• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Derbarê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîneke nû hate destpêkirin

Wan / AW

3 SIBAT 2026 - 16:11
Kategorî: ROJANE
A A
Derbarê rojnameger Oznûr Deger de bi hinceta ku wêneyê polîsan girtiye û parve kiriye, lêpirsîn hat destpêkirin.

Derbarê rojnameger Oznûr Degerê de bi hinceta ku wêneyê polîsan girtiye û parve kiriye, lêpirsîn hat destpêkirin. Di 29ê Çile de li Wanê li dijî êrişên HTŞê yên li ser Rojava de meşek hat lidarxistin. Piştî meşê polîsan êrişî ciwanan kiribû û gelek ciwan bi îşkencê hatibûn binçavkirin. Rojnameger Oznûr Deger jî di vê çalakiyê de wêneyê ku polîs êrişî ciwanan dike girtibû û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiribû. Lê ser vê yekê derbarê Oznûr Deger de bi hinceta “Tehrîkkirina nefretê, sorkirina dijminatiyê û biçûkxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin.

‘Gelek rojnameger ji ber guleyên plastîk birîndar bûn’

Oznûr Deger di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de li Midûriyeta Polîsan a Wanê îfade da. Di îfadeyê de ji Oznûr Deger pirsa “Bi çi armancê û çima we wêneyê polîs girt?” hate kirin. Oznûr Deger diyar kir ku ew karê rojnamegeriyê dike û ji bo vê armancê wêne girtiye û got: “Piştî meşê, gelek polîs, tevî yê di wêneyê de xuya dike mudaxeleyî girseyê kirin. Wekî rojnamegerekê, min ev mudaxele tomar kir. Gelek polîs, tevî yê di wêneyê de jî xûya dike hem li dijî min û hem jî li dijî gelek hevkarên min spreya îsotê û guleyên plastîk bikar anîn û wan hewl da ku çapemeniyê asteng bikin. Gelek hevkarên me ji ber mudaxeleya polîsê di wêneyê de bi guleyên plastîk birîndar bûn û li ser laşên wan şop çêbûn.”

‘Li dijî polîsan lêpirsîn bidin destpêkirin’

Oznûr Deger di îfadeya xwe de bi domdarî wiha got: “Ji ber ku tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran û girseyê hem di wêne û hem jî di wêneyên ku li ser hesabên din ên medyaya dîjîtal hatine parvekirin de eşkere ye, ez bawer dikim ku divê li dijî polîsan tedbîr werin girtin. Karê min tenê ragihandina nûçeyan e û ev wêne tenê wêneyên ku min wê rojê wekî beşek ji pîşeyê xwe yê rojnamegeriyê kişandine ne. Li şûna ku lêpirsînek li dijî min ji ber belgekirina tundiya polîsan were vekirin, divê lêpirsînek tavilê li dijî polîsê ku gelek kesan, ji zarokekî 12 salî bigire heya welatiyekî 70 salî birîndar kiriye û mudaxaleya dijwar li dijî girseyê kiriye, were destpêkirin.”

Etîket: Oznûr Deger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Doza Oznûr Deger û Osman Akin hat taloqkirin

Doza Oznûr Deger û Osman Akin hat taloqkirin

16 HEZÎRAN 2026
Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

Ne ji îşkencekariyê lê ji rojnamegeriyê re ceza tê xwestin

21 GULAN 2026
MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

3 GULAN 2026
Rojnameger Oznur Deger rê ceza ameye dayene

Derbarê lêpirsîna rojnameger Oznur de biryara neşopandinê

20 SIBAT 2026
Ceza li rojnameger Oznûr Degerê birîn

Ceza li rojnameger Oznûr Degerê birîn

21 COTMEH 2025
Rojnameger Oznûr Deger serbest berdan

Rojnameger Oznûr Deger serbest berdan

22 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne