• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê hate veşartin

Dêrsim / AW

15 NÎSAN 2026 - 16:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Cenazeyê dayika Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiz li warê xwe li bajarê Dêrsimê hate veşartin.

Cenazeyê dayika yek ji qadroyên pêşeng ên PKKê Sakîne Cansizê, Zeynep Cansiz li bajarê xwe yê Dêrsimê hate veşartin. Cenazeyê Zeynep Cansiz li ser wesîyeta wê li goristana bajêr a ku gora Sakîne Cansiz lê bû hate veşartin. Beriya merasîma definkirinê, cenaze birin mala wê û riza jê hate xwestin.

Îro mêvanê Sakîne Cansiz e

Herî dawî ji bo Zeynep Cansiz li Cemxaneyê merasîm hate lidarxistin. Xwişka Zeynep Cansizê, Guneş Cansiz di merasîmê de axivî û wiha got: “Hevrêyên Sakîne û yên xwişka min li vir in, hûn bixêr hatin. Xwişka min çinara malbata me bû. Ez nabêjim dara çinara me ketiye, ji ber ku dara çinara me neketiye, ew hîn jî li ser pêyan e. Ew ji bo zarokên xwe tim li ser pêyan bû. Dayika min jinek hêja û dayikek bû. Xwişka min gelek îşkence dît. Lê, ew çû cem Sakîne. Oxir be dayika gel.”

‘Ev gul dê her tim vebin’

Piştre Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wê jî ev tiştan bi lêv kir, “Em hewl didin ku pêş de biçin. Em û heval Sakîne Cansiz, zarokên Zeynep Cansiz in. Heta ku em bijîn û wextê me hebe, em ne dev ji azadiyê û ne jî ji berxwedanê bernadin. Çiqas zilmê li me bikin jî, çiqas êrişî me bikin jî, em ê ne dev jê berdin û ne jî paşve gav bavêjin. Armanca me berxwedan û azadî ye. Heval Sakîne Cansiz ji me re pêşengî kir. Wê di têkoşîna azadiya Kurdan de pêşengî kir û pêşengiya ciwanên Kurd kir. Azadî dê her tim li ser zimanê me be û berxwedan jî dê her tim di fikrê me de be. Em li vir in, em naçin, em ê paşve gav neavêjin. Lê ev gul dê her tim li her derî vebin û qet neçilmisin.”

‘Dayê êşên mezin dît’

Aktivîsta TJAyê Gultan Kişanak jî got xwezî îro Sakîne Cansiz li vê derê bûya û ev yek anî ziman: “Xwezî heval Sakîne îro li vir û li gel me bûya. Ji ber vê yekê em hemû îro li vir in, wek heval û hogirên wê, em berpirsiyariya xwe hildigirin ser xwe. Em ê Dayika Zeynep bişînin rêwîtiya wê ya dawî mîna ku rêhevala me Sakîne jî bi me re be. Bila ew di nav aramiyê de, di nav ronahiyekê de, bi aramî razayî be. Jiyanek dijwar û bi rûmet jiya. Ji Komkujiya Dêrsimê bigire heta Zindana Amedê û ji wir bigire heta Komkujiya Parîsê wê ev êşên mezin bi rûmet hilgirt. Ji bo me ew her tim sembola bi rûmet, berxwedêr û azad e. Em gelek deyndarê Sakîne, Dayika Zeynep û hemû kesên ku me winda kirine ne. Em bîranîna wan bi rêzdarî bi bîr bînin û emê xwedî li nirxên wan jiyana xwe ji bo wan ji dest dan, derkevin. Em ê xwedî li axa xwe, zimanê xwe, li rêya xwe derkevin. Oxir be dayika Zeynep.”

Piştî axaftinan ji bo definkirinê, cenazeyê Zeynep Cansiz anîn gundikê Tatxal ê gundê Korkezê û li vir hate veşartin.

Etîket: Sakîne CansizZeynep Cansiz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KJK’yî hamleya “Nika Demê Cinîyan o” da destpêkerdene

KJKê ji bo malbata Zeynep Cansiz sersaxî xwest

14 NÎSAN 2026
KCK’yî Qazî Mihemed, Mahir Çayan û embazanê înan yad kerdî

KCKê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê weşand

14 NÎSAN 2026
Merasîma cenazeyê Zeynep Cansizê: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

Merasîma cenazeyê Zeynep Cansizê: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

13 NÎSAN 2026
Tedawîya Zeynep Cansiz dewam kena

Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

13 NÎSAN 2026
Zeynep Cansiz hate entubekirin

Zeynep Cansiz hate entubekirin

11 NÎSAN 2026
Maya Sakîne Cansize vizêrî wazneya ra nêweşxaneyî

Tedawiya Zeynep Cansiz didome

8 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne