• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komîteya Amadekar û Hevşaredarên Amedê Newroza gel pîroz kirin

Amed / AW

21 ADAR 2026 - 11:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Gulşen Ozer a li ser navê komîteyê axivî û Newroza Rojava, Rojhilat, Bakur, Başûr û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Li Qada Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê, bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiya Cejna Newrozê tê lidarxistin. Ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Dû re girseyê bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

‘Gelê Amedê dizane dê li kû bisekine’

Dû re ewilî Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer ku li ser navê komîteya amadekar axivî wiha got: “Digotin barane wê kes neye lê em dibînin ku vaye qad tejî bûye. Gelê Amedê dizane ku dê li ku bisekine. Îro ne berf kevir jî bibarin em ê Newroza xwe pîroz bikin. Em ji Serok Apo re silavan dişinin dibêjin Newroza te pîroz be Serok Apo. Em silavên xwe ji Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr re dişinin û dibêjin Newroza wan pîroz be. Newroza me pîroz be.” Dû re girseyê diruşmeya, “Newroz pîroz be” berz kir.

Hevşaredaran Newroza gel pîroz kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Serra Bûcak Newroza Amedê pîroz kir û wiha got: “Hûn bi xêr hatin li ser serê me ser çavên me hatin. Em bi we serbilind in. Cejna we ya remezanê jî bi dil û can pîroz dikin. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî Newroza Amedê pîroz kir û wiha got: “Amed hûn ne tene Amed in , Hewlêr Silêmanî Mehabad û Efrîn in. Newroza Efrîn, Silêmanî û Mehabadê pîroz be. Mevanên qedirbilind di nava me de ne. Hûn bi xêr hatin. Dengê azadiyê ji kolanê we tê Amed. Guhê cîhanê li we ye. Dengê xwe li cîhanê belav bikin.”

Dû re li ser navê hemû girtîgehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê peyama Denîz Kaya hate xwendin. Girseyê bi slogana, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Kurdistan” bersiv da peyama girtiyên siyasî.

Dîlan û Erkan Top derketin ser dikê

Piştî xwendina peyama Denîz Kaya Hunermend Dîlan û Erkan Top derketin ser dikê. Gel li ber stranên hunermendan dest bi dîlonê kir.

Etîket: Dogan HatûnGulşen OzerKomîteya AmadekarNewroza AmedêSera Bucak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun ji wezîfeya xwe îstîfa kir

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun ji wezîfeya xwe îstîfa kir

20 TÎRMEH 2026
Hevşaredarên Bajarê Mezin û Peyasê bi keyayan re civiyan

Hevşaredarên Bajarê Mezin û Peyasê bi keyayan re civiyan

17 TÎRMEH 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

20 HEZÎRAN 2026
Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

Hevşaredar Dogan Hatûn: Em ê hejmara Zarokistanan zêde bikin

10 HEZÎRAN 2026
Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

14 GULAN 2026
Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne