• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Kelecana vê pêvajoyê gelek tişt bi xwe re guhert’

Abdullah Esen / AW

16 KANÛN 2025 - 09:07
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed-Lîstikavan Halîme Eser û Derhêner Kazim Oz ji bo 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: “Ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nebûya dibe ku ev festîval jî nehata lidarxistin.”

3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê, bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organizasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê di 7 û 14ê meha Kanûnê de hat li darxistin. Festîval bi dirûşmeya “Dunya bi çîrokan tê ba hav” hate lidarxistin û 84 fîlm hatin pêşandan. Di festîvalê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm jî di nav de gelek fîlmên cuda hatin pêşandan. Ji bilî pêşandana fîlman panel, masterclass, xebatên atolyeyan û bi gotûbêj jîhatin kirin. Herwiha festîval herî dawî di 14 Kanûnê de bi merasîma dayîna xelatan bi dawî bû. Lîstîkvan Halîme Eser û Derhêner Kazim Oz ku beşdarî festîvalê bibûn di derheqê festîvalê de ji ajansa me re (AW) axivîn.

Di destpêka axaftina xwe de Lîstikvan Halîme Eserê got ku ew bi hatina xwe ya Amedê û bi beşdarbûna festîvala fîlman gelek bextewar e û wiha axivî: “Hefteyeke ez li vir im û min gelek ji vê festîvalê hez kir. Temaşevan jî gelek ji fîlman hezdikin. Kesên ku ji temaşekirina fîlman hezdikin dikarin analîza wan baş bikin. Ez li gelek festîvalan geriyam lê weke ya vir ez kelecanî nebûme. Festîvala li vir gelekî mirovan kelecanî dike. Ez hêvîdar im 60 salên dinê jî bêm vir festîvalan bibînim. Li gorî min gelek baş derbas bû, temaşevan jî gelek bi eleqedarî nêzîkê fîlman dibin. Festîvalên wisa bi taybetî jî ji bo lîstikvanan gelekî girîng tên dîtin. Divê di bernameyên wiha de jinên Kurd jî dikaribin rolên xwe yên girîng bigirin ser milê xwe. Em hêvîdar in di salên pêş de jî çîrokên baş bêne gotin. Fîlmên Kurdî gelekî bala min dikişînin.”

‘Em mirovên dil û çav vekirî ne’

Halîme Eserê diyar kir ku ew hem li ser projeyên fîlmên Îngilîzî û hem jî li ser yên Almanî dixebite û got: “Dema ku ez li ser projeyên bi Kurdî dixebitim dilê min vedibe. Dema ku ez têm li ser vê axê fîlman çêdikin ji kelecana ez xwe gelek bextewar hîs dikim. Divê ew çîrokên me yên berê bêne gotin. Divê bi tenê çîrokên me ne li ser mêra bin. Divê li ser jin, zarok û mêran bin û çîrokên hevpar bin. Dema ku em fîlmên wisa dibînin em dibin qewet ji zarokên xwe re da ku nivşên li pey me bên ew jî xwe li ser vê bingehê bidin jiyîn. Demokrasî gelek ji bo me pêwîst e. Em mirovên dil û çav vekirî ne. Destê me ji herkesî re vekiriye, divê kesên li hember destên xwe bidin destê me. Ji bo ku em jiyaneke wekhev û azad bi hev re derbas bikin.”

‘Bingeha vê festîvalê ji pêvajoyê tê’

Derhêner Kazim Oz anî ziman ku piştî 8 salan li dar xistina bernameya festîvala fîlman li Amedê gelekî girîng bû û wiha axivî: “Gelek kesan fîlm temaşe kirin, festîvaleke têr û tijî bû. Em weke derhênerên sînemayê gelek kêfxweş in ku em li vir in. Eleqeya gel pir baş e, ew jî ji cudatiya festîvalê ya li gorî festîvalên derbasbûyî ne. Hema bê eywan bi hemû fîlman hate dagirtin. Temaşevan gelek caran tên pirsan dipirsin. Divê ew têkiliya gel û fîlman bidome û xurtir bibe. Divê ne bi tenê li vê navendê festîval bêne lidarxistin. Divê li navçeyan jî ev bername hebin. Divê ne carekî du car sê car bêne nîşandan. Di nava her karî de kêmasiyek heye, ew nîqaşên ku niha li vir têne kirin divê di heman demê de bi gel re jî bên kirin. Dema ku gel tevli bibûya dê baştir bibûya. Ger ku ev pêvajo nehata lidarxistin dê me yê jî nikaribûya li vir festîval li dar bixista. Ew kelecana pêvajoyê gelek tiştan bi xwe re guhert. Bingeha vê festîvalê ji pêvajoyê tê.”

Etîket: 3yemîn Festîvala Fîlman a AmedêHalîme EserKazim Oz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Bila Festîvala Fîlman a Amedê her sal pêk were’

‘Bila Festîvala Fîlman a Amedê her sal pêk were’

15 KANÛN 2025
Îsmaîl Zagros: Divê hunermend êşa di dilê gelê xwe de derman bike

Îsmaîl Zagros: Divê hunermend êşa di dilê gelê xwe de derman bike

13 KANÛN 2025
Derhêner Mano Xelîl: Xewna sînemaya Kurdî êdî bûye rastî

Derhêner Mano Xelîl: Xewna sînemaya Kurdî êdî bûye rastî

12 KANÛN 2025
Çîroka Efrîniyan: Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû

Çîroka Efrîniyan: Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû

9 KANÛN 2025
Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike: Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê dike: Werin em li çîrokên hev guhdarî bikin

4 KANÛN 2025
Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

1 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne