• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Li Manisayê qezaya xedar: 11 kes mirin

    Ramazan Tan li Stenbolê hate bibîranîn

    Ramazan Tan li Stenbolê hate bibîranîn

    Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bibîranîn

    Nivîskar Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bibîranîn

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

Amed / AW

12 TÎRMEH 2026 - 21:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Ben û Senê ya Amedê daxuyani dan û dûre meşiyan. Azad Kilinç di daxuyaniyê de wiha got: “Rêber Apo ku ser muzakerwanên pêvajoyê ye, 49 roj in di bin tecridê de tê girtin. Divê statûya siyasî ya Rêber Apo were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî demildest were dabînkirin.”

Meclîsa Ciwanan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, naskirina statûya wî û çêkirina qanûnên pêwîst, li ber Birca Heft Birayan a li navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ku gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêbertî” hatin berzkirin û posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Li gel nûnerên partiyên siyasî gelek ciwan beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Azad Kilinç ve hate xwendin.

‘Şewitandina çekan, ji bo pêvajoyê gava herî watedar û herî girîng bû’

Azad Kiliç diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de kiribû nîşan da ku jiyaneke demokratîk û pêşerojeke azad gengaz e û got: “Ev modela ku Rêber Abdullah Ocalan danî holê bêbersiv nema; hem gelê Kurd hem jî tevgera azadiya Kurd bersiveke pir xurt da vê bangê. Di 11ê Tîrmeha 2025an de li şikefta Casenê şewitandina çekan, ji bo pêvajoyê gava herî watedar û herî giring bû. Hat nîşandan ku ev bang ne tenê di gotinê de maye, di pratîkê de jî ji bo pêkanînê amade ye. Bicihanîna vê berpirsiyariya dîrokî tenê bi gavavêtina her du aliyan gengaz e. Lê belê em dizanin ku tevî vê bangê û van hemû gavan jî, ji aliyê dewlet û desthilatê ve heta niha tu gav nehatine avêtin. Ne ji bo çareseriyeke mayinde zemînên pêwîst hatine avakirin, ne jî veger hatibû kirin li ser pêşnûmeya qanûnê ya ku Rêber Apo pêşkêş kiribû.”

‘Rêber Apo 49 roj in di bin tecridê de tê girtin’

Di berdewama axaftina xwe de Azad Kilinç anî ziman ku li gel vê yekê, Rêberê Gelê Kurd ku ser muzakerwanên pêvajoyê ye, 49 roj in di bin tecridê de tê girtin û wiha got: “Rê nayê dayîn ku ne şande, ne parêzer û ne jî malbat hevdîtinê bikin, ev yek tê astengkirin. Ev nêzîkatî zirareke mezin dide baweriya aştiyê ya gelan û hêviya jiyana hevpar. Em ji vir bang dikin; divê tecrîda li ser Rêber Apo demildest were rakirin, muzakereyên di asta siyasî de bi awayekî şefaf ji gel re werin ragihandin û qanûna ku ji bo çareseriyeke mayinde û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst e, were derxistin. Divê statûya siyasî ya Rêber Apo were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî demildest were dabînkirin.”

Etîket: AmedAzadiMeclisa Ciwanan a DEM PartiyêmesRêber apo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo tu astengî nemaye!

Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo tu astengî nemaye!

8 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne