• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ehmed Xoce: Rêveberiya Xweser ji hemû êrişan re amade ye

Mahmût Altintaş / AW

4 KANÛN 2024 - 08:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Endamê PYDê Ehmed Xoce bilêv kir ku komên çektar ên girêdayî Tirkiyeyê di çerçoveya dagirkirina herêmê û ji holêrakirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de êriş pêk anîne û got: “Rêveberiya Xweser ji hemû êrişan re amade ye.”

Komên Çektar ên giredayî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) êrişên xwe li herêmên Heleb, Tilrifat û Şehbayê didomîne. Komên çektar di 26ê mijdarê de êrişî Helebê kirin û piştî hezên rejîma Suriyeyê, Îran û Rusyayê li Helebê vêkişiyan Heleb dagir kirin. Di encama 8 rojên êrişan de komên çektar cihekî fireh dagirkirin û berê xwe dan Şehbayê. Piştî êrişên komen çektar Yekiniyên Parastina Gel (YPG) derbasî herêmê bû û welatiyên li Şehbayê derbasî herêmên ewle kirin. Di encama êrişan de gelek welatiyên sivîl jî ji aliye komên çektar ve hatin qetilkirin. Êrişên komên çektar li herême berdewam dike û li Minbîç û Derêzorê jî di nav bera komên çektar û hezên YPGê û gelê herême de pêvçûn berdewam dikin.

Li dijî êrişên komen çektar Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê seferberî ragihand û ji bo êrişan dest bi amadekariyên xweparastinê dike. Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce êrişên komên çektar li herêmê û amadekariyên Rêveberiya Xweser ji Ajansa Welat re nirxand.

‘Ew êriş di çerçoveya konsepteke li hevkirinê de pêk hatiyê’

Ehmed Xoce anî ziman ku li pişt êrişên komên çektar li hev kirineke hêzên serdest heye û ev tişt got: “Ew komên çete ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêmê tên bikaranîn giredayî Elkaîde ne. Di lîsteya terorê de ne. Ew êrişên komên çeteyan di çerçoveya planên Tirkiyeyê û hezên hegemon de pêk hatiyê. Armanca Tirkiyeyê têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û pergala Netewa Demokratîk e. Dewleta Tirkiyeyê her çiqas ji xwe dûrî wan çeteyan digire û dibêje tekiliya me bi wan tuneye jî ya ku tê xuyakirin têkiliya wan çeteyên bi Tirkiye û dewletên li herêmê re heye. Rusya jî dixwaze ji van geşedanan sûd bigire ji ber wê jî bersiv neda wan çeteyan. Her wiha Îran jî berjewendiyên xwe hene. Ew jî tê xuyakirin ku ew êriş di çerçoveya konsepteke li hevkirinê de pêk hatiye.”

‘Armanc ji holerakirina Rêveberiya Xweser e’

Di berdewama axaftina xwe de Ehmed Xoce destnîşan kir ku li pişt komên çektar Tirkiye heye û yek jî armanca êrişan ji holê rakrina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Ehmed Xoce axaftina xwe wiha domand: “Piştî Helebê berê xwe dan Hamayê. Rejîma Suriyeyê li Hamayê parastin kir wan jî berê xwe dan herêmên Kurdan. Ji ber ku armanca Tirkiyeyê hebûna Rêveberiya Xweser û destkêftiyên gelê Kurd ji holê rake. Piştî êrişan gelê me yê li Şehba weke ku pêvajoya dagirbûna Efrînê de koçber bûn careke din koçber bûn. Welatiyên li Şehbayê li wir şerê xwe parastinê kirin. Rêveberiya Xweser jî ket hewldanan ku li wir korîdorekê vêkin û gelê me yê li herêmê bînin cihên ewle. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji şoreşa Rojava û pê ve hertim rastî êrişan hatin. Ji ber wê amadekariyên me hene. Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û di vê çerçoveyê de amadekarî tên kirin. Ji ber ku em dizanin Tirkiye li pişt van êrişan e û armanca wan jî Rêveberiya Xweser e. Em niha di pêvajoya ku heta dawiyê xwe parastina xwe bikin de ne. Baweriya me ji bilî me tu hezan tune ye. Hemû hêz li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Em ê jî heta dawiyê parastina xwe bikin. Jixwe di destpêka şoreşê de jî me ji xwe re xeta 3emîn hilbijart û li gor derfetên xwe li vir jiyaneke nû ava kir. Me xwe nesper tu hêzan. Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di wê ferqê de ye ku çarenûsa me şerê gelê şoreşgerî ye. Gelê me xwedî tecrubeye jî.”

‘Li ser esasê şerê gelê şoreşgerî gel jî tê amade kirin’

Ehmed Xoce bal kişand ser bêdengiya hezên serdest ên weke Amerika û Rusyayê û wiha pê de çû: “Projeya hezên Serdest li Rojhilata Navîn heye. Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hamasê diyar bû ku hezên serdest dixwazin li Rojhilata Navîn pergala xwe biguherînin. Li herême gelek hêz hene. Heza Amerikayê û ya Rusyayê heye. Dixwazin herême di nav xwe de parve bikin. Ji bo wê jî komên teror li gor berjewendiyên xwe bikartînin. Jixwe di van êrişên dawî de jî me dît. Ji aliyekî ve daxuyanî didin dibêjin ew hêzên terorin ji aliyê din ve jî çavê xwe digrin û rê li pêşiya êrişan vêdikin. Dixwazin axa Rojava û Suriyeyê li gor berjevendiyên xwe parçe bikin. Tirkiye jî dibêje divê gelê Kurd li Rojava ne xwedî statû be. Ew êrişên niha jî bi van plan û projeyan ve giredayî ye.”

Ehmed Xoce diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li dijî êrişan di asteke bilind de amadekariyên xwe pêk tînê û axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya Xweser ji hemû êrişan re amadeye. Dema ew êrişan nû destpêkir jî Rêveberiya Xweser daxuyanî da got ew rewş hasas e ji ber wê em binêrin wê ber bi ku ve biçe. Rêveberiya Xweser di asteke bilind de amadekariyên xwe pêk tîne. Di asta ewlehiye û xwe parastinê de amadekarî tên kirin. Li ser esasê şerê gelê şoreşgerî gel jî tê amadekirin. Rêveberiya Xweser bi awayekî hesas nezî vê rewşe dibe. Li ser wê çawa destkêftiyên herême biparêzê amadekariyê dike. Jixwe niha seferberî hatiyê ragihandin û di vê çerçoveyê de di asteke bilind de amadekarî tên kirin.”

Etîket: Ahmed XoceBakur û RojhilatPYDYPG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
YPJê têkildarî entegrasyonê û danûstandinên bi Şamê re daxuyanî da

YPJê têkildarî entegrasyonê û danûstandinên bi Şamê re daxuyanî da

4 TEBAX 2026
‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

3 TEBAX 2026
Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

2 TEBAX 2026
Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

21 TÎRMEH 2026
PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

30 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne