• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevjîna winda Îhsan Haran: Ez li vir im hûn li ku ne?

Amed / AW

20 KANÛN 2025 - 13:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê li aqûbeta Îhsan Haran pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Hevjîna Haran, Nasîbe Haran di çalakiyê de axivî û got: “Ez li vir im, hûn li ku ne Tansû Çîler, Mehmet Agar?”

Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 880emîn de çalakiya xwe ya heftane “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kir. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hate hildan û pankarta ji wêneyên windayan pêk tê li erdê hate raxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya windakirina Îhsan Haran hat xwendin û li aqûbeta wî hate pirsîn. Îhsan Haran di 25ê Berfanbara 1994an de li Amedê tê revandin û windakirin.

‘Hûn ê hesab bidin’

Nasîbe Haran beriya daxuyaniyê di çalakiyê de axivî û wiha got: “Hevalê min Îhsan Haran xwe nas dikir, her daîm li ziman, çand û Kurdayetiya xwe xwedî derdiket. Beriya ku were windakirin her tim gef lê dihate xwarin. Wî ji min re digot ‘dema ez nehatim bizanîbin min revandine’. Her tim jêre digotin an tê dest ji vê rêyê berdî an jî em ê te bikujin. Ji Tansu Çîler, Mehmet Agar û heya berpirsyarê wê rojê ez bang li wan dikim; hûn li ku ne? Hûn ê hesab bidin. Dîsa em li vir in û em ê heya dawî em ê li vir bin. Ez li vir im; Elî Kaya, Tansu Çîler ez li vir im! Hûn li ku ne?”

Daxuyaniya vê hefteyê bi Kurdî hate xwendin. Endama Rêveberiya ÎHDa Amedê Eylem Kaya daxuyanî xwend.

‘Tevî mehekê malbatê hewl da ku rewşa Îhsan bizanibe’

Eylem Kaya destpêkê qala serpêhatiya windakirina Îhsan Haran ê ku di Adara 1994an de, ji gundê Huseynîka ya ser bi navçeya Licê ya Amedê ve ye. Eylem Kaya bi bîr xist ku gund ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û Îhsan Haran jî li gund dijiya. Eylem Kaya da zanîn ku Îhsan Haran piştî gundê wan tê şewitandin bi malbata xwe re koçî Amedê dike û wekî karkerê înşaetê dixebite û debara xwe dike û wiha got: “Di 25ê Berfanbara 1994an de, Îhsan Haran çû şantiyeya bazara bin erdê ya Amedê. Lê belê, ew, wê êvarê venegeriya mala xwe. Gundiyekî wî yê bi navê F. H. tê mala Îhsan Haran, ji wan re dibêje ku sibeha di 25ê Berfanbara 1994an de, polîsên bi cilên fermî hatine şantiyeyê, nasnameya Haran kontrol kirine û dû re ew girtine, birine. Dema ku Nesibe Haran hîn dibe ku hevjinê wê hatiye binçavkirin, hewl da ku daxwaznameyekê pêşkêşî Dozgeriya Dadgeha Ewlekariya Dewletê bike da ku bizanibe ew li ku derê tê girtin. Tevî mehekê malbatê hewl da ku rewşa Îhsan Haran bizanibe jî lê malbat li ber dadgehê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Serlêdanên wan ên ji bo walîtî û midûriyeta polîsan jî bê encam dimînin.”

‘Tevî îtîrafkariya Aykan jî Haran nehat dîtin

Eylem Kaya anî ziman ku hevjîna Îhsan Haran, Nesîbe Haran bi tu awayî nikare xwe bigihîne dozgeriyê û bi hêviya dîtina hevjinê xwe li girtîgehên li bajarên nêzî Amedê digere û got: “Kesekî ku li Beşa 31emîn a Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye û naxwaze navê wî bê eşkerekirin, îdia dike ku Îhsan Haran di girtîgehê de dîtiye. Nesîbe Haran şeş mehan hewl da ku bizane ka Îhsan li ku ye, lê mixabin nekaribû hîn bibe. Piştre wê bi rêya Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Amedê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. Piştî serlêdanê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê bûyerê de ji hikûmetê agahî xwest, piştî vê yekê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsînek hate destpêkirin. Lê belê dozgeriyê, biryar da ku delîl têrê nakin û îspat bikin ku Îhsan Haran di dema binçavkirinê de winda bûye, di 21ê Çileya 1998an de biryara nedarizandinê da. Di 6ê Cotmeha 2005an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku xala 2yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.

Di Çileya 2009an de, îtîrafkarê JÎTEMê Abdulkadîr Aygan, bi hûrgilî rave kir ka Îhsan Haran çawa bi fermana Fermandarê Koma JÎTEMê Abdulkerim Kirca piştî lêpirsînên li JÎTEMê ya Amedê hatiye înfazkirin. Lê belê, doz hîn jî bi encam nebûye.”

Piştî daxuyanî xelas bû ji bo bîranîna winda Îhsan Haran û hemû windayan deqeyek çalakiya runiştînê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

 

Etîket: Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandinÎHDa AmedêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

15 TEBAX 2026
‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

25 TÎRMEH 2026
Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

18 TÎRMEH 2026
‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne