• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHDê li Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir

Şirnex  / AW

10 TÎRMEH 2026 - 19:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir. Di nobetê bang li dewletê hat kirin ku qanûna çarçoveyî derxîne û gavan bavêje.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê li ber Birca Belek a navçeya Cizîrê dest bi Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê kir. Parlementerên DEM Partiyê yên Şirnex Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek kes tev li nobetê bûn.

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Şirnexê Şivan Sakman di nobetê de axivî û got: “Vaye ji salekî pêtir pêvajoyek ya aştiya hatiye destpêkirin. Di vê salê de ji aliyê PKKê ve gelek gav hatin avêtin û êdî divê dewlet li gor pêvajoyê qanûnan derxîne û ev qanûn bikevin makezagonê.”

Parlementer Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku divê li her derê gel û sazî ji bo aştiyê tevbigerin û wiha got: “Divê ne tenê li Cizîrê li her derê gelê me û saziyên me derkevin qadan û aştiya birûmet bixwazin. Tevgera gelê Kurd ji bo aştiyê gelek tişt kirin û ji bo aştiyê gelek berdêl dan. Ji îro û pê ve jî tişta bikeve ser milê me em ê bikin. Ji bilî gavên hatine avêtin êdî perpirsyarî dikeve ser milê dewletê. Gelê me aştiyek birûmet dixwaze û divê gotina gel esas were girtin. Helbet Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ve dibe û ev gel jî piştgiriyê dide vê yekê. Divê dewlet nêrînên Birêz Ocalan esas bigire û gavên pêvajoyê pêşve bibe biavêje. Daxwaza gelê me ev yek e. Di rojên dawî de derbarê qanûna çarçoveyê de gelek tişt tên gotin û ev gotin fikarekî di hişê me de çêdike. Divê qanûna çarçoveyê derkeve û ji bo çareseriyê bibe bersiv.”

‘Em ji bo pêşeroja xwe li vir in’

Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Cizîrê Omer Farûk Yildirim jî da zanîn ku divê di aştiyê de tu kes winda neke û wiha axivî: “Îro li vir tenê ne nobetek tê girtin, îro em ji bo pêşeroja xwe li vir in. Erdnîgariya me gelek êş kişandin. Êdî divê li ser erdnîgariya me çîroka aştî û wekheviyê were nivîsandin. Di aştiyê de divê tu kes winda neke û divê ev pêvajo neyê dirêjkirin.”

‘Em dev ji têkoşîna edaletê û aştiyê bernadin’

Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Şirnexê Adnan Şenbayram ê ku beriya niha bi 3 hevalên xwe re ji peywirê hatibû dûrxistin da zanîn ku heya aştî bê vî welatî ew ê tekoşîna xwe berdewam bikin û wiha axivî: “Kesên ku zarokên xwe spartine vê axê û kesên ku 50 sal in berdêl didin aştiyê dizanin. Dibe îro em ji peywirê hatibin dûrxistin lê li hember berdêlên hatine dayîn ev ne tiştek e. Encam çi bibe bila bibe em dev ji tekoşîna xwe ya edaletê û aştiyê bernadin.”

Nobeta Aştiya Civakî û Xwişk-Biratiyê piştî axaftinên beşdaran bi dawî bû.

Etîket: aştîCizîrÎHDnobet
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026
Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

Cîhan Sîncar: Bi sedan Mehmet Sîncar hene

4 ÎLON 2026
‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

‘Em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in’

1 ÎLON 2026
Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

Hate xwestin ku girtiyê nexweş Saît Yildirim tavilê were berdan

29 TEBAX 2026
‘Heta dîtina windayan û darizandina berpirsan em ê têbikoşin’

‘Heta dîtina windayan û darizandina berpirsan em ê têbikoşin’

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne