Girtiya siyasî Mahbûbe Şebanî ku ji ber kesên di protestoyan de birîndar bû bi motorsîkleta xwe gihand navendên tenduristiyê dihate sûcdarkirin, bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) bi raporekê ragihand ku Mehbûbe Şebanî ya 33 salî ku di xwepêşandanên Çileya 2026an de hatibû binçavkirin, ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.
Hate destnîşankirin ku Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê Mehbûbe Şebanî bi tohmeta ‘endamtiya di grupên opozîsyonê de‘ ceza kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku di êvara 2yê Sibata 2026an de, Artêşa Pasdaran bi bikaranîna tundiyeke zêde Mehbûbe Şebanî li Meydana Azadiyê ya Meşhedê binçavkirin, dest danîn ser motorsîkleta wê û piştî demekê ew veguhastin Girtîgeha Vekîlabadê.
Mehbûbe Şebanî 1ê Îlona 2026an carek din hate darizandin û cardin şandin girtîgehê. Duh ji parêzerên wê re hate ragihandin ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û gihîştiye qonaxa fermî.













