• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHDa Amedê: Di salekê de 192 bûyer li dijî zarokan pêk hatin

Amed / AW

21 MIJDAR 2025 - 13:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ÎHDa Amedê rapora xwe ya binpêkirina mafên zarokên a Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Di raporê de hat hat diyarkirin ku di salekê de 192 bûyer li dijî mafên zarokan pêk hatine û neçarserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedema binpêkirina mafên zarokan.

Komîsyona Zarokan a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi minasebeta 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, rapora xwe ya binpêkirinên mafên zarokan ku di navbera salên 2024-2025an de li Bakurê Kurdistanê pêk hatine li avahiya xwe eşkere kir. Serokê Şaxa ÎHDê Ercan Yilmaz û rêveberên şaxê tev li daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê endama Komîsyona Zarokan a ÎHDa Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin. Pêşî Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî.

‘Di pêvajoya şer de herî zêde mafên zarokan hat binpêkirin’

Ercan Yilmaz diyar kir li cîhanê peymana ku ji aliyê dewletan ve herî zêde hatiye îmzekirin Peymana Mafên Zarokan e û wiha axivî: “Lê em dibînin ku li cîhanê mafên herî zêde tên binpêkirin mafên zarokan in. Li Tirkiyeyê jî ev 40 sal in şer heye, di pêvajoya şer de herî zêde mafên zarokan hatin binpêkirin. Yek ji wan Ugur Kaymaz bû. Cînayeta ku ewqas eşkere bû lê ev bûyer ji aliyê dewletê ve wekî ‘pevçûn’ hat eşkerekirin û ser bûyerê hat girtin. Li Tirkiyeyê îro aştî tê nîqaşkirin, em dibêjin ku divê desthilat lêborînê ji zarokan û malbatên zarokên bûne qurbanî bixwaze.”

‘Neçarserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedema binpêkirinan’

Paşê Berfîn Elçî raporê eşkere kir. Berfîn Elçî diyar kir ku di Peymana Netewên Yekbûyî de ji bo mafên zarokan tê gotin ku divê di navbera zarokan de tu cudahî çênebê û divê mafê zarokan werin parastin û got: “Dewletên ku Peymana Mafên Zarokan îmze kirine ji parastina mafên zarokan berpirsiyar in. Tirkiye jî di peymanê de xalên 17, 29 û 30yemîn bi cîh kiriye. Di wan xalan de bi taybetî ji aliyê çand, nasname û zimanê zikmakî ve mafên zarokan tên sînordarkirin. Li herêma Bakurê Kurdistanê di pêvajoya şer de mafên zarokan tên binpêkirin. Bandora vê binpêkirinê hê jî berdewam dike. Neçarserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedema binpêkirina mafên zarokan. Bi deh salan e ku zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî bên pêrwerdekirin. Ziman ji bo zarokan ne tenê tê wateya xweîfadekirinê, ziman tevlibûna jiyana civakî ye jî. Em dîsa dibêjin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane divê were çareserkirin.”

‘Hemû bûyer bi sedema polîtîkayên ewlehiyê ne’

Berfîn Elçî destnîşan kir ku di binpêkirinên mafan ên li bajarên herêmê de diqewimin rîskên cidî hene û ev tişt anî ziman: “Di serdema amadekirina vê raporê de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest da û 51 zarok jî birîndar bûne. Ev tevahî bûyer sedema polîtîkayên ewlehiyê ne. Di heman demê de 13 zarok bi awayên guman jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm zarokek teşebusî întîxarê hatiye kiriye. Zarok herî zêde bi tundiya di nav malbat û civakê de rû bi rû dimînin. Di nava salekê de herî kêm 4 zarok bi tundiya di nava malbatê de jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bûye. 20 zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mane, zarokek hatiye revandin. 65 zarok hatine binçavkirin, herî kêm 11 zarok hatine girtin. 5 zarok jî di binçav de tundî li wan hatiye kirin. Zarokek dema dixebitiî birîndar bûye, 5 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dan. Di navbera salên 2024 û 2025an de 192 bûyer pêk hatine. Ev hejmar yên ku ji aliyê me ve hatine tespîtkirin. Ji bo wê em dizanin rewş hê jî girantir e.”

Berfîn Elçî li ser navê Komîsyona Zarokan daxwazên xwe wiha rêz kir:

* Mirinên biguman divê ji nû ve werin lêpirsîn.
* Li dijî tundiya li ser zarokan divê biryarên parastinê werin pêşxistin.
* Zarokên ku hatine binçavkirin divê lêpirsîna wan bi rêya parêzvananên mafên zarokan were meşandin.
* Divê tundiya ku di binçav de pêk tên baş werin lêkolînkirin û ji nû ve lêpirsîn werin destpêkirin.
* Divê pêşî li xebitandina zarokan were girtin û makenîzmayên aborî û civakî werin lipêşxistin.
* Divê hemû polîtîkayên ji bo zarokan bi berjewendiya zarokan pêk werin.

Etîket: 20ê Mijdarê Roja Mafên ZarokanÎHDa AmedêKomîsyona Zarokan a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa AmedêSerokê ÎHDê Ercan Yilmaz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026
Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

4 NÎSAN 2026
ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

14 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne