Hejmara şehîdên êrişa rejîma Îranê ya li ser baregeha Zirgûwêz ya Komeleya Zehmetkêşan gihişt 9 pêşmergeyan. Nasnameya her 9 şehîdan hate ragihandin.
Artêşa Pasdaran a Îranê îro danê sibehê a bi 6 moşekan êrişî baregeha Zirguwêz ya Komeleya Zehmetkêşan ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê kir. Heta niha 9 kes şehîd ketin.
Li gorî agahiyên Berpirsê Komeleya Şoreşgeran li ser medyayê belav kirine, pêşmergeyek din ku di êrişa hatiye kirin de birîndar bibû, şehîd ket. Bi vê yekê hejmara pêşmergeyên di êrişê de şehîd bûne gihişt 9 kesan.
Hate diyarkirin ku rewşa kesên birîndar bûne giran e. Komeleya Şoreşgeran nav û nasnameya her 9 şehîdan eşkere kir. Navên şehîdan wiha ne: “Ehmed Mehmûdî, Sîna Seferî, Siyawan Nîkî Xa, Yasîn Kiyanpûr, Kesra Rehman Nejîd, Reza Sadiqî, Ferhad Qemerî, Zekeriya Feqê Hesen Axa, Siruşt Nesrî.
Her wiha Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku êriş saet di 06:20ê sibehê de bi heft moşekan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hatiye pêkanîn.
Dezgeha Asayîşa Herêmê da zanîn ku çar moşek li gundê Zirgewêze, moşekek li gundê Qisirdî û du moşek jî nêzîkî Girê Kupanê yê li Qeredaxê ketine.
Têkildarî diyarkirina zirara madî lêkolîn berdewam dikin.








