Li bajarokê Sîdekanê yê Îdareya Soran a Başûrê Kurdistanê, şivanek ji aliyê Muxafizên Şoreşê yên Îranê ve hat qetilkirin. Pezê şivan ê ji 850 mihî û cenazeyê wî ji aliyê Muxafizên Şoreşê ve hate desteserkirin.
Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Başûrê Kurdistanê Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku şivanê bi navê Rêbaz Silêman Herkî li devera Sîdekanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye qetilkirin.
Helgurd Şêx Necîd diyar kir ku ciwan Rêbaz Silêman Herkî dema li sînorê bajarokê Sîdekanê şivandiyê dikir, ji aliyê Artêşa Pasdarên Îranê ve hate gulebaran kirin û jiyanê xwe ji dest da û ragihand ku cenazeyê şivan û pezê wî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine desteserkirin.
Navçeyên sînorî yên di navbera Herêma Federel a Kurdistanê û Îranê de, bi taybetî li sînorê bajarokê Sîdekan û Balekayetiyê, berdewam wek navçeyên metirsîdar ji bo niştecih û kolberên navçeyê tê dîtin. Jiyana gundiyan, koçer û şivanên li van navçeyan ketiye bin metirsiyên hêzên çekdar ên Îranê.











