• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Medîne Orhan hate berdan

    Medîne Orhan hate berdan

    Çalakiya karkerên madenê bi ser ket

    Çalakiya karkerên madenê bi ser ket

    Sultan Kaya li ser milê jinan hat oxirkirin

    Sultan Kaya li ser milê jinan hat oxirkirin

    Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

    Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

    Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

    Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

    Otomatik taslak

    Bîranîna Geverê: Şehîd xwedî exlaq û sekin bûn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Medîne Orhan hate berdan

    Medîne Orhan hate berdan

    Çalakiya karkerên madenê bi ser ket

    Çalakiya karkerên madenê bi ser ket

    Sultan Kaya li ser milê jinan hat oxirkirin

    Sultan Kaya li ser milê jinan hat oxirkirin

    Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

    Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

    Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

    Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

    Otomatik taslak

    Bîranîna Geverê: Şehîd xwedî exlaq û sekin bûn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

E-pirtûka ‘Gotinên Derûnkolerî’ der çû

Amed / AW

27 TEBAX 2026 - 15:36
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Derûnnas û nivîskar Brahîm Alûcî, bi e-pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Gotinên Derûnkolerî” ku di nav Weşanxaneya Çandnameyê de derket, ronahiyê dide ser derûniya mirovê bindest û mekanîzmayên dagirkirina hiş.

Derûnnas Brahîm Alûcî ku berê jî gelek e-pirtûkên li ser medyaya dîjîtal belav kiribû û her wiha di nava Weşanên Belkiyê de pirtûka bi navê “Xezîneya Çanda Kurdî – Gotinên Pêşiyan” weşandibû, vê carê bi berhemeke taybet a di warê derûnkoleriyê de li pêşiya xwendevanan e.

Ji sedan aforîzmayên li ser derûniya bindestan pêk tê

E-pirtûka nû ya Alûcî ji sedan aforîzmayên ku balê dikişînin ser derûniya mirovê bindest û ji du beşên sereke pêk tê:

Beşa Yekem: Aforîzmayên ku bi peyva “Ajoyên jiyanê” dest pê dikin û li gorî alfabeya kurdî hatine rêzkirin dihewîne.

Beşa Duyem: Ferhengokeke ji têgihên derûnkoleriyê yên wekî ego, îd û derhişî pêk tê.

Nivîskar bi vê şêwaza xwe ya aforîzmayî armanc dike ku xwendevan di warê derûnkoleriyê de xwendinê bi “pêlên hêdî” di hişê xwe de hîs bikin.

Ziman wekî ‘Mala Mirovan’ tê pênasekirin

Di berhemê de, Alûcî navên derûnnasên navdar ên wekî Freud, Lacan, Winnicott û Fanon digire dest û wan ji bo analîzkirina civak û zimanê kurdî bi kar tîne. Li gorî pirtûkê, ziman “mala mirovan e” û dûrketina ji ziman, di heman demê de dûrketina ji xwebûnê ye.

Her wiha nivîskar bindestiyê tenê weke rewşeke siyasî nagire dest; berevajî vê yekê, dagirkirina hişî û trawmaya ku di nava bêdengiyê de dimîne hûr dike û dihone.

Di heman demê de derûnînasiyê ne tenê weke qadeke tenduristiyê, lê belê wekî kiryareke siyasî û derûnî ya berxwedanê pênase dike. Bi vê perspektîfê re, berhem di hişê xwendevanan de rê li ber lêpirsînên nû û kûr vedike.

Ji bo kesên eleqedar, dikarin e-pirtûkê li ser sepana înternetê peyda bike.

Etîket: Brahîm Alûcîderûnîe-pirtûk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Derûnnas Kepenek: Perwerdehiya bi zimanê Kurdî bingeha herî berbiçav a aştiyê ye

Derûnnas Kepenek: Perwerdehiya bi zimanê Kurdî bingeha herî berbiçav a aştiyê ye

23 COTMEH 2025
Derûnnas Jiyan Ay: Ziman avakirina xwebûnê ye

Derûnnas Jiyan Ay: Ziman avakirina xwebûnê ye

30 TÎRMEH 2025
‘Li dijî rizîbûnê, civakeke demokratîk û ekolojîk divê’

‘Li dijî rizîbûnê, civakeke demokratîk û ekolojîk divê’

3 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna Şiyar Jîrkî didome: Em ê soza wan ji xwe re bikin doz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne