Federesyona Şoreşgerên 78an di salvegera 46êmîn darbeya 12 Îlonê de daxuyand ku welat bi Destûra Bingehîn a darbeyê tê birêveberin û got: “Rant û talanekê pir mezin li ser vî welatî tê meşandin. Mafê mirovan, aştî, demokrasî û azadiya çapameniyê tên tunekirin.”
Federesyona Şoreşgerên 78an, têkildarê salvegera 46êmîn a Darbeya 12ê Îlonê li ber avahiya Navenda Nûjên a Çandî ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên federasyonê tev li daxuyaniyê bûn. Girsê di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî şoreş, bijî sosyalizm” û “Roj wê bê, yên ku darbe kirinê dê hesabê bidin gelan” berz kir. Beriya daxuyaniyê girseyê çelenga reş danîn li ber Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê (DYE) ya berê. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê federasyonê Atîlla Kiliç ve hat xwendin.
Atîlla Kiliç diyar kir ku tevî 46 sal li ser darbeyê derbas bûnê jî, berpirsên darbeyên hesap nedane û dozên hatine vêkirin jî hatine temamkirin. Atîlla Kiliç destnîşan kir ku sepanên 12ê Îlonê hêj jî didomin û wiha pê dê çû: “Ji tenduristiyê heta perwerdehiyê û qadên civakî nîjadperestî didome. Welat li gor Derstûra Bingehîn a darbeyê tê rêve birin. Lê li gor berjewendiyên desthilat ew qanûn jî tê binpêkirin. Niha jî dixwazin Destura Bingehîn a rejîma dîkdatorî çêbikin. Rant û talanekê pir mezin li ser vî welatî tê meşandin. Mafê mirovan, aştî, demokrasî û azadiya çapameniyê tên tunekirin.”
‘Tevî fikar û gumanan jî baweriya me bi pêvajoyê heye’
Di dawiya axaftina xwe Atîlla Kiliç destnîşan kir ku ew jiyanekê hevpar û demokratîk dixwazin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em êdî naxwazin zarokên me di şer de jiyana xwe dest bidin. Ji bo pirsgirêka Kurd em çareseriya demokratîk û aştiyanê dixwazin. Aştî divê ji bo berjewendiyan neyê xirabkirin. Divê ew pevajo tekeve di bin temînata qanûnan û hemû pêkhatiyên civakî di nav de bihewînê. Fikarên me ye demokrasiyê hene. Em pêvajo hê bi rêk û pêk neketiyê di bin temînata qanûnan. Lê hebûna heviya aştiyê dikeve pêşiya van gumanan. Em her tim daxwaza aştî, demokrasî û civakekê sosyalîst dikin. Li ser vê esasê têkoşîna xwe bilind dikin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.

















