• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DTSO: Deriyê Sînor ê Nisêbînê dê di 31ê Adarê de bê vekirin

Amed / AW

27 SIBAT 2026 - 12:04
Kategorî: ROJANE
A A
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya da zanîn ku wan agahî wergirtine ku Deriyê Sînor ê Nisêbînê dê ji 31ê Adarê ve jinûve bê vekirin.

Civîna Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ya meha Sibatê bi beşdariya serok û endamên Komîteyên Pîşeyî li eywana civînê ya odeyê pêk hat. Seroka Meclisê Nevîn Îl civîn bi rê ve bir. Serokê Lijneya Rêveberiya DTSOyê Mehmet Kaya yê di civînê de axivî, anî ziman ku divê bajarên herêmê weke Herêma Pîşesaziyê ya Mega bê îlankirin.

Mehmet Kaya bal kişand ser dorpêça li Kobanê berdewam dike û wiha got: “Weke hûn dizanin me bi navê Platforma Piştevaniyê û Parastina Bajêr xebatek da destpêkirin. Bi taybetî bi pêşengtiya serokatiya odeya me û piştgiriyeke mezin a endamên meclisê û endamên komîteya pîşeyî, alîkariyên pir girîng hatin komkirin. Helbet armanca me ya sereke ew bû ku em vê alîkariyê di zûtirîn demê de bigihînin Kobanê ya ku di bin dorpêçê de ye. Armanca me ya ewil ew bû ku em alîkariyê di zûtirîn demê de ji Deriyê Murşîtpinarê bigihînin Kobanê. Lê daxwaza me bi rayedarên AFADê û ligel du nûnerên me ji deriyekî din re gihişt Kobanê. Alîkariya mirovî gihişt Kobanê. Ya ji bo me girîng ew bû. Cara ewil bi rêya organîzasyoneke sivîl alîkarî gihişt herêma di bin dorpêçê de. Niha em ji bo kampanyayeke duyemîn her tim daxuyaniyan û agahiyan belav dikin. Alîkarî tên komkirin û hevdîtinên me berdewam dikin. Em ê malzemeyên alîkariya mirovî yên bi heman rêbazê hatine komkirin li gel du hevalên me an ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê an jî ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê re bigihînin Kobanê.”

Mehmet Kaya diyar kir ku wan agahî wergirtine ku Deriyê Sînor ê Nisêbînê ku demeke dirêj e girtî ye dê ji 31ê Adarê ve ji nû ve were vekirin û destnîşan kir ku bi vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbînê re wê her du alîkarî jî bi hêsanî werin şandin û bazirganiya bi Sûriyeyê re wê ji nû ve dest pê bike.

Du bajar dê ji pîşesaziya Farqînê sûdê bigirin

Mehmet Kaya bi lêv kir ku ji bo avakirina Herêma Pîşesaziyê ya Organîze Îhtîsas Pîşesaziya Xwarin û Çandiniyê ji Emlaka Mîlî veguhestina tapoyê hatiye kirin û anî ziman ku dê Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê bibe heremeke ku Amed û Êlih jê sûdê werbigirin.

Etîket: Deriyê Sînor ê Nisêbîn û QamişloyêDTSOSerokê DTSOyê Mehmet Kaya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

23 ÎLON 2026
DTSO: Mûçeyê herî kêm ê herêmî dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê

DTSO: Mûçeyê herî kêm ê herêmî dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê

28 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne