• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Erden ê 30 sal girtî maye: Dema welat û Rêbertî azad bû dê azadî pêk bê

Şirnex / AW

9 COTMEH 2025 - 14:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Mehmet Salih Erden ê ku sala 1995an li Hezex hatibû girtin, piştî 30 salan girtî ma hat berdan. Erden ê bi awayeke girseyî hatiye pêşwazîkirin anî ziman ku azadiya wî azadiyeke fîzîkî ye û azadiya rasteqîn dê bi welatê azad û Rêbertiya azad pêk were.

 

Mehmet Salih Erden ê di 1995an de li navçeya Hezex a Şirnexê hatibû binçavkirin, cezayê muebetê lê hate birîn û piştî 30 salên girtî, şevê din ji Girtîgeha Tîpa F ya Xarpêtê hat berdan. Endam û rêveberên TUHAD-DERa Şirnexê, Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endamên û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, malbat û gelek kesan li bajaroka Erebanê Mehmet Salîh Erden pêşwazî kirin.

Girse piştre derbasî mala Mehmet Salîh Erden a li taxa Tûrgût Ozalê bû. Li vê derê Hevserokê TUHAD-DERa Şirnexê Aydin Denîz anî ziman ku ew weke sazî dibêjin çavê malbat, heval, hogir û Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ronî be.
‘Heya Rêberê Gelê Kurd azad nebe têkoşîn berdewam e’

Parlementer Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku gelê Kurd weke her qadê li qada zindanan de jî gelek berxwedan pêk anî û wiha got: “Îro bi vê berxwedanê em gehiştine asteke dîrokî. Heya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û hemû girtiyên me azad nebin, berxwedana me dê berdewam bike.”

‘Nîviya dilê min ma li pey dîwaran’

Mehmet Salih Erden ê piştî 30 salan di girtîgehê de hatiye ragirtin jî da zanîn ku derketina derve ya fîzîkî ji bo wî ne girîng e û ev tişt anî ziman: “Rast e îro ez li vir im lê nîvê dilê min li pişt dîwaran ma. Ji ber vê yekê heya ew hemû dernekevin, di welatek azad de bi Rêbertiya azad em jiyan nekin, em nikarin bêjin ev azadî ye. Heta hevalê me yê dawiyê û roja e azad nebe, têkoşîna me wê berdewam bike. Hemû keda me, xebatên me, têkoşîna me ji bo welat û roja azad e. Em nêzî rojên azad in, berdelên wê giran bûn lê azadî nêz e.”

Derbarê Mehmet Salih Erden de

Mehmet Salih Erden di sala 1995an li navçeya Hezex a Şirnex hat binçavkirin û piştre ji aliyê DGMê ve cezayê muebetê lê hate birîn. Erden 30 sal û 6 mehan bi dorê li Amed, Ordû, Sêrt, Erzirom, Oltû, Gumuşhaneyê hat ragirtin. Di 11ê çileya 2025an de cezayê xwe xelas kir lê ji aliyê Lijneya Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê ve berdana wî hatibû taloqkirin.

 

Etîket: Hevserokê TUHAD-DERa Şirnexê Aydin DenîzMehmet Salîh ErdenParlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

‘Pevçûnên navxweyî bingeha xwe ji mêtîngerî û pergala dewletê digirin’

16 HEZÎRAN 2026
Lîjneya girtîgehê biryara dadgehê binpê kir û berdana girtiyê 30 salî dirêj kir

Lîjneya girtîgehê biryara dadgehê binpê kir û berdana girtiyê 30 salî dirêj kir

30 ÎLON 2025
Berdana Erden ê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kirin

Berdana Erden ê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kirin

8 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne