Li gorî rapora Navenda Mafê Zarokan FÎSAyê, di nava 5 mehan de herî kêm 303 zarok mirine û bajarê ku herî zêde mirina zarokan lê çêbûye jî Riha ye.
Navenda Mafên Zarokan a FÎSAyê rapora xwe ya meha Çile-Gulana 2026an weşand. Li gorî rapora ku ji agahiyên medyaya herêmî, neteweyî û rêxistinên mafên mirovan hatiye berhevkirin, di 5 mehên pêşîn de li Tirkiyeyê herî kêm 303 zarok ji ber sedemên ku pêşî lê dihat girtin yanî ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest dane.
Lêkolîna ku binpêkirinên mafê jiyanê li 69 bajaran lêkolîn kir, wekî salên berê hejmara herî zêde ya mirina zarokan li Rihayê (18 zarok) tomar kir. Piştî Rihayê; Antalya bi 16 mirinan, Mereş û Stenbol jî bi 14 mirina zarokan derketin pêş.
Di bûyerên ku li saziyên cemaweriyê yan jî ji ber xemsariya rayedaran qewimîn de herî kêm 46 zarok mirin. 22 ji van zarokan di dema wergirtina xizmetên tenduristiyê de, 20 di dema perwerdehiyê de, 2 di dema lênêrînê de û 2 jî di dema ji xizmetên rêveberiyên herêmî de sûd werdigirtin, mirine. FÎSAyê diyar kir ku ev rewş encama bêkêriya mekanîzmayên parastina zarokan e.
Ji ber nekarîna dewletê ya bicihanîna erkên xwe yên rêzikname, çavdêrî û pêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtinê, herî kêm 257 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ev mirin di bin sernavên tundî, mirinên li cihê kar, sersarî û binpêkirinên din de hatin dabeşkirin. Di heman demê de, herî kêm 26 zarokan hat angaştin ku xwe kuştiye, 8 zarokan di bûyerên çekên takekesî de û 14 zarokan jî di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.
Tedbîr neyên girtin
Di 5 mehan de herî kêm 39 zarokan li qadên vekirî yên bajarî û gundan jiyana xwe ji dest dane. 31 ji van zarokan di bendav, çem û bi piranî kanalên avdanê yên aîdî Karên Hîdrolîk ên Dewletê (DSÎ) de ji ber xeniqînê mirine. Ji 11 zarokên ku di qezayên navmalî de mirine 8 jê ji pencere û balkonên vekirî de ketine.
FÎSAyê destnîşan kir ku tevî sîstematîkbûna van mirinan jî tedbîr nayên girtin.
Banga tedbîran
Ji 21 zarokên ku di dema xebatê de mirine; 11 jê di çandinî û sewalkariyê de, 3 jê di înşaetê de ji jor ketine û yek jê jî di pîşesaziyê de mirine. Herî kêm 2 ji van zarokan di çarçoveya MESEMê de dixebitîn. Di qezayên kar de 6 zarokên penaber ên karkerên çandiniyê yên demsalî jî li stargehên demkî yên xeternak jiyana xwe ji dest dane.
Di pênc mehên pêşîn de herî kêm 24 zarokan ji ber tundiyê mirin e; 13 ji ber tundiya hemsalan, 6 ji ber tundiya zayendî, 4 ji ber tundiya navmalî û yek jê ji ber kuştina zarokan.
FÎSAyê destnîşan kir ku ev wêne nîşan dide ku tundî di têkiliyên herî nêz de çêdibe û banga xwe bîra her kesî xist: “Parastina mafê jiyanê yê zarokan tenê bi çareserkirina pirsgirêkên avahîsaziyê yên ku tundiyê çêdikin û xurtkirina mekanîzmayên parastina zarokan dikare pêk bê.”













