• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Festîvala Çanda Dêrsîmê ya Ewropayê: Çareserî aştiyeke birûmet e

Navenda Nûçeyan / AW

6 HEZÎRAN 2026 - 22:12
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
16emîn Festîvala Çanda Dêrsîmê ya Ewropayê ku li Frankfurtê tê lidarxistin, tevahiya du rojan Dersimî, Elewî û hêzên demokrasiyê anî ba hev. Di festîvala bi şîara “Bi hev re ber bi Dêrsîma Demokratîk û Xweser ve” de daxwaza “aştiya birûmet” hat kirin.

16emîn Festîvala Çanda Dêrsîmê ya Ewropayê ku li Rebstockparka bajarê Frankfurt ê Elmanyayê tê lidarxistin, di 5-6ê hezîranê de bi tevlîbûneke zêde pêk hat. Festîvala ku bi şîara “Bi hev re ber bi Dersima Demokratîk û Xweser ve” de daxwaza “aştiya birûmet” hat lidarxistin, li gel çalakiyên çandî, bi panel, hevpeyvîn û konseran bi hezaran kesî anî ba hev.

Roja destpêkê, pêvajoya aştiyê û Rojhilata Navîn hate nîqaşkirin

Roja ewil a festîvalê bi panela bi ser navê, “Gefa Şer a Emperyalîst, Pêvajoya Aştiyê, Elewî û Dersim destpê kir. Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gulten Kişanak, parlamenterên berê yên HDPê Erdal Ataş û Îdrîs Baluken wekî axaftvan tevlî panelê bûn. Di panela bi moderatoriya Demîr Çelîk de geşedanên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd, destwerdanên emperyalîst û têkoşîna demokratîk hate nîqaşkirin.

Di panela jinê de koçberî û nasname hatin nîqaşkirin

Roja duyemîn a festîvalê jî bi panela bi ser navê, “Li Dîasporayê Koç, Jin û Jiyan” destpê kir. Aktivîst Songul Omurvan û nivîskar-aktivîst Seher Yegîn wekî axaftvan di panela bi moderatoriya Hulya Şîmsek de cih girtin.

Di panelê de hate destnîşankirin ku koçberî ne tenê ne tenê guhertineke cihî ye, di heman demê de travmayeke civakî ye ku di ziman, çand û bîrê de şop dihêle.

Bernameya dikê bi gulbangê destpê kir

Pêşkêşiya bernameya dîkê ya festîvalê Pinar Kazan û Alî Guler kir. Bername bi xwendina gulbangê ji aliyê Firaz Yalvaç Ana û Cevahîr Altunok Ana destpê kir.

Hevserokên Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) Hurî Kabayel û Şahîn Polat, Serokê Federasyona Yekîneyên Dersima Demokratîk a Ewropayê (ADEF) Muharem Erdogan û Hevserokên Kongreya Avakirina Dêrsîmê (DÎK) Erol Aydin û Akîfe Polat beşdaran silav kir.

Hunermend Pinar û Îmam Ozgul bi berhemên xwe pêşkêş kirin û pêşandanên folklorê hatin kirin.

Ayten Kordu: Dêrsîm ne bêxwedî ye

Parlamentera DEM Partî ya Dêrsîmê Ayten Kordu di festîvalê de axivî û anî ziman ku bi polîtîkayên madenê yên ku li Dêrsîmê tê meşandin re, êrîşên piralî yên li ser bawerî, ziman û nirxên civakê dewam dikin.

Ayten Kordu bal kişand ser tundiya li ser jinana û dosyaya Gulîstan Doku jî û destnîşan kir hewl tê dayîn ku civakê bi hişbir, fihûş û polîtîkayên cihêkirinê veguherînin.

Kordu bertek nîşanî gotina, “Dersim bêxweyî ye da û wiha got, “Dersim ne bêxweyî ye. Xwediyê Dêrsîmê, Dêrsîmî ne.”

Kordu bang li Dersimiyên li dîasporayê jiyan dikin kir û diyar kir ku divê têkiliyên wan ên bi bajêr ve xurt bibe û wiha got, “Ne tenê ji bo serdanan, divê ji bo xwedîderketinê biçin Dêrsîmê.”

Huseyîn Mat: Em aştiyeke birûmet dixwazin

Serokê Giştî yê Federasyona Yekîneyên Elewî ya Ewropayê (AABF) Huseyîn Mat di axaftina xwe de anî ziman ku Elewî ne tenê di rojên bi êş de, di cejn û rojên keyfxweşiyê de tên ba hev. Mat diyar kir ku ev yekîtîbûn hin aliyan ne rehet dike û wiha got, “Em kesên ku dema govendê jî digerînin, li ba hevin.” Mat destnîşan kir ku Dersimî û Elewî wê nebin parçeya tu hesabên siyasî. Mat daxuyaniya karsaz Rahmî Koç a li ser jin û nasnameyên etnîkî jî rexne kir û anî ziman ku ew ê destûr nedin ku ziman werin biçûkxistin. Mat daxwaza aştiya civakî û welatiya wekhev dubare kir û wiha got, “Em aştiya bi rûmet dixwazin. Em êdî naxwazin bibin civakê ku tê birêvebirin.”

Etîket: aştîçareserîFestîvala Çanda Dêrsîmê ya Ewropayêkonserrûmet
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

13 TEBAX 2026
Mîhrîcana Girê Koxê bi dahol û zirneyan dest pê kir

Mîhrîcana Girê Koxê bi dahol û zirneyan dest pê kir

7 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne