• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayika sê cangoriyan: Divê ewil Serokê me azad bibe

Fexredîn Kiliç / AW

13 MIJDAR 2025 - 08:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Xemê Ete ya ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de 3 zarokên wê canê xwe ji dest dane li ser pêvajoya heyî axivî û gavneavêtina dewletê rexne kir. Xemê Ete xwest aştiyeke baş çêbibe û got: “Divê ewil Serokê me azad bibe, hepsiyên me bên berdan.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî di 5-7ê Gulanê de kongeraya xwe ya 12emîn pêk anî û biryara xwefexiskirinê ragihand. Dû re Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 gerîlayan pêk dihat di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li Silêmaniya merasîmeke dîrokî li dar xist û li wir çekên xwe îmha kirin. Herî dawî jî Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo silametiya pêvajoya heyî di 26ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyanî da û ragihand ku wan hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişandine. Tevî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ev gav avêtin jî hêj dewletê tu gav ne avêtine. Gelê Kurd û gelek beşên civakê ji ber gavneavêtina dewletê ji pêvajoyê bifikar in û dixwazin dewlet gavên şênber biavêje ku pêvajo bi aştiyeke mayînde encam bigire.

Sê xwişk û bira dan peye hev

Yek ji malbatên ku dixwazin pêvajo bi aştiyeke mayînde encam bigire jî malbata Ete ya ji Sêrtê ye ku niha li Taxa Yenîkoyê ya Bismilê rûdinê. Sê zarokên malbata Ete di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane. Muhsîne Ete (Sema Koçer) di sala 2005an de li Sêrtê tev li PKKê dibe û di 5ê Tebaxa 2009an de li herêma Kato Marûnis a navçeya Elkê ya Şirnexê bi hevalekî xwe re di kemînekê de jiyana xwe ji dest dide. Hesen Ete (Koçer Rûstem) yê ji şehadetê xwişka xwe bi bandor dibe di sala 2010an de tev li PKKê dibe û di 21ê Cotmeha 2014an de di şerê li dijî DAIŞê de li Şengalê jiyana xwe ji dest dide. Sûltan Ete (Sila Tolhildan) jî di sala 2014an de li Botanê tev li PKKê dibe û di 22yê Mijdara 2022yan de li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dide. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê di 22yê Cotmehê de ragihandibû ku Sûltan Ete jiyana xwe ji dest daye.

‘Em divên lihevhatinek çêbibe’

Dayika sê cangoriyan Xemê Ete têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û gavneavêtina dewletê rexne kir. Xemê Ete xwest ku aştiyeke baş pêk were û wiha got: “Em divên lihevhatinek çêbibe. Bila derê hefs û zindanan bê vekirin, Serokê me azad bibe. Em dixwazin Serokê xwe bibînin û weke gelê Kurd bibin xwedî maf. Em naxwazin ne dayikên leşkeran ne jî dayikên Kurdan bigirîn.”

‘Êşa me êşa hemû gelê Kurd e’

Xemê Ete diyar ku her sê zarokên wan ji bo meseleya Kurd çareser bibe canê xwe dan û wiha domand: “Êşa me êşa hemû gelê Kurd e. Sê zarokên min çûne bila qurbana Kurdistanê bin. Em pê serbilind û serfiraz in. Zarokên me berê xwe dane wê rêya paqij.”

‘Divê dewlet jî gavekê biavêje’

Xemê Ete bal kişand ser gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtine û wiha pê de çû: “Gerîla ji bo lihevhatinê, aştiyê, Serokatiyê çekên xwe şewitandin û rabûn hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandin. Divê dewlet jî gavekê biavêje lê hêj neavêtiye. Em hêvî dikin ku dewlet gavekê biavêje û xweşî, aştî û azadî çêbibe. Bila ne dayikên leşkeran ne dayikên gerîlayan ne jî dayikên hepiyan bigirîn.”

‘Em dixwazin Serokê me were nav me’

Xemê Ete got ku “Em dixwazin Serokê me were nava me, em wî bibînin” û ev yek anî ziman: “Divê dewlet ewilî gavekê ji bo Serokatiyê biavêje. Ji bo hepsiyan, lihevhatinê biavêje. Lê heta niha dewletê hê jî tu tişt nekiriye. Divê ewil Serokê me azad bibe, hepsiyên me bên berdan û dinya xweş bibe. Heke gav neyên avêtin wê pêvajo nemeşe.”

 

 

 

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştî û Civaka Demokratîkpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne