• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite’

Amed / AW

14 SIBAT 2026 - 16:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Bismilê civîna gel li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke sermuzakerevanê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di şertên azad de bixebite.

Platforma Saziyên Demokratîk a Bismilê bi dirûşma “Em bi hev re xurt in, pirsgirêkan bi hev re çareser dikin” li Eywana Dawetê ya Firatê ya navçeya Bismilê ya Amedê civîna gel li dar xist. Endam û rêveberên DBPê, DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Ji Rêbertiyê re azadî, ji Rojhilata Navîn re aştî û aramî”, “Em ê tarîtiyê bi ronahiya paradîgmaya Rêbertî ronî bikin”, “Di paradîgmaya Rêbertî de israr, li dijî hemû êrişan jehrkuj e”, “Em bi serhildana xwe komployan pûç dikin, bi Rêbertî re azad dibin” û “Weke kulîlka Lotûsê tevî hemû zehmetiyan em ê serbikevin” hatin daliqandin. Civîn ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Dû re ji bo civînê dîwan hate hilbijartin. Di dîwanê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, endamê Meclisa DBPê Mehmet Şirîn Tûnç û li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Nevzat Tekel cih girtin.

‘Divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike’

Axivêrên ku bi rêzê axivîn di civînê de têkildarî Komploya 15ê Sibatê, mafê hêviyê, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava, Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn axivîn. Axivêran bal kişandin ser Komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komplo şermezar kirin. Axivêran qala yekîtiya gelê Kurd kirin û destnîşan kirin ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û xurt bike. Axivêran anîn ziman ku ji bo ku tifaqa gelê Kurd pêk were divê xebat bên meşandin û bi lêv kirin ku Şoreşa Kurdistanê şoreşa jinan e û hewceya li ser meseleya jinan bê sekinandin

Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe

Dû re beşdarên civînê têkildarî nîqaşên hatin kirin, pirs kirin û xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Axivêrên di civînê de bersiva pirsan dan, bal kişandin ser mafê hêviyê û destnîşan kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd weke sermuzakerevanê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di şertên azad de bixebite. Axivêran destnîşan kirin ku yekîtiya neteweyî divê teqez pêk were û ev yek bivê nevê ye. Axivêran bal kişandin ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser yekîtiyan neteweyî ya Kurd jî û diyar kirin ku helwesta Abdullah Ocalan a têkildatî yekîtiyê heman e. Axivêran her wiha destnîşan kirin ku divê ev sal bibe sala azadiyê ya Abdullah Ocalan. Axivêran qala tifaqa gelê Kurd a a li dijî êrişên ser Rojava jî kir û xwestin xwedîderketina li Rojava bê domandin.

Ji bo meşa 15ê Sibatê banga tevlibûnê

Di dawiya civînê de ji bo meşa li dijî Komploya 15ê Sibatê ya sibê saet di 18.00an de li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê dest pê bike û heta Qada Îstasyonê bidome, banga tevlibûnê hat kirin.

 

Etîket: Civîna Gel ya BismilêKomploya Navneteweyî ya 15ê SibatêMeşa Koşuyoluyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

15 SIBAT 2026
Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu TÊ NÛKIRIN

Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu TÊ NÛKIRIN

15 SIBAT 2026
Remzî Kartal: Azadiya Rêber Apo dikare pêşî li şerê Rojhilata Navîn bigire

Remzî Kartal: Azadiya Rêber Apo dikare pêşî li şerê Rojhilata Navîn bigire

13 SIBAT 2026
KCKê bang li Şamê kir: Divê êriş bisekinin û muzakere bidomin

KCK: Em bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re’ rabin ser piyan

12 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne