Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç û Ji Komîsyona STKê û Partiyên Siyasî re têkildar Sultan Ozcan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi çapemeniyê re civiyan. Qanûna çarçoveyî, hevdîtina heyetê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, partiyên siyasî re û gelek mijar hatin axaftin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê berpirsê çapemenî û propagandayê Tayîp Temel, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç û Ji Komîsyona STKê û Partiyên Siyasî re têkildar Sultan Ozcan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Enqereyê bi rojnamegerên Kurd û muxalîf re civiya. Di civînê de derbarê merhaleya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê, hevdîtinên heyeta DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktên bi heyeta AKPê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re pêkanîbûn û gelek mijaran de agahî dan. Ji çapemeniya Kurdî û muxalîf gelek rojnameger tevlî civînê bûn û pirsên xwe yên derbarê pêvajoyê de pirsîn.
Di serî de Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civînê de axivî û diyar kir ku mebesta wan a civînê rast agahdarkirina civînê û pêşîgirtina agahiyên şaş ên derbarê pêvajoyê de ne, ew ê li ser pêvajoyê çapemeniyê agahdar bikin û hemû pirsên hatine pirsîn bi bersivînin.
‘Me pêşniyarên xwe kirin’
Ayşegul Dogan diyar kir ku li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo qanûna çarçoveyî di meha Tîrmehê de bê çêkirin lihevkirinek heye û ev agahî da: “Li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û qanûna çarçoveyî lihevkirinek heye ku beriya Meclis bikeve betlaneyê qanûna çarçoveyî wê di meha Tîrmehê de were Meclisê. Di hevdîtinên me kirine de û li gorî daxuyaniyên hatine dayîn li ser vê yekê lihevkirinek heye. Li ser navaroka qanûna çarçoveyî jî dan û standinên nû hatin kirin. Me li ser divê qanûna çarçoveyî kategoriyê neke, hemû kesan bigire nava xwe û weke, ‘sûc, nesûc’ û fermandar nefermandar nebe, pêşniyarên xwe kirin.”
Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re
Ayşegul Dogan li ser astengiyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî ev yek anî ziman: “Her wiha mijarek jê jî astengiyên hevdîtinên bi birêz Ocalan re ye. Me ji bo hevdîtinên bi birêz Ocalan re rêk û pêk werin kirin û hevdîtin neyên astenkirin pêşniyar û daxwazên xwe kirin. Astengkirina hevdîtinên bi birêz Ocalan re fikaran bi xwe re tîne. Rol û misyona birêz Ocalan diyar e. Ji bo wê jî li ser qanûna çarçoveyî divê fikir û ramanên birêz Ocalan bê girtin. Ji bo wê jî hevdîtinên bi birêz Ocalan re rêk û pêk werin kirin.”
‘Pêşnûmeyeke niviskî nehat parvekirin’
Ayşegul Dogan derbarê hevdîtinên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya bi AKPê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re jî wiha got: “Hevdîtin erênî derbas bûn. Muzakerekirin bixwe tiştek baş e. Pêşnûmeyeke bi nivîskî nehat parvekirin. Piştî dan û standinan em li bendê ne ji bo lihevkirinek bibe divê di serî de bi birêz Ocalan re û piştre bi DEM Partî û partiyên din re ev pêşnûme bê parvekirin. Di hevdîtina bi Devlet Bahçelî re jî Devlet Bahçelî li ser pêvajoyê biryardariya xwe anî ziman û ji bo beriya Meclis bikeve betlaneyê divê ev qanûn were rojevê û li ser vê lihevkirinek heye.”
Agahiyên li ser kongreya DEM Partiyê
Ayşegul Dogan derbarê kongreye jî diyar kir ku li gorî perspektîfa Komara Demokratîk ew ê partiyê ava bikin û wiha axivî: “Em ê di 20ê Îlonê de li Enqereyê kongreyê li dar bixin. Beriya vê jî em ê 2 konferansên mezin li dar bixin. Yek ya giştî û yek jî ya jinan dê bibe. Li ser nav jî niha tiştek diyarkirî tune ye. Lê ew kongreya nû bûnê ye. Rêgeza me tê nivîsandin û wê ji hemû aliyan ve nûbûnek bê kirin.”
Banga 27ê Sibatê
Tayîp Temel jî bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Banga 27ê Sibatê ji bo Kurdên ku di bin serweriya 4 dewletan de dijîn û Tirkiyeyê mîladek bû. Bi vê bangê re pêvajoyeke pevçûnê ku welatî hatin kuştin, koçber bûn û îşkence dîtin bi dawî bû. Ew bang manîfestoya nû ya dema nû bû. PKKê piştî vê bangê agirbesta yek alî ragihand. TSKê jî piştî vê bangê li gor vê agirbestê tevgeriya û operasyonên nû nekir. Berê jî tiştên wisa diqewimîn. Lê piştî kongreya xwefesixkirina PKKê ev pêvajo gihîşt merhaleyeke nû.”
‘Me gavên hatine avetin weke rapor pêşkeşî Abdullah Ocalan kir’
Tayîp Temel diyar kir ku şewitandina çekan pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKKê bû û axaftina xwe wiha domand: “Ew rêbaz ji bo biryardariya PKKê nişan bide hat hilbijartin. Piştre jî di navbera PKKê û dewletê de mekanîzma hatin avakirin û dan û standin kirin. Vê makanîzmayê cihên ku rîska pevçûnê çêbike diyar kir û PKKê jî ji van cihan vekişiya. Heta mehên zivistanê jî paşvekişandin berdewam kir. Weke heyeta DEM Partiyê jî hemû gavên ji aliyê PKKê ve hatin avêtin weke rapor ji Girava Îmraliyê re birin û her wiha dewletê jî raporên erênî girtin.”
‘Divê qanûnên muzakereyê û aştiyê bên çêkirin’
Tayîp Temel destnîşan kir ku divê qanûnên li pêşiya demokratîkbûyinê asteng in bên rakirin û wiha got: “Komîsyonek jî hat avakirin. Komîsyon çû girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê jî hem Hewlêr êû hem jî Silemaniyê piştgiriya vê pêvajoyê kir. Qanûna çarçoveyî jî divê heke xwişk-biratî û wekheviya hemû gelên Tirkiyeyê pêknayne tenê dikare pêvçûnan rawestînin. Ji bo wê jî divê qanûna bikaribe çareseriyeke mayînde pêkbînê pêk were. Hê jî pirsgirêka demokrasiyê heye. Hê jî astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî hene. Hê jî Kurd weke Kurd nayên pênasekirin. Her wiha li dijî muxalefetê û taybet jî şeraderiyên Kurd operasyon tên kirin û yên hatine hilbijartin di girtîgehê de ne. Divê qanûnên muzakereyê û aştiyê bên çêkirin û qanûnên li pêşiya demokrasiyê astengin bên rakirin. Ew jî heta guherandina destûra bingehîn diçe.”
‘Ji bo statuya birêz Ocalan jî me pêşniyar kir’
Saruhan Olûç jî diyar kir ku wan di hevdîtinan de li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pêşniyar kirine û wiha axivî. “Li ser qanûnekî ku vê pêvajoyê pêşve bibe hemû partiyan li hev kiribû. Ew jî li ser xala demokratîkbûnê hatibû girtin. Yek ji wan qanûna cezayê ya “terorê” û rêveberiyên herêmî bû. Di vir de hatibû gotin ku divê ew qanûn bên sererastkirin û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi cih werin. Li gor agahiyên hatine girtin ew qanûna taybet beriya meclis bikeve betlaneyê dê bê çêkirin. Dibe ku ew qanûn 11-12 xalan pêk were. Me pêşniyarên xwe kirin. Me pêşniyarên xwe bi Abdullah Ocalan re parve kirin. Abdullah Ocalan jî pêşniyar kirin û me ew pêşniyar ji dewletê re ragihand. Wan jî nîşe girtin. Me got divê qanûneke hevgirtî pêk were û kategoriyê neke ku hemû kes karibe sûd bigirin pêk were. Her wiha ji bo statuya birêz Ocalan jî me pêşniyar kir. Pêşniyarên me di vê çarçoveyê de bûn.”
‘Ne me, ne jî dewletê bi awayekî niviskî pêşnûme parve nekir’
Saruhan Oluç diyar kir ku pêşniyar bi awayekî devkî hatine parvekirin û ne wan ne jî desthilatê bi awayekî niviskî pêşnûmeyek pêşkêş nekirine û got: “Desthilatê jî ew pêşniyarên me guhdar kirin û nîşe girtin. Wan jî pêşniyarên xwe kirin. Ne me, ne jî dewletê bi awayekî niviskî pêşnûme parve nekir. Dibe ku di demên pêş de di vî warî de pêşketineke nû çêbibe. Yên li sirgunî Ewropayê bûne û ceza girtine jî derbarê wan de jî sererastkirinek bibe. Heke hemû tişt bi awayekî erênî bi rê ve biçe jî pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratik çareser nabe lê zemîneke demokratîk ji bo çareseriyê dê pêk were. Ji bo çareseriya demokratîk em wisa difikirin ku hewcehî bi sereratkirina destûra bingehîn heye. Lê em dikarin bêjin ne di hevdîtinên me de û ne jî li Îmraliyê nîqaşên guherandina destûra bingehîn nehatiye kirin. Lê em her tim dibêjin pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke guherandina destûra bingehîn de pêkan e.”
‘Em ê bi hemû partiyan re dan û standinên li ser qanûnan bidomînin’
Saruhan Oluç anî ziman ku ew ê dan û standinên bi partiyên siyasî re bidomînin û wiha axivî: “Piştî lihevkirinek li ser qanûna çarçoveyî çêbibe û em jî li bendê ne lihevkirinek çêbibe piştre jî ji bo çêkirina van qanûnan gav dikarin bên avêtin. Hewldanên me jî di vê derbarê de ne. Em ê bi hemû partiyan re dan û standinên li ser qanûnan bidomînin. Em hevî dikin di vê derbarê de hemû kes li hev bikin. Piştî qanûn bên çêkirin pêkanîna wê girîng e. Ji ber ku dê bi hezaran kesan bigire nava xwe û divê bê pirsgirêk ew qanûn bi cih were. Her wiha roleke mezin a Ocalan heye. Divê şert û mercên hiqûqî werin diyarkirin û statuya wî pêk were. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê ew yek pir girîng e.”
‘Di navbera dewletê û PKKê de makanîzmayek heye’
Li ser pirsan Tayîp Temel da zanîn ku mekanîzmaya ku ji bo pêvajoyê di navbera dewletê û PKKê ku xwefesix kiriye de ji bo xetere dernekevin û provakasyon çênebin dan û standin hene û ev yek anî ziman: “Herêma Kurdistanê jî vê mekanîzmayê re malovaniyê dike. Muxatabê qanûnan jî Ocalan e. Heta qanûn dernekevin çekdanîn nikare çêbibe. Ji bo ew pirsgirêk çareser bibe ji aliyê Tirkiyeyê ve ew îrade hê pêk nehatiye. Ew îrade di destê Ocalan de heye. Ji aliyê Bahçelî ve piştgirî heye. Serokkomar jî wisa lê hê di çapemeniyê de ew ziman pêk nehatiye. Ya ku jiyana hevpar diparêze Ocalan e. Lê hê jî çapemenî zimanekî qirêj bikar tîne. Dewletê biyara vê nedaye; ‘Em ê êşên hatine kişandin bidin aliyekî û vê pêvajoyê çareser bikin’. Me ev yek ji devê wan nebihistiye. PKKê hemû qadên dikare rîrskê çêbike vekişiya. Di nîqaşên li Giravê tên kirin de jî ji aliyê rêxistinê ve jî tê kirin ev derdikeve; Divê qanûn li gorî fesixkirina PKKê bên çêkirin û hemû dozên derbarê PKKê de hatine vekirin bi dawî bibin. Lê endamên rêxistinê dê li ku derê bijîn û çi bikin ev mijara muzakereyê ye. Yanî divê qanûn zemîna muzakereyê vebike. Ev qanûn jî bi awayekî ku endamên rêxistinê di hatina wan a Tirkiyeyê de astengiyan nekişînin dikare ji muzakereyê re bê hiştin.”
‘Em hevî dikin ku pêşnûmeya desthilatê bibin Girava Îmraliyê’
Saruhan Oluç li ser pirsa “heke pirsgirêk derbikeve hûn ê çi bikin” jî diyar kir ku ji bo pirsgirêk dernekevin çi ji destê wan were ew ê bikin ku ew pêvajo bi awayekî serkeftî encam bibe û got: “Em hêvî dikin ku pêşnûmeya desthilatê bibin Girava Îmraliyê. Lê em nizanin dê çi bike. Em hêvî dikin pêşnûmeyê bibin. Me pêşniyarên xwe kirin. Dewletê li pêşniyarên Abdullah Ocalan jî guhdarî kir. Hemû kes divê çi bibe dizane. Mesele îradeya siyasî ye. Hemû kes jî pêşniyarên li hemberî hev dizanin. Em bazariyekê nakin. Lê jixwe di pêşiya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tu astengî tune ne. Pêkneanîna van biryaran pirsgirêk e. Di rapora komîsyonê de biryara bidawîbûna sepana qeyiman hebû.”
‘Ev projeyeke dewletê ye’
Ayşegul Dogan jî li ser pirsan bi lêv kir ku di hevdîtinan de ew daxwaz û pêşniyarên xwe û rexneyên xwe yên li ser ziman tê bikaranîn jî ji aliyan re parve dikin û wiha got: “Ne efû ne jî poşmantî nikare çareseriyê bîne. Divê dev ji vê yekê bê berdan. Divê hemû partiyên siyasî li ser pêşnûmeqanûnê li hev bikin. Qanûneke ku ne yek alî hem pêşniyarên me û hem jî pêşniyarên Ocalan di nav de cih bigirin û pêşnûmeyeke hevpar bi cih were. Di hevdîtinê de li ser hin endamên rêxistinê dê derveyî qanûnê bimînin, girtiyên cezayê giran derveyî qanûnê bimînin nîqaşek nehatiye kirin. Qanûna vegerê jî ew e ku yên ku dê vegerin dê bi çi qanûnan vegerin û tev li siyaset û civakê bibin, divê çi bê kirin ji bo wê jî hewceyî bi mekanîzmayan heye. Ew projeyeke dewletê ye. Bixwe jî dibêjin ku ew ê bi paş ve gavan neavêjin û ev projeya dewletê ye.”
Saruhan Oluç jî li ser pirsan diyar kir ku ev pêvajo ji aliyekî din ve jî lîstikeke kişikê ye û kî baş bizanibe ew ê bi ser bikeve û got: “Pirsigirêk tenê bi rêya hiqûq û demokrasiyê dikare bê çareserkirin.”













