Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê ya entegrasyonê de Desteya Jinan a Cizîrê entegreyî Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Kar û Barên Civakî bû.
Di çarçoveya pêkanîna Peymana 29ê Çileyê ya entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de, doh û îro di navbera Desteya Jinan a Cizîrê û Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Kar û barên Civakî ya hikumeta demkî de rêzecivîn hatin lidarxistin.
Piştî civînan, hat ragihandin ku Desteya Jinan a Cizîrê bi pergala Desteya Malbat û Nifûsê re hatiye entegrekirin.
Li gorî lihevhatinê wê nivîsgeh û navendên Desteya Jinan a Cizîrê xebatên xwe dewam bike.








