• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e

Navenda Nûçeyan / AW

19 KANÛN 2024 - 10:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Aktîvîsta TJAyê û siyasetmedar Çaglar Demîrel, li ser armanca Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê nirxandin kir û wiha got: “Armanca meşê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêşa aştî û demokratîk e. Ji bo vê yekê jî divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Çareseriya aştiyane û demokratik, bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e.”

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” bi dirûşma “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” di 16ê Kanûnê de li Amedê dest bi meşê kirin. Karwanê meşê ewil çûn Riha, piştre derbasî Dîlokê bûn û ji Dîlokê dê îro derbasî Edeneyê bibin. Karwan dê meşa xwe piştî gera li Edeneyê li Enqereyê bi dawî bikin.

Meşvan li Riha û Dîlokê bi girseyî û bi coş hatin pêşwazîkirin. Meşvanan der heqê armanca meşê û pêkanîna çareseriyê de li taxan û bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan û niqaş kirin. Meşvan di civînan de balê dikişînin ser êrişên li ser Rojava û banga xwedî derketina li Rojava dikin.

Ji bo çareseriya demokratîk û azadiyê dimeşin

Der barê armanca meşê de Aktîvîsta TJAyê û siyasetmedar Çaglar Demîrel nirxandin kir. Çaglar Demîrel ewil bal kişand ser armanca meşê û wiha got: “Me bi armanca Çareseriya Demokratîk û Azatdiyê ji Amedê dest bi meşê kir. Berê jî me bi heman armancê di Sibatê de dest bi meşê kiribû. Me vê carê ji Amedê dest bi meşê kir. Em piştre hatin Riha û Dîlokê. Em ji vir jî diçin Edene, Mêrsîn û piştre jî diçin Enqereyê. Em dixwazin li Enqereyê pirsgirêkan bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bikin. Di 14ê Kanûnê de li Stenbolê jî gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend û parazvanên mafên mirovan kom bûn û bi heman armancê daxuyanî dan ku bimeşin Enqereyê. Ew jî bi armanca aştî, demokrasî û azadiya gelan dimeşin Enqereyê.

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan dimeşin

Çaglar Demîrel, anî ziman ku ji bo li Tirkiyeyê aştî, demokrasî pêk bê jî divê berî her tiştî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û wiha got: “Niha li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdek pir giran heye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, hevdîtin bên kirin û Rêberê Gelê Kurd azad bibe em dimeşin. Tirkiye îro zagonên xwe jî binpê dike. Li aliyekî li meclisê destê xwe dirêjî nûnerên Kurdan dikin û dibêjin bila hevditin pêk bê, li aliyê din tecrîd didome. Bi salan e em gelê Kurd tînin ziman. Em dibêjin muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e. Yê pirsgirêka Kurd û hemû Rojhilata Navîn çareser bike Birêz Ocalan e. Herî dawî dema Omer Ocalan li ser navê malbatê çû hevdîtinê, wê demê dîsa Birêz Ocalan got ‘Ez dikarim pirsgirêkê çareser bikim. Lê tecrîd didome’ Ji bo wê jî divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe.”

Rojava ji bo cîhanê mînak e

Siyasetmedar Çaglar Demîrel, destnîşan kir ku yek ji armanca din a meşê jî bidawîkirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye. Ev şer gihiştiye Sûriyeyê. Komên çeteyên DAIŞê berê êrîşî Rojava kirin. Lê gelê Rojava bi berxwedana xwe DAIŞ şikand. Îro Rojava bi pergala xwe mînakek çareseriyê ava kiriye. Pergala rêveberiyê ya Rojava ji bo Rojhilata Navîn û Cîhanê bûye mînak. Bi pergala ku jin pêşengiyê dike bûye mînak. Ji ber vê yekê divê Rojava bê parastin û statuya Rojava bê naskirin. Bi vê armancê em dixwazin êrîşên li ser Rojava bi dawî bibe û statuyawê bê naskirin. Îro şerê li Rojhilata Navîn pêş dikeve bi destê netew dewletan û bi destê pergala Modernîteya Kapîlatîst tê meşandin. Lê Rojava di nava xwe de rêveberiyek demokratîk, komînal, aştiyane, azadiya jinê ava kiriye. Vîna jinê esas digirin.”

Pirsgirêk bi şer û tecrîdê çareser nabe

Aktîvîsta TJAyê û siyasetmedar Çaglar Demîrel xwest gelê Rojava muxatab bê girtin û dewletên cîhanê bi gelê Rojava re li ser masê rûnên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bang li Tirkiye û dewletên cîhanê dikin. Em dibêjin êrîşî Rojava nekin. Em dibêjin DAIŞ bi têkoşîna gelê Rojava şikest. Em dibêjin pirsgirêka sereke ku bê çareserkirin, pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd, bi şer û tecrîdê çareser nabe. Bi rakirina tecrîdê, azadiya Birêz Ocalan, diyalog, naskirina statuya gelê kurd û rêyên demokratîk tên çareserkirin. Em dixwazin vîna gelê Kurd bê qebûlkirin. Ev bi demokrasiyê pêk tê. Lê li Tirkiyeyê demokrasî tune. Îro her tişt hatiye qedexe kirin.”

Gel bi coş meşvanan pêşwazî dike

Çaglar Demîrel herî dawî çavdêriyên xwe yên li ser meşê jî parve kir û ev agahî dan: “Li Riha û Dîlokê jî gel pir germ meşvan pêşwazî kir. Me li Riha û Dîlokê di bin dorpêçê de daxuyanî da. Tevî dorpêçê me dîsa govend girt. Me stran gotin û me armanca meşê anî ziman. Gel em pir germ pêşwazî kir. Piştî daxuyaniyê me bi gel û saziyên civakî re civîn çêkir. Me li Pirsûs, Xelfetiyê û Bîrecîkê me civînên gel pêk anîn. Me bi sazî û rêxistinên sivîl re civîn pêk anîn. Em ê li Enqereyê meşa xwe bidawî bikin. Ji Stenbolê jî komek têne Enqereyê. Em ê li Enqereyê bigêjin hev û em ê li Meclisê dîsa daxwaz û armanca xwe ya meşêbînin ziman. Em ê li Enqereyê jî tevî koma Tirkyeyê biçin bi saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk re hevdîtinan bikin û armanca xwe bînin ziman. Em ê li Meclisê daxwaz û armanca meşê bînin ziman.”

Etîket: Abdullah OcalanÇaglar DemîrelKurdmesRojavatecrid
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne