• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

Amed / AW

1 ÇILE 2026 - 18:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çetîn Arkaş ku li Girtîgeha Îmraliyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mabû, têkildarî taloqkirina mitînga “Hêvî û azadiyê” wiha got: “Dibe ku mitînga me ji ber şert û mercên hewayî hatibe taloqkirin, lê em ê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car taloq nekin.”

Platforma Saziyên Demokratîk, plan kiribû ku di 4ê Çileyê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amedê mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Platforma Saziyên Demokratîk, têkildarî mijarê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê daxuyanî da û ragihand ku mitîng ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî hate taloqkirin.

Çetîn Arkaş ku li Zindana Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mabû û yek ji kesên ku da di mitîngê de biaxive bû têkildarî taloqkirina mitîngê peyamek weşand.

Rojeva Amedê û hemû Kurdistanê ev mitîng bû

Çetîn Arkaş bal kişand ser taloqkirina mitîngê û wiha got: “Me xebateke têr û tejî derbas kir. Em spasiyên xwe pêşkeşî her kesên ku di qadê de xebitîn û kedeke mezin dan, dikin. Ji heft salî heta heftê salî her kesê xwe tev li vê pêvajoyê kir. Rojeva Amedê û hemû Kurdistanê ev mitîng bû. Piştî demekî dirêj gel wisa bi kelecan bû û ev yek gelek erênî bû.”

‘Heke mitîng evqas ketibe rojeva gel ji xwe gihîştiye armanca xwe’

Çetîn Arkaş bandora barîna berfa zêde ya li bajarên bakurê Kurdistanê bi bîr xist û wiha domand: “Em dizanin gelê me da di hemû şert û mercan de ji bo azadiya Rêberê Apo biherike qadê. Ji vê yekê qet gumana me nîne. Lê divê me rewşa tenduristiyê ya gelê xwe û hatin û çûyîneke baş li ber çavan bigirta. Em dizanin dê di 4ê Çileyê de dilê me ji her demê bêhtir ji bo Rêber Apo lê bide. Di esasa xwe de me mitînga 4ê Çileyê bi sed hezaran pêk anî. Me xebateke gelek serkeftî meşand. Em bûn şahid ku jinan ji bo xebatên mitîngê hin civînên xwe taloq kirin. Heke mitîng evqas ketibe rojeva gel, jixwe gihiştiye armanca xwe. Ji ber wê yekê em wisa dihesibînin ku di 4ê Çileyê de bi milyonan kes ji bo azadiya Rêber Apo herikîne qadê.”

‘Em ê keda xwe bêtir birêxistin bikin’

Çetîn Arkaş got ku “Dibe ku mitînga me ji ber şert û mercên hewayî hatibe taloqkirin lê em ê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car taloq nekin” û ev tişt gotin: “Em di her firsendê de vê yekê daxwaz bikin û israr bikin. Em ê di vê mijarê de mîlîmekê jî bi paş ve gavê naavêjin. Di vê çarçoveyê de em spasiyên xwe pêşkeşî hemû hevalên ku li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo mitîngê amadekarî dikirin, ji bo ku werin Amedê bi kedeke mezin dixebitîn dikin. Keda wan vala neçû, kelecaneke mezin dane avakirin. Em vê yekê di nava gel de dibînin û hîs dikin. Di serî de Amedê ev kelecan belavî hemû Kurdistanê bû. Ev yek nîşan dide ku di gelek tiştan de bi ser ketine. Em ê bêtir serbikevin. Em ê di şert û mercên guncav de ji bo azadiya Rêber Apo mitîngan, civînan li dar bixin, çalakiyên cûr bi cûr pêk bînin. Em qet yeknesak nefikirin. Newroz nêz dibe, dê mijara bingehîn a Newrozê bibe ev. Heta Newrozê em ê çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin. Em dest ji vê israra xwe bernedin. Em ê bi heman biryardariyê bixebitin. Em ê keda xwe bêtir bi rêxistin bikin. Em ê dest ji cîhana civaka demokratîk û aştiyê bernedin. Em ê teqez vê pêk bînin. Heta ku pêk were em ê bi rê û rêbazên cuda bixebitin.”

Çetîn Arkaş di dawiya peyama xwe de bal kişand ser aşûta li navçeya Şaxê ya Wanê hatiye xwarê û di encama wê de jina bi navê Gulnaz Bîtîk ku di bin aşûtê de mabû û bi birîndarî hatibû derxistin, jiyana xwe ji dest da û daxwazên xwe yên sersaxiyê ji bo Gulnaz Bîtîk pêşkeş kirin.

Etîket: AmedAzadiÇetîn ArkaşMîtîngRêber apo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne