• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Endamên PEyê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin

Navenda Nûçeyan / AW

25 SIBAT 2026 - 22:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) li Brukselê Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn guhdar kirin. Di civînê de daxwazên Kurdan ji bo misogeriya destûrî, pirsgirêkên ewlehî û vegera li Efrînê, gefa DAIŞê û rola YEyê ya garantoriyê hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û endama Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn li Parlamentoya Ewropayê ya Brukselê daxwaz û rewşa Rojava ji parlamenterên Ewropayê re vegotin.

Endama Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) Evîn Încîr axaftina vekirinê ya konferansê kir. Evîn Încîr diyar kir ku entegrasyon girînge, lê divê rêz ji mafên Kurdan re bê girtin.

Îlham Ehmed: Misogeriya destûrê pêwîste

Îlham Ehmed dema ku rewş û daxwazên Kurdên li Sûriyeyê vegot, anî ziman ku divê mafên Kurdan bi destûrî werin misogerkirin. Îlham Ehmed bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê û diyar kir ku ji bo Kurd di avakirina Sûriyeyeke nû de roleke xurttir bilîzin, li bendê ne ku tifqaên wan bêhtir piştgiriya wan bikin.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku hîn gefên DAIŞê berdewam dikin û di demên dawî de liv û tevgera wan hatiye dîtin û got, “Ji ber vê yekê, entegrasyon û bicihkirina leşkerî divê bi awayekî rast were kirin.”

Îlham Ehmed derbarê sînorkirina du saetan a perwerdehiya bi zimanê Kurdî de got ku ew vê yekê qebûl nakin û destnîşan kir ku divê ev yek wekî mafekî bingehîn di destûrê de were bicihkirin.

‘Divê Efrînî birêve bibin’

Îlham Ehmed anî ziman ku derbarê vegerê de pirsgirêk hene û nêzîkî 50,000 kesên ji Efrîn hîn jî koçberin û got, “Divê ewlehî û rêveberî ji hêla gelê Efrîn ve bê meşandin. Lê di vî warî de hîn jî tu gav nehatine avêtin.”

Îlham Ehmed diyar kir ku divê Kurd di nav dewlet û wezaretan de cih bigirin û got ku li Rojava pêdivî bi rêveberiyeke herêmî û ewlehiyê heye.

‘Divê YE ji bo Kurdan bibe garantor’

Îlham Ehmed bang li YEyê kir û wiha berdewam kir: “Ji bo pêşîgirtina komkujiyan, di hikûmeta Şamê de cih bigirin û Kurd û gelên din di destûrê de werin naskirin, pêdivî bi garantora li qadê rewşê bişopîne heye.”

Rohilat Efrîn jî diyar kir ku di pergala heyî de herî zêde jin bêpar hatine hiştin û ew bi zihniyetek radîkal re rûbirû ne.

Rohilat Efrîn got, “Nebûna misogeriyê xetereya ku bi êrîşên nû re bimînin heye. Divê mafên jinan bi awayekî şênber werin parastin.”

Rohilat Efrîn bi bîr xist ku YPJ modeleke ku dikare li her derê jinan biparêze û wiha domand: “Xetere berdewam dikin, pêdivî bi garantoriyê heye.”

Rohilat Efrîn diyar kir ku ger ev bibe, YPJ wê rola xwe di warên ewlehî û siyasî de bilîze û got, “Divê Yekîtiya Ewropayê jî piştgiriyê bide vê yekê.”

‘Xetereya DAIŞê berdewame’

Îlham Ehmed û Rohilat Efrin jî pirsên parlamenterên beşdarî konferansê bûn bersivandin.

Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê danûstandin berdewam dikin û got ku rewşa mirovî ya li Kobanê xirabe.

Rohilat Efrîn anî ziman ku agahiyên ku DAÎŞî ketine nav artêşê hene û diyar kir ku hebûna DAÎŞiyên di kampan de hîn jî rê li ber fikaran vedikin.

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku fikarên li ser mafên Kurdan berdewam dikin û ji ber ku Kobanê hîn di dopêçê de ye ev yek rê li ber fikaran vedike û got, ”Xetereya DAIŞê berdewam dike.”

Îlham Ehmed li ser pirsekê wiha axivî: “Parlamentoya Ewropayê biryarek derxist ku dibêje divê Kurd werin parastin, lê ew ê bi kîjan mekanîzmayê werin parastin? Ji bo parastina Kurdan pêdivî bi mekanîzmayekê heye. Li qadê dikarin komîsyonekê ava bikin. Ew dikarin hem vê pêvajoyê bişopînin û hem jî naskirina mafên Kurdan a destûrî bişopînin.”

Yekîtiya Ewropayê hat rexnekirin

Îlham Ehmed tevî avaniyek demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin jî ji ber Yekîtiya Ewropayê wan venexwendiye, rexne kir.

Rohilat Efrîn diyar kir ku li Şamê hikûmetek demkî hatiye avakirin, lê Kurdan tê de cih negirtin. Rohilat Efrîn destnîşan kir ku her çiqaî wan ji bo wezîrtiyê namzetek destnîşan kiriye jî, lê heta niha ti gavên fermî nehatine avêtin. Rohilat Efrîn got, “Di vê serdemê de berpirsiyariya herî mezin ew e ku xwedî li Kurdan were derketin.”

Îlham Ehmed wiha bersiv da pirsê: “Ne rast e ku em federasyonê naxwazin” û destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û bi taybetî DYAyê nêzîkatiyek navendî ya Şamê nîşan dan.

Îlham Ehmed jî got, “Em dibêjin ku pêdivî bi pergalek nenavendî heye. Me ev yek daxwaz kir. Ev yek nehat qebûlkirin.”

Îlham Ehmed anî ziman ku eger peyman bi tevahî were bicihanîn wê rê li ber pêşveçûnek girîng veke. Her wisa Îlham Ehmed der barê sîstema dadweriyê de got ku hîn jî zelaliyek tune ye, lê agahî hene ku Şam dixwaze li ser bingeha şerîetê pergalek dadweriyê ava bike.

Etîket: guhdar kırınİlham AhmedPERohılat Ecrin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

24 TEBAX 2026
Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe li PEyê rapora ‘pêvajoyê’ aşkere kir

Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe li PEyê rapora ‘pêvajoyê’ aşkere kir

4 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed: Ganî şarê ma helwêstêko neteweyî bimojno

Îlham Ehmed derbarê hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî re agahî dan

20 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Şamê ne

14 NÎSAN 2026
Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê misogeriya mafên Kurdan nîqaş kir

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê misogeriya mafên Kurdan nîqaş kir

26 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne