• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Halîde Turkoglû: Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne

Amed / AW

5 SIBAT 2026 - 12:18
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku têkildarî geşedanên li welat, herêmê û cîhanê civîna çapemeniyê li dar xist wiha got: “Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne.”

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li avahiya DEM Partiyê ya Amedê têkildarî rojevê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên DEM Partiyê tev li civînê bûn. Halîde Turkoglûyê geşedanên li welat, herêmê û cîhanê nirxand.

‘Li herêmên erdhejê pirsgirêkên bingehîn hêj jî berdewam in’

Halîde Turkoglû di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera erdheja 6ê Sibatê û wiha got: “Di salvegera erdheja 6ê Sibatê de, em hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Tevî ku sê sal di ser vê karesatê re derbas bûne jî, li herêmên erdhejê pirsgirêkên bingehîn ên mîna av, ceyran û stargehê ji bo jin û zarokan hîn jî berdewam dikin. Sedema veguherîna erdhejê ya ber bi karesatekê ve, polîtîkayên rantxwir ên desthilatê û peydanekirina çareseriya ne. Li dijî vê pergala ku xizanî û neyeksanî kûr kiriye, mezinkirina piştevaniyê wezifeyeke bingehîn e. Polîtîkayên necezakirinê yên di bin siya kuştina 55 hezar mirovan de, wekî şermeke hiqûqî û mirovî li ber çavan e.”

Wendakirina zarokan û skandala Epstein

Halîde Turkoglûyê da zanîn ku desthilata ku li ser aqûbeta zarokên windabûyî yên dema erdhejê bêdeng dimîne, bi îdîaya “zarokên winda nînin” nikare xwe ji berpirsiyariyê xelas bike û ev tişt gotin: “Dosyaya Epstein nîşan da ku di nava torên fihûş û bazirganiya mirovan de aktorên navneteweyî çawa cih digirin. Em bi tundî li dijî vê pergala rizîbûyî ya ku zarokan di saziyên dewletê de ber bi fihûşê ve dehf dide, derdikevin.”

‘Îradeya azadiyê nayê şikandin’

Halîde Turkoglûyê anî ziman ku rejîmên li Rojhilata Navîn, bi taybetî rejîma Talîban û Molla, bi polîtîkayên li dijî jinan hewl didin pergala xwe ya şerxwaz biparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Afganistanê, qedexekirina perwerdehiya keçan û qanûnîkirina tundiya li ser jinan, diyardeyên koletiya nûjen in. Lê belê, divê baş bê zanîn ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê li hemberî van rejîmên faşîst bi ser bikeve. Li Îranê, tevî ku zêdetirî 20 hezar kes hatine qetilkirin û bi sedan jin di girtîgehan de bi îşkenceyê re rû bi rû ne jî, îradeya azadiyê nayê şikandin.Tu astengî nikare israra jinan a ji bo aştiyê rawestîne.”

‘Îşkencekirina cenazeyên jinan sûcên şer in’

Halîde Turkoglûyê da zanîn ku modela Rêveberiya Xweser ku li dijî tarîtiya DAIŞê pêş ketiye, diparêzin û wiha bi lêv kir: “Hewldanên ji bo tunekirina Şoreşa Jinan a Rojava ku bi êrîşên li ser taxên Kurdan û îşkencekirina cenazeyên jinan hatine meşandin, sûcên şer in. Li Tirkiyeyê, binçavkirina jinên ku van komkujiyan protesto dikin û hevşaredarên me yên ku pankartên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daliqandine, şermeke mezin a darazê ye.”

‘Divê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bê mîsogerkirin’

Halîde Turkoglûyê destnîşan kir ku dorpêça li ser Kobanê, tolhildana têkçûna DAIŞê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê demildest bê vekirin û korîdora alîkariyê ya mirovî dest pê bike. Di heman demê de, ji bo pêşketina aştiyeke birûmet li vê xakê, divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê mîsogerkirin û gavên berbiçav bên avêtin. Zêdebûna kuştina jinan û şerê taybet ji hev qut nîne. Em piştgiriya xwe ya ji bo xebatkarên jin ên Depoya Migrosê ku li dijî kedxwarin û tacîzê li ber xwe didin, radigihînin. Daxwazên wan ên wekî ji sedî 50 zêdekirina mûçeyan û parastina mafên sendîkayî, daxwazên me ne. Her wiha, em daxwaz dikin ku hevalên me yên ji ESPê û SKMê yên bi operasyonên siyasî hatine binçavkirin, derhal bên berdan.”

Etîket: AmedCivîna ÇapemeniyêGeşedanên RojevêHalîde TurkogluMeclisa Jinan a DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne