xwe ya hunera şoreşgerî diyar kir.

Di avakirina Huner-Kom û Koma Berxwedan de cir girt

Di sala 1982yan de di avakirina Navenda Çanda Kurd a Amsterdamê û di 1983yan de jî di damezrandina Huner-Komê de pêşengtî kir. Ew bû yek ji stûnên sereke yên Koma Berxwedan. Stranên wî bûn sirûdên berxwedanê û ji qasetan derketin, li kolan, şîn, dawet û qadên têkoşînê deng vedan.

Perwerdeya li Bekayê

Hozan Zinar di sala 1989an de berê xwe da Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Geliyê Bekaayê ya Libnanê. Li vir li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dît. Her çend wî gelek xwest biçe çiyayên Kurdistanê jî, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê mecbûr ma vegere Ewropayê û têkoşîna xwe ya çandî û polîtîk li wir domand.

Heta nefesa dawî li qadan bû

Tevî ku di sala 2004an de bi penceşêrê ket û hevjîna wî jiyana xwe ji dest da jî, qet dest ji xebatê û têkoşînê berneda. Çalakiya wî ya dawî, meşa şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibata 2010an a li Strasbourgê bû.

Piştî wefata bavê wî, xwîn çû ser mejiyê wî û di 29ê Gulana 2011an de li Amsterdamê koça dawî kir. Cenazeyê Hozan Zinar li Ekecîkê, li kêleka şagirtê wî gerîlayê PKK’ê Zinar Andok (Îbrahîm Kiliç) hate veşartin. Lê deng û mîrateya wî îro jî li ser zimanê gelê Kurd zindî ye.

Etîket: De BimeşHêzil ÇayêMendo Tiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne