• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayika sê cangoriyan: Divê êdî azadî û aştî pêk were

Omer Demîr / AW

17 HEZÎRAN 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Edene – Fatma Çîg a ku sê zarokên wê di şerê azadiyê de canê xwe dane diyar kir ku gelê Kurd ne wekî berê ye, nayê xapandin û got ku ji bo aştî pêk werê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtî hemû bên berdan.

Malbata Cîg di sala 1994an de ji ber zext û zordariya leşkerên dewletê neçar dimîne ku ji gundê Erê yê ser bi Şirnexê ve koçî Edeneyê bikin. Sê ferd ango zarokên malbata Çîg di şerê ji bo azadiyê de canê xwe ji dest dan e. Her wiha temenê zarokên malbatê jî di heps û zindanan de derbas bûye.

Abdullah Çîg (Welat) di sala 1997an de li Çiyayê Gabarê, Yusuf Çîg (Welat Rojava) li Kobanê û Heybet Çîg (Diyana Amanos) jî sala di sala 2017an de li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe dest dan e. Huseyîn Çig 31 sal û dayika wî Fatma Çîg jî 3 sal û 9 meh di girtîgehê de man e. Fatma Çîg gelek caran hatiye binçavkirin û berdan. Fatma Çîg tevî ewqas bedelên giran û zextên dijwar jî bênavber doza azadî û aştiyê dike. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Fatma Cîg têkildarî zextên li wan hatine kirin û pêvajoya “Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk” ji Ajansa Welat re axivî.

Her roj gule û top li ser gundê wan hatine barandin

Fatma Cîg diyar kir ku ew di destpêka salên 1990î de gelek bi zext û zordariya leşkeran re rû bi rû man e û beriya zextên dewletê gundê wan Erê gundekî di nav xweşiyê de bûye. Fatma Çîg anî ziman ku piştî leşker bi ser gundê wan de girtin e her roj kuştin şer û çêbûn û got: “Bi şev û bi roj leşkeran diavêt ser gundê me. Her roj gule û top dibarandan ser gundê me. Rojekê em di nav erd de bûn û bi topan êrişî me kirin. Du kerên me hatin kuştin. Hê jî ev li ber çavê min û ji bîra min naçe. Heta sala 1993yan welê derbas bû.”

Leşker gefa kuştinê lê xwariye

Fatma Çîg diyar kir ku di sala 1993yan de her roj li Çiyayê Gabarê qiyameta şer radibû û êdî piştî şerê dijwar qewimî hemû gundên herêmê bi darê zorê hatin valakirin. Fatma Çîg da zanîn ku leşkeran xistine serê wê û gotine, “em ê te bikujin”.

Gundê wan hê jî qedexe ye

Fatma Çîg destnîşan kir ku gelek salên wan di bin zordariya leşkeran de derbas bûn û her roj leşkeran diavêt ser gund û gundiyan li meydana gund kom dikirin û gefên şewitandina gund û kuştinê li wan dixwarin. Fatma Çîg bi bîr xist ku îro jî hê çûna gundê wan qedexe ye. Fatma Çîg anî ziman ku dema ku piştî 31 salan kurê wê Huseyîn ji girtîgehê derketiye xwestiye herin gund lê leşkaran nehiştiye.

Abdullah, Yusuf, Heybet…

Fatma Çîg diyar kir ku kurê we Abdullah Cîg (Welat) di sala 1997an de li Gabarê, Yusuf Cîg (Welat Rojava) li Kobanê, keça wê Heybet Çîg (Diyana Amanos) jî di sala 2017an de di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan e û kurê wê Huseyîn 31 sal û ew jî nêzîkî çar salan di girtîgehê de man e.

Zordariya dewletê li ser malbatê her dom kiriye

Fatma Çîg da zanîn ku ew ji ber zextên leşkeran di sala 1994an de neçar mane terka gundê xwe bikin û koçî Edeneyê bikin û li vir jî zordariya dewletê li ser wan berdewam kiriye. Fatma Çîg got ku keça wê Heybetê ji ber zextên dewletê berê xwe daye çiyê û piştî keça wê çûye çiyê jî zext û zordariya dewletê bi dijwarî li ser wan dewam kiriye. Fatma Çîg bal kişand ser zextên dewletê ku li wê kirin e û got ku ew gelek caran hatiye binçavkirin û berdan. Fatma Çîg anî ziman ku her cara polîsan ew dixistin binçavan sixurtî lê ferz kirin e û bal kişand ser îşkenceya ku polîsan li zarokên wê kiriye. Fatma Çîg diyar kir ku piştî kurê wê ji bo Rêberê Gelê Kurd xwe şewitandiye her roj polîsan ew dişopandin.

‘Em dixwazin Serokê me û tevahî girtî bên berdan’

Fatma Çîg destnîşan kir ku ew dixwazin tiştên xweş çêbibe û ev xwîna rijandin were sekinandin û got: “Ez dixwazim Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên me bên berdan. Bi hezaran kesên nexweş îro di girtîgehan de ne. Divê ew jî demildest bên berdan. Divê efûkî giştî pêk were. Êdî em ne gelê berê ne. Gelê Kurd li ser linga ye û xwedî hêz e. Kezeba me dayikan şewitî, êdî bila kezeba dayikan neşewite. Şehîdên me bi şîrê van dayikên kezebşewat mezin bûn. Em li pey rêç û doza wan in. Em dixwazin edelet pêk were. Serokê tu gelî ewqas di girtîgehê de neman e. Em dixwazin Serokê me were nav me. Em naxwazin ne gerîla ne leşker jiyana xwe dest bidin. Xwîn li ku bê rijandin, ew der dişewite. Baweriya me bi Erdogan nayê. Divê gelê me li ser lingan be. Em hêvîdarin ku tiştên baş çêbibin.”

Etîket: Abdullah OcalanaştîAzadidewletKocberi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne