• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em zanin ku kuştinên jinan polîtîk in’

Amed / AW 

11 TEBAX 2025 - 20:46
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Amedê li dijî kuştinên jinan yên ku di demên dawî de ji aliyê mêran ve tên kirin daxuyanî da.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê  ji bo balê bikişîne ser komkujiyên li ser jinan ku her diçe zêde dibe daxuyaniyek da çapameniyê. Daxuyanî li Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê hat dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk, hevşaredar û nûnerên gelek saziyên jinan tevî daxûyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Jinên tên qetilkirin serdema raperîna me ne’ û ‘Rêxistinbûn xweparastina me ye’ hatin hilgirtin û bênavber dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hat berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer beriya daxuyaniyê axaftineke kurt kir û got: “Ji bo civakeke demokratîk me dixwest em îro li vir bicivin, lê îro em ji bo kuştina jinan careke din li hev civiyan. Em ji bo li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin û civaka azad ava bikin hatin cem hev. Em dizanin ku ev qetlîmên jinan polîtîk in. Jinên ku li dijî van kiryaran radibin ji aliye mêran ve tên kuştin.”

Daxuyaniyê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir. Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê jinan ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Amedê Gulîz Kaya ve hat xwendin.

’30 jinan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da’

Gulîz Kaya da xuyakirin ku di encama polîtîkayên bêcezahiştinê de kuştina jinan zêde bûye û wiha axifî: “Di meha Tîrmehê de 31 jin hatin kuştin û 30 jinan bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Ev rewş ne tiştekî ku tenê bi şîdeta mêran bê vegotin e. Her roj jinek ji ber ku hevberdanê dixwaze tê kuştin, ji ber ku dibêje na, ji ber ku dixwaze bijî tê kuştin. Ev cînayet ne îzole ne; yekser di bin berpirsyariya dewletê, mekanîzmaya edaletê, saziyên hiqûqê û medyayê de pêk tên. Êrişên li ser maf û destkeftiyên jinan yên ji aliyê desthilatdariya siyasî ve, rêziknameyên yasayî yên ku dixwazin jinan di malbatê de heps bikin, axaftinên Diyanetê yên li ser cil û bergên jinan û êrişên li ser bedena jinan şerê li dijî jinan e.”

‘Polîtîkayên şerê taybet zirarê dide pêvajoyê’

Gulîz Kaya di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Di serdemeke wisa hêja de ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nîqaşkirin, êrişên li ser jinan, maf û destkeftiyên jinan û pêkanîna polîtîkayên şerê taybet zirarê dide pêvajoyê.”

Parlamentera Amedê Sevîlay Çelenk jî bal kişand ser sedema zêdebûna kuştina jinan di salên dawî de û got, “Şîdet her roj nêzî me dibe. Ev demeke dirêj e şîdeta li hemberî jinê ji sînorên toleransê derbas bûye.” Sevîlay Çelenk bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bal kişand ser pêwîstiya pêşîgirtina li kuştina jinan.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Etîket: AmedÇalakîJinmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne