Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran ragihand ku Îran bi droneyan êrîşî ser baregehên hêzên wan ên li Dola Balîsan kir. Lê heta niha ziyanên canî û madî nediyar in.
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê têkildarî êrîşek nû ya Îranê li ser baregehên wan, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de PDKÎyê diyar kir ku danê nîvro carek din Îranê bi droneyan êrîşî ser baregeha hêzên wan ên li Dola Balîsan a li sînorê navçeya Şeqlawa ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kir.
Her wiha destnîşan kir ku heta niha bi 143 drone û mûşekan êrîşî ser baregeh û navendên hêzên wan ên li Herêma Kurdistanê kirine.
Hêjayî gotinê ye ku bi destpêkirina êrîşên Amerîkayê ya li ser Îranê, di beramber de Îranê êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê da destpêkirin. Di êrîşên vê dawiyê de ziyanên canî û madî çêbûne.







