• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Her carê diqîrîm Elî tu li ku yî?’

Amed / AW

8 MIJDAR 2025 - 13:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê di çalakiya hefteya 874emîn de pirsa aqûbeta Alî Tekdag kir. Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş diyar kir ku ew heqê xwe ji kujeran re nahêlin û got: “Ji sala 1994an ve em li Elî digerin. Her ku ez diçim Farqînê dibêjim; Elî tu li ku yî?”

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 874emîn de çalakiya heftane li dar xist. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya Amedê, hate lidarxistin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên windayan hatin hildan.

Vê hefteyê serpêhatiya Alî Tekdag ku di sala 1994an de li Amedê hate windakirin, hate pirsîn.

‘Dewlet dizane ku çi hatiye serê Elî’

Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş di çalakiyê de axivî û da zanîn ku Elî ji ber ku Kurd bû her roj polîsan diavêt ser mala wî û got: “19 caran birêmin hat binçavkirin. Ji sala 1994an ve em li Elî digerin. Dadgeh û polîs dizanin çi hate serê Elî. Lê dibêjin em nizanin. Em heqê xwe ji kujeran re nehêlin. Birê min kuştin û birin avêtin ser rêya Farqînê. Dema ez diçim Farqînê bang dikim û dibêjim; Elî tu li ku yî? Ji şivanan re dibejim gelo we gorekî bêkes neditiye?”

Serpêhatiya windakirina Alî Tekdag ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

‘19 caran tê binçavkirin û îşkence lê tê kirin’

Firat Akdenîz bi bîr xist ku Alî Tekdag bavê 7 zarokan bû û wiha axivî: “Alî Tekdag di sala 1982yan de bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ ye hate binçavkirin û 3 sal di girtîgehê de ma. Ji ber ku her roj polîsan diavêt ser mala wî paşê neçar ma û koçî Îzmîrê kir. Lê di demek nêz de vegeriya Amedê. Piştî vegeriya Amedê gefên polîsan ên li ser Alî Tekdag berdewam kir. Di 12ê Sibata 1993yan de birayê wî Mehmet Tekdag hat kuştin. Alî Tekdag di 13ê Mijdara 1993an de dema bi hevjina xwe re li Deriyê Çiyê bû ji aliyê 4 kesên di destê wan de telsîz hebû, hate binçavkirin. Alî Tekdag heta roja ku hate windakirin bi giştî 19 caran hat binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne.”

‘Tevî îtîrafê jî agahî ji Alî Tekdag nehat girtin’

Firat Akdenîz destnîşan kir ku hevjîna Alî Tekdag, Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê dide lê tu agahî wernagire û got: “Dema Alî Tekdag hat binçavkirin nêzî cihê bûyerê polîsên trafîkê hebûn lê tu tişt nekirin. Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da lê gotin bûyer nûye paşê were. Piştî 3 rojan her roj çû lê tu agahî nedanê. Seyfettîn Demîr ê ku li gel Alî Tekdag di heman demê hatibû binçavkirin ji rojnameya Ozgur Gundem re axiviye û gotiye; ‘ez bi Alî Tekdag re hatim binçavkirin û Alî Tekdag digota agahî bidin malbata min dê min bikujin’. Lê dozgerî got; tenê dosyeya Seyfettîn Demîr heye lê dosyeya Alî Tekdag tune ye. Endamekî JÎTEMê paşê axivî û gotibû 120 roj îşkence li Alî Tekdag hatiye kirin û paşê wî birine avêtine ser rêya navçeya Farqînê ya Amedê. Malbata Tekdag serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û dadgehê Tirkiyeyê mehkûm kir. Tevî vê yekê jî agahî ji Alî Tekdag nehat girtin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

Etîket: Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandinÎHDa AmedêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

15 TEBAX 2026
‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

25 TÎRMEH 2026
Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin!

18 TÎRMEH 2026
‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

‘Em dixwazin hêzên krîmînal bên cezakirin û windayên me bên dîtin’

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne