• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFGê rapora xwe aşkere kir: Azadiya çapemeniyê temînata bingehîn a civaka demokratîk e

Amed / AW

3 ADAR 2026 - 10:41
Kategorî: DARAZ, MANŞET, ROJANE
A A
DFGê rapora xwe ya meha Sibatê ya derbarê binpêkirinên mafên rojanmegeran ragihand. DFGê da zanîn ku di meha sibatê de 11 rojnameger hatine binçavkirin 5 rojnameger hatine girtin û destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê garantiya bingehîn a civaka demokratîk e.

 

Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Sibatê ya li ser binpêkirina mafan a li dijî rojnamegeran ragihand. Li gorî daneyên rapora DFGê di meha sibatê de 11 rojnameger hatine binçavkirin 5 rojnameger hatine girtin, ji 9 rojnamegeran re bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn û xwegihandina 31 nûçeyan û 272 naverokên medyayê hatine astengkirin.

‘Hevkarên me ji ber xebatên xwe tên binçavkirin û girtin’

DFGê diyar kir ku daneyên di rapora wan de cih digirin careke din nîşan didin ku mafê jiyanê, ewlehî û azadiya ramanê ya rojnamegeran li Tirkiyeyê di bin xetereyeke cidî de ye û wiha got: “Ji ber xebatên wan ên rojnamegeriyê êrişa fizîkî li hevkarên me tê kirin, tên binçavkirin, girtin û bi tundiya darazê re rû bi rû dimînin. Êrîşa li ser Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) ya di meha Sibatê de xeleka dawî ya vê zincîra zextê bû. Deriyê ajansê hate şikandin û alavên nûçeyan hatin desteserkirin. Ji pênc rojnamegerên ku di encama serdegirtinê de hatin binçavkirin çar hatin girtin. Rojnamevan Alîcan Ûlûdag jî ji ber nûçeyên ku çêkirin û parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hat girtin.

DFGê bal kişand ku di roja dawî ya Sibatê de, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Nûçeyan a ANKAyê Kenan Şener di nav de sê rojnameger ji ber ku liv û tevgera li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê kirin nûçe, hatin binçavkirin.

Hejmara rojnamegerên girtî derket 30î

DFGê da zanîn ku bi girtina pênc rojnamegeran re di meha Sibatê de, hejmara rojnamegerên girtî derket 30î û wiha domand: “Rojnamegerên di girtîgehê de jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Rojnameger Alî Bariş Kûrt ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1an a Maltepeyê ya Stenbolê tê ragirtin tevî ku diviyabû di Mijdara 2025an de bihata berdan, bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê hê jî bi awayekî neqanûnî tê girtin.”

DFGê destnîşan kir ku sansûra ku di meha Çileyê de gihişt lûtkeyê, di meha Sibatê de berdewam kir û agahî dan ku hesabên medyaya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê ku di meha Çileyê de çar caran hatibûn astengkirin, di meha Sibatê de jî carekê hatin astengkirin

DFGê di berdewama rapora xwe de daneyên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran û saziyên çapemeniyê wiha parve kir:

“Binpêkirinên Mafê Jiyan û Ewlehiyê

Di van demên dawî de:
Êrişî 6 rojnamegeran hate kirin,
11 rojnameger hatin binçavkirin,
5 rojnameger hatin girtin,
Bi ser malên 6 rojnamegeran de girtin,
Mûameleya xerab li 3 rojnamegeran kirin
Gef li rojnamegerekê xwarin,
Şopandina nûçeyan a 3 rojnamegeran hate astengkirin,
Li girtîgehan 2 binpêkirinên cuda yên rojnamegeran hatin tespîtkirin.

Ev pêkanînên li dijî rojnamegeran nîşan didin ku çalakiyên wan ên pîşeyî rasterast tên krîmînalîzekirin.

Zextên li ser azadiya îfadeyê

Derbarê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin.
Derbarê 5 rojnamegeran de doz hat vekirin.
Ji 9 rojnamegeran re bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar lîre cezayê pereyan hat birîn.
Di 30 dosyayan de darizandina 45 rojnamegeran didome.
Ji 4ê Adara 2026an ve, 30 rojnameger di girtîgehê de ne.

Pêvajoyên darazê di meha Sibatê de jî berdewam kirin ku li ser rojnamegeran bibe amûreke sîstematîk a zextê.

Sansûr û astengiyên li dijî saziyên medyayê

Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji bo 2 weşanên cuda cezayê pereyan birî.
Biryara qedexekirina 10 weşanan hate pêkanîn.
Xwegihandina 31 nûçeyan hate astengkirin.
Xwegihandina 272 naverokên medyayê hate astengkirin.

Ev tablo ne tenê rojnamegeran, di heman demê de mafê gel ê wergirtina nûçeyan jî armanc dike.”

‘Binçavkirin, girtin û zexta li dijî rojnamegeran nayê qebûlkirin’

DFGê destnîşan kir ku binçavkirin, girtin, zext û pêkanînên sansurê yên li dijî rojnamegeran nayê qebûlkirin û diyar kir ku azadiya çapemeniyê garantiya bingehîn a civaka demokratîk e.

DFGê di dawiya rapora xwe de ev bang kir: “Em bang li rayedaran dikin ku dawî li binpêkirinên li dijî rojnamegeran bînin û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî li Tirkiyeyê li hemberî binpêkirina mafan a di warê azadiya çapemeniyê de hesas bin. Xebatên rojnamegeriyê nikarin bên darizandin. Rojnamegerî ne sûc e.”

Etîket: Binpêkirina Mafê RojnamegeriyêDFGRapora Meha Sibatê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026
MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

MKG û DFGê Denîz Firat li ser gora wê bi bîr anî

8 TEBAX 2026
DFGê Yahya Orhan, Ferhat Tepe û Çetîn Abayay bi bîr anî

DFGê Yahya Orhan, Ferhat Tepe û Çetîn Abayay bi bîr anî

28 TÎRMEH 2026
DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

3 TÎRMEH 2026
Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

29 HEZÎRAN 2026
DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

DFGê Bayram Balci bi bîr anî: Têkoşîna wî dê her tim bijî

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne