Federasyona Komeleyên Suryaniyan qebûlkirina qanûna bingehîn wekî gavek dîrokî ji bo aşitî û avakirina civakeke demokratîk nirxand.
Federasyona Komeleyên Suryaniyan derbarê qebûlkirina pêşniyara qanûna bingehîn a li Meclisa Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir. Federasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev qanûn pêngaveke dîrokî ye ji bo aşitî û civakeke demokratîk.
SUDEFê di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de wiha got: “Pêşniyara qanûnê ku ji bo aşitî û civaka demokratîk gaveke dîrokî ye, li Meclisê hat qebûlkirin. Ji bo ku em aşitiyê bînin van xakan, zêdekirina van gavan berpirsiyariya her kesî ye. Li ser xêrê be ji bo me hemûyan.”











