• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Bila azadiya Ocalan pêk were û pêvajo bidome

Şirnex / AW

24 HEZÎRAN 2026 - 20:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a Cizîrê de got ku divê dewlet demildest azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne û bi vî awayî pêvajo berdewam bike.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Drmokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, ‘Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin’ serdana dikandarên Sanayiya Piçûk a Cizîrê kir û tev li civîna gel a li gundê Şabaniyê yê navçeya Cizîrê yê Şirnexê bû. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a li gundê Şabaniyê de li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku divê dewlet destpêkê şert û mercên azadiya Ocalan pêk bîne û bi vî awayî pêvajo berdewam bike.

‘Divê dewlet demek nêz çarçove qanûnê aşkere bike û derxîne’

Di serdana dikandarên Sananiya Piçûk a Cizîrê de Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Ûysal Aslan got ku gel li bendê ye ku dewlet gav biavêje û wiha axivî: “Em dixwazin di demek nêz de qanûn derkevin. Her wiha divê dewlet qanûnên ku qala wan tê kirin aşkere bike. Di vê pêvajoyê de tişta ji bo me herî girîng yekitiy e û yekitiya me çiqas xurt be destkeftiyên me jî wê ew qas zêde bin.”

Dewletê fam kir ku pirsgirêkêk bi rêbazên şer çareser nabe

Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna li gel dikandar de bal kişand ser qewimînin Rojhilata Navîn û wiha got: “Vaye hefteyek pêtir e, em li nav gelê xwe digerin û li ser pêvajoyê şêwirê dikin. Di rojhilata navîn de şerek mezin heye û ev şer dewletên rojhilata navîn mecbûrî rêyek nû dike. Heya îro dixwestin çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi rêbazên şer çareser bikin. Li Tirkiyeyê meclîsê heya îro bi derxistina zagonên şer nêzîkî pirsgirêkê dibû û êdî aqlê dewletê dizane ku ev rêbaz nabe çareserî. Di maseyê hatiye avakirin de bazarek tuneye, li ser maseyî mafên gelê Kurd tên dayîn. Mafê hebûna Kurdan, mafê ziman, nasname û çanda Kurdan tê dayîn. Ji ber ku heya îro Kurd nedihat naskirin rastî gelek rêbazên bê hiqûqî hatin. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê ne û ji bo mafê xwe têkoşîna demokrasiyê didin.”

Hebûna Kurdan divê di qanûnan de were naskirin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku di avakirina komarê de Kurd hebûne, her wiha divê îro jî hebûna Kurdan bikeve nava komarê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Heya îro dema siyasetmedarên Tirk dihatin Kurdistanê, Kurd dihatin naskirin û dema diçûn Tirkiyeyê Kurd nasnedikirin. Di avakirina vê komarê de Kurd hebûn û îro di encama tpkoşîna me hebûna Kurdan hatiye qebûlkirin. Di avakirina vê komarê de gelek gel hebûn û îro şerê me ji bo jiyanek bi hev re ye. Her dem aştî di rojeva me de hebû. Rêber Apo ne îro, her dem aştî dixwestin û ji bo aştiyê bi biryar bû. Divê em jî li her derê li ser aştiyê biaxivin. Divê em hewcehiya me ya ji bo aştiyê ji her kesî re bêjin. Divê em xwesteka Rêber Ocalan a aştiyê ji bo xwe bikin armanc û li gor wê tevbigerin.”

Divê dewlet li gor gotinên xwe gav biavêje

Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan sozên dane pêk anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger di hiqûqa Tirkiyeyê de Kurd hebûna, ciwanên me 30 salan nediketin zindanan, qeyûm nediavêtin ser şaredariyên me. Gerîla dixwazin vegerin ser axa xwe û siyaseta demokratîk bikin. Ji bo ku careke din tu Kurd rastî bê edaletiyê neyê, divê Kurd di makezagonê de werin naskirin. Îro li ser maseyî ev yek tê axaftin, li ser maseyê aştiyê guherîna ji kokê ya bê edaletiyê tê axaftin. Dewlet gav navêje, dereng dimîne. Gelê me jî, em jî dipirsin hûn li benda çi ne. Sozên Rêber Apo dane hemû bi cih anîne. Divê gotin û sozên wan jî dane pêk werin. Li ser ew qas gavên girîng ên Rêber Ocalan mayîna wî ya zindanê û nediyarbûna rewşa wî em nikarin qebûl bikin. Divê ji bo azadiya Rêbertiyê qanûn werin detristin û pêvajo bi vî awayî berdewam bike.”

Banga mitîngên azadiyê kir

Çîgdem Kiliçgun Ûçar herî dawî qala girîngiya mitîngên 27-28ê hezîranê pêk were kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet ji bo gav avêtinê dereng dimîne û dema gav neyên avêtin li hember dewletê bêbaweriyek derdikeve holê. Ji bo ku em li dewletê gav bidin avêtin, em ê di 27 û 28ê hezîranê de li 4 bajaran mitîngan li dar bixin. Ev mitîng ji bo statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafên gelê Kurd e.”

Di civînan de welatiyan li hember gavneavêtina dewletê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku divê dewlet li hember gavên Tevgera Azadiyê avêtine êdî di avêtina gavan de lez bike.

Etîket: Abdullah OcalanCisîrcivîn gelHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçarpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

14 TEBAX 2026
‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

14 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne