• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê dewlet ji xizmên windayan lêborîn bixwaze’

Navenda Nûçeyan / AW

8 TEBAX 2026 - 15:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiyên Xizmên Windayan ku her hefteyê tê lidardixin, vê hefteyê li Amed, Êlihê û Colemêrgê berdewam kir. Li Amedê aqûbeta Mûhyetîn Taştekîn ê ku di 5ê cotmeha 1993yan de li bajaroka Anzar ê Mûşê ji aliyê leşkeran ve hat revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin, li Êlihê jî aqûbeta Abdûrrahîm Demîr ê di 17ê tebaxa 1995an de li navçeya Wêranşerê ya Rihayê hat windakirin û li Colemêrgê jî aqûbeta Metîn Kiratli yê 10 salî ku di 18ê Nîsana 1992yan de ji hêla Tabûra Komandoyan a Geverê ve hat kuştin, hat pirsîn. 

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 913emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mûhyetîn Taştekîn ê ku di 5ê Cotmeha 1993yan de li bajarokê Anzar ê Mûşê ji aliyê leşkeran ve hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn.

‘Divê edalet were bicihanîn’

Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli ku destpêka çalakiyê de axivî diyar kir ku kesên cînayetên kiryarên nediyar kirine peywîrdarên dewletê bûne û wiha got: “Heta niha gelek ji wan dozên derbarê van kiryaran de hatine vekirin an ketine an jî bi demboriyê hatine xistin. Em li vê derê her hefte dibêjin divê ev êşa dilê dayîkên me de were tefandin. Divê edalet were bicihanîn. Du sal in li vê erdnîgariyê qala aştî û çareseriyê tê kirin niha jî pêşnûmeyek pêşkeşî Meclisê hate kirin. Tevî ku gelek kêmasiyên vê pêşnûmeyê hene jî em weke gaveke erênî dibînin. Lê hêj gelek rê heye ku em tê de bimeşin. Rêya demokrasiyê gelek dûr û dirêj e. Ev qanûn tê re nakin. Divê zagon bê guhertin. Divê polîtîkaya necezakirinê ji holê bê rakirin. Divê komîsyona ku ji bo windayan hatiye avakirin ne dozên talî dozên ku seranserê vê erdnîgariyê eleqedar dikin bişopîne. Di encama van dozan kesên ku sûcdar in derkevin meydanê. Kî dibe bila bibe divê ji vî gelî, ji van dayîkan, ji xizmên windayan lêborînê bixwazin û wê zirarê tanzîm bikin. Encax dilê dayîkên me bi vî awayî nerm bibe û baweriya wan bi aştiyeke mayînde were. Em bang li rayedaran dikin gavên ku tên avêtin em jî bi erênî pêşwazî dikin lê ev kêm in, qels in divê gavên wêrektir bên avêtin. Divê hemû netewe û baweriyên li ser vê erdnîgariyê dijîn bikaribin xwe îfade bikin û êşên wan ji holê bên rakirin.”

Dû re Rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Yahya Polat çîroka Mûhyettîn Taştekîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 749emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li aqûbeta Abdûrrahîm Demîr pirsin. Abdûrrahîm Demîr ê di 17ê Tebaxa 1995an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê li ser rêya ku nêzîkî Qereqola Cendirmeyan, ji aliyê cendirmeyan ve hatibû binçavkirin û windakirin. Ji wê rojê ve ji Abdûrrahîm Demîr tu agahî nayên girtin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Rêveberê Şaxa ÎHDa Êlihê Zana Yucel Bozkûrt çîroka Abdûrrahîm Demîr xwend.

Çalakiya xizmên windayan bi deqîqeyekê rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, çalakiya xwe ya bi navê ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ ku di hefteya 239an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku li ser ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ dinivîsand hat vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin rakirin.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Metîn Kiratli yê di 18ê Nîsana 1992yan de dema li hember mala xwe ya li taxa Yeşîldereyê li ber pez bû, di encama gulebarana ku ji noqteyeke nobetê ya leşkerî ya Tabûra Komandoyan a Geverê hat de, hat kuştin. Metîn Kiratli dema hat kuştin 10 salî bû.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hat xwendin.

Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: Abdûrrahîm DemîrMûhyetîn TaştekînXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne