• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevserokê Koma Çep a PEyê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan / AW

31 GULAN 2025 - 18:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Koma Çep a PEyê Martîn Schirdewan tevî şandeyekê bi fermanda YPJê Rojhilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî û têkildarî geşedanên herêmî agahî wergirt.

Hevserokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîn Schirdewan û şandeya pê re di roja duyemîn a serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de serdanên girîng kir. Şandeyê sibehê bi nûnerên Rêxistina Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştî nîvro jî bi Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir.

Di serdanê de Alîkarê Midûriyeta Giştî ya Navenda Rosa Luxemburg û Serokê Departmana Navneteweyî Philip Degenhardt, nûnerê saziyên Ewropayê ya DEM Partiyê Fayik Yagizay, asîstana Schirdewan Nora Friese-Wendenburg û asistana Yagizay Sarah Glynn bi Schirdewan re bûn.

Rayedarên Saziyên Şaredariyan di hevdîtinên serê sibê yên pêşkêşiyek ji şandeyê re kirin. Di pêşkêşkirinê de pirsgirêkên sereke yên ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve têne jiyîn hatin ravekirin. Rayedaran anîn ziman ku ji ber Tirkiye ava çem asteng dike, girtina Santrala Pompakirinê ya Ava Elokê û bombebarankirina binesaziya herêmê di xizmetên bingehîn ên wekî av û elektrîkê de zehmetiyên cidî tên jiyîn. Hate gotin ku Tirkiye bi armanca ku avê ji Çemê Dîcleyê bîne, peymana bi UNICEFê re ya ji bo anîna avê asteng dike.

Rayedarên herêmî destnîşan kirin ku herêm bi gefa çolbûnê re rû bi rû ye û diyar kirin ku kêmasiyên xizmetguzariyên binesaziyê yên ji bo dabînkirina pêdiviyên koçberên navxweyî, hîn bêtir kûr bûne. Koçberên ji Şehba, Minbic, Serêkaniyê û Girê Spî li kampên penaberan ên Hesekê hatin bicihkirin; tevî ku 5 sal û nîv di ser re derbasbûne jî hin ji wan ji neçarî  li dibistanan dijîn. Hate destnîşankirin ku ev rewş bi giranî mafê perwerdehiyê yê zarokên li herêmê binpê dike. Rayedaran her wiha anîn ziman ku alîkariya navneteweyî ya ji bo koçberan bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Rawestgehek din a şandeyê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bû. Fermandara YPJê Rohilat Efrîn diyar kir ku rêveberiya Şamê peymana pevguhertina girtiyan dereng xist û girtiyên YPJê ji vê pêvajoyê derxist. Rohilat Efrîn dazanîn ku tevî vê yekê jî YPJ û HSD hêz û biryardariya xwe parastine û got, “Me amadekariyên xwe baş kirine û em ê destketiyên xwe biparêzin. Em bi biryar in ku avaniya artêşa Sûriyeyê biguherînin.”

Di hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî re danûstandinên bi Şamê re hatin nîqaşkirin. Ebdî diyar kir ku hikûmeta Şamê ji bo Rêveberiya Xweser entegreyi avaniya Şamê bike bang li wan kiriye û lê ew dixwazin vê pêvajoyê li ser bingeha “hevkariyê” pêk bînin. Ebdî anî ziman ku divê welatên rojavayî hikûmeta Şamê teşwîq bikin ku peymanê bi cih bîne û destnîşan kir ku divê zextê li Tirkiyeyê bikin ku li gor agirbestê tevbigere, ev yek jiyanî ye.

Mazlûm Ebdî behsa jinûve avakirina herêmê kir û got ku pêwîstî bi bernameyên veberhênana biyanî yên berfireh heye ku tenê bi santralên enerjiyê ve sînordar nemîne û seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bigire nav xwe.

Etîket: HSDPEşandeserdanYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

5 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Li Êlihê cangoriyên azadiyê tên bibîranîn

Li Êlihê cangoriyên azadiyê tên bibîranîn

8 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

‘Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina pêvajoyê ye’

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne