• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Aştî meseleya herî bingehîn a Tirkan e jî

Îzmîr / AW

25 NÎSAN 2026 - 17:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Tevgera Sosyalîst a Demokrasiyê (SHD) bi sernavê “Em li ser aştiyê diaxivin” panelek li dar xist. Endamê Şandeya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol di panelê de diyar kir ku aştî meseleya Tirkan bi xwe ye jî û got: “Dema ev pirsgirêk çareser bibe, wê hêza siyasî ya Kurdan a dînamîk û çalak bibe bingeha çareseriya pirsgirêkên din ên welêt jî.”

Tevgera Demokrasiya Sosyalîst (SDH), li Navenda Çandê ya Selahattîn Akçiçek a Konakê paneleke bi navê “Em li ser Aştiyê Diaxivin” li dar xist. Berdevkê SDHê Mûsa Pîroglu, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û Endamê Şandeya Îmraliyê Faîk Ozgur Erol wekî axivêr beşdarî panelê bûn. Gelek kes jî di panelê de amade bûn û guhdarî û temaşeyî panelê kir.

Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk destnîşan kir ku nîqaşên aştiyê îro tê wateya rizgarbûna ji zincîrên li ser Kurdistanê yên ku êdî bêhnê li her kesî diçikînin û got: “Dema em qala Kurdistanê dikin, mesele vediguhere axaftina li ser aştiyê. Em qala erdnîgariyekê dikin ku gava yekem a hemû şeran lê hatiye avêtin. Wekî sosyalîstên neteweya serdest, berpirsiyariyek dikeve ser milê me. Sosyalîst niha bi awayeke yekgirtî tevnagerin lê mînakên baş jî hene; mîna Doza Kumpasê ya Kobanê û şerê li Rojava ku sosyalîstên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi hev re têkoşiyan.” Burcugul Çubuk her wiha anî ziman ku divê aştî bi têkoşîna çînî û kedê re bibe yek û got: “Li kolanan mirov ji ber xema nan û debarê nikarin qala şer bikin. Heta em girêdana navbera şer û xizaniyê ji karkeran re nebêjin, têkoşîna me wê kêm bîmine.”

‘Pêvajo bi înîsiyatîfa birêz Ocalan pêş ket’

Endamê Şandeya Îmraliyê Faik Ozgur Erol jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û rola Abdullah Ocalan û diyar kir ku bêbaweriya mirovan tiştekî asayî ye û wiha pê de çû: “Faktora herî diyarker ji bo me birêz Abdullah Ocalan e. Me her tim got ku tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser çareseriya aştiyane ya pirsgrêka Kurd e. Ev pêvajoya ku bi hevdîtinên beriya 17 mehî dest pê kir, bi înîsiyatîfa birêz Ocalan a yekalî pêş ket. Wî piştî 50 salên pêvajoya çekdarî, zemîna siyaset û hiqûqa demokratîk nîşan da.”

‘Aştî pirsgirêka tirkan e jî’

Faîk Ozgur Erol anî ziman ku divê Kurd bi nasname û vîna xwe di nav hiqûqa komarê de cih bigirin û got: “Rastiya Kurd a ku hebûna wê nehatibû qebûlkirin, êdî dem dema wê ye ku di rêveberiya dewletê û siyasetê de bibe xwedî biryar. Rêbazên bêhiqûqî yên ku li Kurdistanê hatin ceribandin, niha li seranserê Tirkiyeyê belav bûne. Ji ber vê yekê, tevlêbûna Kurdan a li ser bingeha hiqûqê, wê dawî li vê rêveberiya derveyî hiqûqê bîne. Ev yek ji bo Tirkan jî avantajek e.”

‘Em ne bînerin, divê em têkoşînê bilind bikin’

Berdevkê SDHê Mûsa Pîroglu jî bal kişand ser rizîbûna civakî û bandora şer a li ser aboriyê û wiha got: “Şer ne tenê mirovan, aboriyê jî dihelîne. Heta ku şer ji Sêwasê wê de hebe û li vir jiyan asayî bê hesibandin tiştek dê safî nebe. Divê em qebûl bikin ku her kes di bin zextê de ye. Rizgariya ji vê desthilatdariyê tenê bi bilindkirina dengê aştiyê û demokrasiyê pêkan e.”

Mûsa Pîroglu herî dawî rexne li helwesta “temaşevaniyê” girt û ev yek anî ziman: “Dewlet bi xwe amûra tundiyê ye. Tiştê ku dewletan neçarî aştiyê dike, bilindkirina daxwaza aştiyê ya ji aliyê gel ve ye. Divê em ji helwesta temaşevaniyê derkevin û têkoşîna li qadan mezin bikin.”

Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Faîk Ozgur ErolTevgera Sosyalîst a Demokrasiyê (SHD)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

4 TÎRMEH 2026
Heyetê DEM Partî şi Îmrali

Şandeya DEM Partiyê ji Girava Îmraliyê vegeriya

27 ADAR 2026
Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

4 ADAR 2026
Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Karên Navxweyî re bi dawî bû

4 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

27 SIBAT 2026
Heyetê DEM Partî şi Îmrali

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

17 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne