Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, xwediyê şîrketa ACA Ragihandinê Mehmet Aca ku sewqê Edliyeya Dêrsîmê hat kirin, hat girtin.
Di operasyona pêla duyemîn a di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de xwediyê şîrketa ACA Ragihandinê Mehmet Aca hatibû binçavkirin. Mehmet Aca piştî îfadeya dozgeriyê sewqê Dadgeriya Ceza Sulh hat kirin û ji sûcdariya ‘tunekirina delîlan’ hat girtin.
Îfadeyên hevjîna waliyê wê demê yê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Handan Sonel û cerdevan Yilmaz Arslan didome.













