Şewata ku li Baxçeyên Hewselê yên mîrata UNESCOyê derketibû û bi bandora bayê mezin dibû, bi destwerdana tîmên Îtfayeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kontrolkirin û pêşiya karesateke mezin hat girtin.
Tîmên Îtfayeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hemû derfetên xwe berê xwe dan herêma şewatê. Tîmên ku gihîştin Baxçeyên Hewselê yên dîrokî, ji gelek xalan ve dest bi vemirandina agir kirin.
Pêşiya gefa mezin hat girtin
Agirê ku ji ber bayê gur her ku diçe berfireh dibû û ekosîstema herêmê û jiyana zindiyan dixiste xetereyeke mezin, ji aliyê tîmên îtfayeyê hat dorpêçkirin. Di encama vê destwerdanê de pêşiya belavbûna agir ber bi baxçeyan ve hat girtin û rûberekî hîn mezintir ji karesatê hat rizgarkirin. Piştî ku agir hat kontrolkirin, li texma şewatê ji aliyê tîman ve xebatên sarbûnê hatin destpêkirin da ku agir ji nû ve geş nebe.













