• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DBP û DEM Partî: Werin em ciwanên xwe ji nav vê qirêjiyê rizgar bikin

Amed / AW

9 TÎRMEH 2026 - 16:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê ji bo piştgiriya pêngava Platforma Şiyar Be ya “Rabin” daxuyanî dan. Hevserokê DBPê yê Amedê Ahmet Dogan bang li gel kir ku ji bo ciwanan ji qirêjiyê xelas bikin tev li Platforma Şiyar Be bibin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî destnîşan kir ku ji bo ciwanan ji tiryak û fihûşê xelas bikin divê dest bidin destê hev û ciwanan ji rêya xerab xelas bikin.

Rêxistinên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) ên Amedê li ber avahiya DEM Partiyê ya Amedê ji bo piştgiriya pêngava Platforma Şiyar Be! ya “Rabin” daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokên DBPê yên Amedê Rûçem Vefa Elyakût û Ahmet Dogan, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê tev li daxuyaniyê bûn.

‘Em zarokên xwe ji nav vî qirêjiyê derxin’

Ahmet Dogan diyar kir ku ji sala 2000î vir ve, li Rojhilata Navîn şerekî fîzîkî ji hêla hêzên hegemonîk ve tê meşandin û wiha got: “Di sala 2015-16an de jî li Kurdistanê, bi taybetî li bakurê Kurdistanê, hem bi êrîşa qeyiman hem jî bi êrişa fizîkî li ser partiya me, li ser gelê me şerekî dijwar hat meşandin. Lê belê, şerê herî dijwar, şerê ku em bi taybet nav dikin, li ser gelê me, li ser civaka me hat meşandin. Ji ber vê yekê me jî weke partî, sazî û dezgeh bi navê Şiyar Be, platformek ava kir. Li dijî tiryakê, fihûşê, çetetiyê me platformek bi vî rengî ava kir. Platforma ku hatiye sazkirin, ev nêzî du salan e xebatên xwe bi serkeftî dimeşîne. Di nav gel de jî bi erênî, bertekên baş em digirin. Weke partî jî em ê di nav vê platformê de xebatên xwe di asta herî mezin de bi gelê xwe re bidin meşandin. Em ê ciwanên xwe, keç û xortên xwe ji nav vê qirêjiyê rizgar bikin. Ji ber vê yekê, lazim e ku hemû gelê me di vî warî de şiyar be. Ji bo ku em zarokên xwe ji nav vê qirêjiyê derxin, ji vê pergala qirêj derxin, hemû gelê xwe vedixwînin nav vê platformê û têkoşîna li hember vê qirêjiyê em bidin meşandin.”

‘Werin em dest bidin destê hev û ciwanên xwe rizgar bikin’

Gulşen Ozer jî bangawaziya têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên şerê taybet kir û ev tişt gotin: “Ji salên 1990î û vir ve polîtîkayên şerê taybet her tim bi rûyekî cuda derdikevin pêşberî me. Di salên 1990î de piştî cînayetên kiryarên nediyar, pişt re sîxurkirin, pişt re jî bi rêya hişbir û fihûşê lîstikên qirêj ên ku li ser ciwanên Kurd û gelê Kurd tên lîstin, em li qadan, li parkan û di bêçaretiya nav malbatan de dibînin. Wekî ku tê bîra we Platforma Şiyar Be berî çend rojan bi deklarasyonekê got ‘Êdî Şiyar bibin’. Ji bo em zarokên xwe ji fihûş û hişbirê rizgar bikin, werin em weke gel dest bidin destê hev. Mîna têkoşîna ku Kurd bi sedsalan e didin, em jî îro ciwanên xwe û paşeroja xwe rizgar bikin. Weke partiyên siyasî em li vir in, li gel wan in û piştgiriyê didin wan. Em bang li tevahiya gel dikin, werin em dest bidin destê hev û paşeroja xwe û ciwanên xwe ji vê riya xirab rizgar bikin. Paşeroj di tarîtiyê de nayê meşandin. Ez bawer dikim ku her kes dê berpirsyariyê bigire ser xwe. Em ê vê têkoşînê bi hev re bi ser bixin.”

Etîket: DBPDEM PartîPlatforma Şiyar Be
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Li Geverê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

28 COTMEH 2026
Bakirhan: Em dixwazin wêneya yekîtiyeke xurt bidin gelê xwe

Bakirhan: Em dixwazin wêneya yekîtiyeke xurt bidin gelê xwe

25 COTMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê bi HDKê û pêkhateyên xwe re civiya

Hevserokên DEM Partiyê bi HDKê û pêkhateyên xwe re civiya

21 COTMEH 2026
DEM Partiyê ji Meclisê xwest ku ji bo cenaze û goristanên rûxandî lêkolînê bike

DEM Partiyê ji Meclisê xwest ku ji bo cenaze û goristanên rûxandî lêkolînê bike

21 COTMEH 2026
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

19 COTMEH 2026
Heyetek Yekîtiya Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

Heyetek Yekîtiya Ewropayê serdana DEM Partiyê kir

19 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne