• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevserokê KNKê Ahmet Karamus: Navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Kurdistan e

Navenda Nûçeyan / AW

1 KANÛN 2024 - 17:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Hevserokê KNKê Ahmet Karamus, bal kişand ser rola Kurdan a sedsala nû û got: “Kurd êdî xwedî vin in. 40 sal in bê navber li dijî gelek dewletan şerê azadiyê dikin. Kurd xwedî wê rêberiyê ne ku dê tu carî Peymana Lozanê dubare nekin.

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn her ku diçe belav dibe. Guhertinên mezin pêk tên. DYA, Îngîltere û NATO, nêzî 30 salin qala Projeya Mezin a Rojhilata Naverast dikin. Naveroka vê projeya mezin, stratejiyek navdewletî  ye. Plankirina herême ye. Beşeke sereke ya vê projeyê jî, de sînorekî nû li herêmê peş bixin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn îro çavkaniya xwe ji vê projeyê digire. Yên şerê cîhanê pêş dixin, divê hêza Kurdan li ber çavan bigirin. Kurd 40 sal in bê navber li dijî gelek dewletan şerê azadiyê dikin. Ji bo hebûn û nasnameya xwe têdikoşin. Li ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Rojhilata Navîn û geşedanên li axa Kurdistanê pêş dikevin Hevserokê KNKê Ahmet Karabus pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivandin. Têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêş dikeve Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus nirxandinên girîng kir.

Hûn dikarin geşedanên li cîhanê binirxînin. Li cîhanê çi di qewime. Çi dibe?

Rojeva polîtîk ku niha li cîhanê rû dide li tevahiya cîhanê belav bûye. Rojeva gelekî berfireh heye. Alozî û krîzek bêîstîkrarî heye. Şerê niha ku em wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn binav dikin belav dibe. Ev şer êdî bandora xwe li tevahiya cîhanê dike. Hem şerê Rojhilata Navîn û hem jî şerê Ukrayna û Rûsyayê ku belav dibe, bandora xwe bi rêşawazên cûda li tevahiya cîhanê dike. Di asta siyasî, aborî û civakî de bandora xwe li cîhanê dike. Şerê Ukrayna û Rûsya bêtîr talûke ye. Bi taybetî di rojên dawî de ku çek, roket û fuzeyên DYA û NATO dane Ukrayna, Ukrayna wan li dijî Rûsya bikar tîne. Rûsya jî li dijî van fuzeyan ku dê bêtir karesat û kuştinê bi xwere bine, bikar tîne. Ji Cotmeha 2023an de şer li Rojhilata Navîn pêş dikeve. Bi taybetî şerê Hamas û Îsraîlê ku piştre Hîzbûzllah jî tev li şer bûye guhertinek din bi xwe re tîne. Îran jî bi rêbazên cûda hem raste rast û hem jî bi awayekî cuda tev li vî şerî bûye. Ev dibe sedema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku beriya çend salan me bi nav kiribû fireh bibe. Îro li Rojhilata Navîn di şerê cîhanê ye sêyemîn de ne.

Yên herî zêde ji vî şerî bandor bibe kî ne. Dê bandorek çawa li ser Kurdistanê bike?

Wer xuya dike ku yê herî zêde bandorê ji vî şerî bigire Rojhilata Navîn e. Karesata civakî, aborî û însanî dê bi xwe re bîne. Her çendî îro şer di navbera Israîl û Filistînî, ango Hîzbûllah, Îran û Yemenê de pêk bê jî, di esasê xwe de navenda şerê Cîhanê yê Sêyemîn Kurdistan e. Kurdistan di nava qada şerê cîhanê de ye. Bi awayekî xwezayî bi her awayî şer bandora xwe li ser Kurdistanê dike. Ev şerê ku li Kurdistanê rû dide, dewletên dagirker ku Kurdistan di nava xwe de parçe kirine, di nava wan de jî bêaramî û metirsiyek heye. Metirsiyek mezin di navbera wan de çêbûye. Ji ber ku ew jî dixwazin ji vî şerî sûdê bigirin. Dixwazin statuya xwe ya dagirkeriyê ku heta îro parastine berdewam bikin. Ev sekna wan dê şer ber bi kuve bibe? Dê kîjan welat bêtir di nava vî şerî de be. Dê bandorek çawa li vî şerî bike? Ev dîzayanda ku bi taybetî di salên 1990î de li Rojhilata Navîn pêk tînin, dê kî bêtir sûdê jê bigire. Dê tesîra vî şerî bêtir li ser kê bibe, bêguman li tevahiya Rojhilata Navîn dê rû bide.

Hûn daxuyaniya Erdogan a têkildarî Israîlê çawa şirove dikin?

Dewletên dagirker ên wekî Tirkiyeyê bêguman dê wekî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan a “Gefa Israîl li dijî me ye. Israîl dixwaze êrîşî me jî bike” ne rast e. Tu hewldanên fîîlî ku Israîl êrîşî Tirkiyeyê bike tune ye. Lê mebesta Erdogan ev hevsengiyên li Rojhilata Navîn pêk tê, li gorî xwe biguherîne ye. Dixwaze rol û misyona dewletên ku Kurdistan dagir kiriye biguherîne. Ditirse ku dewletên ku Kurdistan kontrolek kirine, kontrolê ji destê wê derxin. Wer xuya ye ku her biçe ev şer, alozî û bêîstîkrarî dê mezintir bibe. Em ê di rojên pêş de bi karesatên mezintir rû bi rû bimînin.

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de siberojeke çawa li pêş Kurdan e?

Di peymana Lozanê ya sala 1923an de; 10 dewletên di nava îtîlafê de hebûn. Hin alî bi vê yekê razî bûn. Hin aliyên nerazibûna wan li ser Peymana Lozanê hebûn jî hebûn. Wê demê dewleta Tirkiyeyê nû hatibû damezirandin. Tirkiye dixwest li mîrateya Dewleta Osmanî xwedî derkeve. Dixwest firsendekê bi dest bixe. Lê konjektura siyasî ew derfet neda Tirkiye ku daxwazên Tirkiyeyê pêk bê. Dewletên wekî Îngiltere û Firansa ku bêtir rola wan di vê peymanê de hebûn, Kurdistan di nava çar dewletan de parve kirin. Di wê peymanê de yê herî zêde zor û ziyan lê bû Kurdistan û gelê Kurd bû. Ji ber ku Kurdistan di nava 3 dewletên dagirker de hat parçekirin. Wê demê her çendî nerazîbûn ji aliyê ronakbîrên wê demê pêk hat jî têr nekir. We demê gelê Kurd bi awayekî hemdem ne rêxistinkirî bû. Li tevahiya welat nebirêxistin bû. Parastinek wan a leşkerî û polîtîk tune bû. Polîtîkayek wan a neteweyî ne xurt bû. Ji ber vê yekê Kurdan nekaribû li dijî vê peymanê li ber xwe bidin. Her çend li Dêrsim, Agirî û Koçgirî serhildan pêk anîn jî encam negirtin. Di navbera 1923 û 2024an de ji bo Kurdan ferqek pir mezin heye. Îro em razî bin an nerazî bin, di sînorê Iraqê de statuyek fermî heye. Ev di zagonên Iraqê de hatiye mîsogerkirin. Li Rojavayê Kurdistanê statuyek defakto heye. Dîsa li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hêzeke têra xwe bi rêxistinkirî heye. Ev rêxistina Kurd li tevahiya cîhanê belav bûye. Di aliyê polîtîk û bîrdozî de xwedî hişmendiyek pir mezin e. Îro polîtizebûna gelê Kurd di asteke gelek bilind de ye. Divê em peymana Lozanê her tim di rojeva xwe de zindî bihêlin. Lê ne pêkan e ku careke din Kurd wekî berê bi vî rengî bêne xapandin. Kurd êdî xwedî vin in. 40 sal in bê navber li dijî gelek dewletan şerê azadî û rizgariyê dikin. Kurd êdî xwedî paradîgma, felsefe û hişmendiyek gelek pêşketî ne. Kurd xwedî wê rêbeberiyê ne ku dê tu carî Peymana Lozanê dubare nekin.

Kurdan xeteke çawa dane pêş xwe. Sedsalek çawa li pêş Kurdan e?

Kurdan paradîgma û xeta rêya sêyem û siyasetek daye pêş xwe. Bijartina rêya sêyemîn a Kurdan; hêz û hişmendiya polîtîk û stratejîk a Kurdan dide xuyakirin. Kurd êdî ne di sinorê welatê xwe de, di asta welatên cîhanê de xwedî hişmendiya ku karibin di qada politîk de xwe bi rêve bibe. Kurd êdî polîtîk û bi rêxistin e. Paradîgmayek wan heye. Tevahiya cîhanê bi cîddîyetek mezin li ser Kurdan radiweste. 10 salin li rojavayê Kurdistanê hêzek heye. 29 dewletên di nava koalîsyonê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin. Ev nîşan dide ku pirsa kurd bûye pirsa navdewleti. Ji ber vê yeke pirsa kurd di nava çar dîwaran de li dora mazeyek biçûk nayê niqaşkirin. Pirsa Kurd di asta navdewletî de tê niqaşkirin. Em baş dizanin çi DYA, çi Îngîltere û çi NATO dibe, nêzî 30 salin qala Projeya Mezin a Rojhilata Naverast dikin. Naveroka vê projeya mezin, stratejiyek navdewletî ye. Plankirina herême ye. Beşeke sereke ya vê projeyê jî, de sînorekî nû li herêmê peş bixin. Kurd ne xala sereke ya vê projeyê ne. Xala sereke ya projeyê yên ku Kurdistan di nava xwe de parçe kirine ye. Ev bûye pirsa navneteweyî. Kurd êdî muxatabê cîhanê ye. Dema em vê yekê wisa şirove dikin, em nabêjin buhar hatiye û giha gihiştiye çongê. Bêguman vîn û xwebaweriyek gelek xurt heye. Lê pêwistî heye ku divê em her dem li ser mijarek gelek girîng baldar bin. Li hemberî me dewleteke endamê NATO heye. Dîsa dewletên wekî Îran, Iraq û Sûriye jî li hemberî bûyerên bi vî rengî dê bêdeng nemînin. Kurd van hemû rewşan li pêş çavan digirin û li gorî wê gav davêjin. Di 2009an de pêngavek ji bo çareseriyê çêbû. Dîsa di navbera 2013 û 2015an de pêngavek diyalogê pêş ket. Kurd di van qonaxan de bûn xwedî tecrûbeyên mezin. KNK ji bo yekrêzî û yekîtiya gelê kurd bi hemû partiyan re di nava dan û stendinê de ye. Projeyên me yên ji bo çareseriyê hene. Hewldanên me yên ku ji bo careke din kurd neyên xapandin, hene.

Hûn vê hewldana Serokê MHP’e û hiqaşên dawî çawa şirove dikin?

Li ser geşedanên ku ji serê Cotmehê de ji aliyê Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ve dest pê kiriye gelek niqaş û nirxandin hatin kirin. Lê wisa diyare ku tu projeyên dewlet û hikûmetê yên aşkere tune ye. Çareseriyek bi çi rengî û li gel kê dixwazin tune ye. Muxatabê pirsgirêkê kiye û pirsgirek bi çi awayî tê şirovekirin. Ev pirsa ya zêdeyî sed salan e. Di nava civakê de du hişmendiyên gelek cuda, hem di nava civaka Kurd de û hem jî di nava civaka Tirk de hatine avakirin. Her çendîn Erdogan, Bahçelî û rayedarên dewlet û hikûmetê hin daxuyanî dan jî, ka çi dixwazin, naveroka projeya wan çiye, em nizanin. Birêz Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in di nava çar dîwaran de li Zindana Îmraliyê di şertê esaretê de girtî ye. Zêdeyî çar sal in di tecrîda mutlaq de ye. Piştî çar salan hevdîtinek malbatî pêk hat. Ew ne hevdîtina ji bo peyamên siyasî bû. Ev hevdîtin bi projeya çareseriyê ve ne eleqeder e. Ji xwe Birêz Abdullah Ocalan jî got ‘Ev tecrîd didome. Eger derfet çêbibe ez xwedî hêz im li ser zemîna siyasî û hiqûqi çareser bikim.’ Ev nişan dide ku Birêz Ocalan xwedî paradîgma û felsefeyek kamil e. Ji bilî vê yekê tu agahdariyek û projeya Tirkiyeyê ku bi raya giştî re parve kiriye tune ye.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hemû daxuyaniyê xwe de gotiye ji bo çareseriya demokratîk ez amade me. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî çareseriyê çiye?

Em bi çi rengî nirxandinê bikin ji, yê muxatabê çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê Tevgêra Azadîxwaz e. Yê ku rêbertiyê ji vê tevgerê re dike jî diyar e. Bi van daxuyaniyên ku dibêjin ‘Em PKKê muxatab nagirin, Em KCKê muxatab nagirin’, ev daxuyaniyên xapandin û taktikî ne. Eger dewlet baweriya wê bi van taktîk û xapandinên wan tê, ev bi xwe karesateke mezin e. Di demên dawî de qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û herî dawî Dêrsime kirin. Dewlet bi van hewldanan vîna gel binpê dike. Dewlet ne pêkan e bi vê hişmendiyê karibe pirsgirêka sedsalê çareser bike. Dewlet xwe dixapîne. Dewlet baş dizane ku dê guhertinên mezin li Rojhilata Navîn pêk bê. Tirsa wê ewe ku dê bi xapandin û şer nikaribe parçe bike. Ew dizane ku ev qonax derbas bûye. Konjektura navdewletî jî vê yekê nîşan dide. Bi van bûyerên dawî xuya dike ku Tirkiye di nava panîk û tirsê de ye. Ew dizane ku kontrola Rojhilata Navîn ji kontrola wê derkeve, ji bo wê windakirinek stratejîk e. Ji ber ve yekê, hin hewldanên dewletê ku wekî dixwaze çareser bikin heye. Ew wisa difikire ku dê wekî sed sal berê dîsa Kurdan bixapînin.

Hûn hewldanên hin partiyên Kurd ku nêzî hikûmetê dibin çawa şirove dikin?

Hin partî û derdor ketine nava hewes û hisekê ku wekî pêvajoya müzakereye dest pê kiriye tev digerin. Wekî ku her kes li dora wê rûniştine û ew jî xwedî proje û hêz in li xwe dinerin. Lê ku tevgera azadiyê ku milyonan temsîl dike hesab nakin. Divê her kes bi aqilekî selîm bifikire. Em nûnertiya 40 rexistinên siyasî dikin. Eger pirsa kurd bikeve rojevê, hewldanên me ew e ku em hemû aliyên siyasî û kesayetan li dervê vê pêvajoyê nehêlin. Bila kes hesabên biçûk û bêwate nekin. Êdî şensa Kurdan a xapandinê tune ye.

Banga we ji ban partiyan çiye?

Rol û rista me ew e ku em karibin hemû partî, rêxistin û saziyên civakî û siyasî yekrêziyekê ava bikin. Em qala yekîtiya neteweyî û yekrêziya Kurd û Kurdistanî dikin. Em qala stratejiya yekîtiye dikin. Dem û konjuktura siyasî tu derfetê nade ku kes û hin rêxistin li gorî xwe tev bigere. Banga me ji hemû partî û rêxistinan ewe ku di çarçoveya yekrêziya niştimani tev bigerin. Em bang li wan dikin ku ne xwe bixapînin û neyên xapandina dewletê. Eger pirsa çareseriyê hebe, divê berî her tişti kurd yek rêziyê û çareseriya hevpar pêş bixin. Divê em li ser berjewendiyên neteweyî bên cem hev û bi hevre neqşerêyekê ava bikin. Em bi hevîne ku ev sedsal bibe sedsala Kurdan. Peymana Lozanê di sedsala sedemîn de dê bibe peymana çareseriya her aliye Kurdistanê. Ev sedsal sedsala me ye. Divê em di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de tev bigerin. Starejiya me yekrêziya neteweyî ye.

Etîket: Abdullah OcalanAhmet KaramuscîhanKNKKurdKurdistanRojhilata Navînşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

5 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne