• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Binê dêrê kirine gora komî: Tije kilox û hestî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan / AW

6 NÎSAN 2025 - 10:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li gundê Arbo yê Suryanan ku bi ser navçeya Nisêbînê ve ye stargehek hate dîtin û di stargehê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin.

Di tevahiya dîrokê de li dijî gelên qedîm ên erdnîgariya Kurdistanê Kurd, Ermen û Suryanan gelek caran komkujî hatin kirin. Asurên li Mezopotamyayê dijiyan, di navbera salên 1914-1920î de ji hêla Dewleta Osmanî ve bi darê zorê hatin koçberkirin û qetilkirin. Li gorî texmînan, di navbera 270 hezar heta 300 hezar Suryan ji hêla leşkerên Osmanî ve hatin qetilkirin. Di Komkujiya Ermenan a di heman salan de hate kirin jî sed hezaran kes hatin qetilkirin. Piştî avakirina komarê jî îcar komkujiyên li dijî Kurdan dest pê kirin. Komkujiyên mîna Dêrsim û Zîlanê heta roja îro berdewam kirin.

Valakirin û wêrankirina gundan

Di serî de Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Amed di salên 90’î de li bajarên Kurdistanê nêzî 5 hezar gund bi hinceta “ewlehiyê” ji hêla dewletê ve bi darê zorê hatin valakirin û şewitandin. Zêdetirî 500 hezar kes jî neçar man ku koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Her wiha li van herêman 17 hezar û 500 kes bi cînayetên kiryarnediyar hatin qetilkirin. Gelek cînayetên ji hêla JÎTEM û hêzên tarî yên dewletê ve hatine kirin, nehatin ronîkirin. Hestiyên bi hezaran kesan di bîrên asîdê, gorên komî û di bin malên tê de hatibûn kuştin hatin veşartin.

Binê dêrê tije hestî ne

Li gorî nûçeya nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut û Dilgeş Ruvanas; Yek ji gundên komkujî lê hatibû kirin jî gundê Arbo yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ye ku dikeve quntarê Çiyayê Bagokê. Ji serdema Osmaniyan heta roja me ya îro, gund 3 caran hatiye valakirin û bi sedan kes hatine kuştin. Li gund 7 dêr hene û ya herî mezin jî Mor Dîmet e. Di stargeha di bin Dêra Mor Dîmetê de bi sedan kilox û hestiyên mirovan derketin holê. Heta niha destûr nehatibû dayin ku tu kes bikeve hundirê stargehê û dîmenan bikişîne. Cara ewil e ku Ajansa Mezopotamya (MA) xwe berda stargehê.

Ketina hundirê stargehê

Di bin dêrê de deriyeke hesin ê biçûk heye. Mirov ji vî deriyî têdikevin hundir. Bihurek bi qasî mîtroyekê fireh û biqasî mîtro û nîv jî bilind de. Welatî, ji vê bihureke derbasî stargehê dibin. Stargeh tarî ye û pir bi sehm ango xof e. Bi rêya lembeya telefonan stargeh hate ronîkirin. Bi ronîkirina stargehê re li her derê kilox û hestiyên mirovan tên dîtin. Stargeh derdora 4-5 mîtroyan e û li her çar aliyên wê beşên biçûk hene. Û di her beşekê de jî hestiyên mirovan ên li ser hev hatine kombûne hene.

Gelo ev ji dema Komkujiya Seyfo ye?

Nehat zanîn ka ev hestî yên kîjan demê ne û yên kê ne. Lê ev dîmenên bisehm, rastiya gelên herêmê bi sala ye pê re rû bi rû mayî radixe ber çavan. Xelkê herêmê dibêje ku welatiyên ji ber komkujiyê reviyayîn xwe spartine vê derê û li vir bi komî hatine qetilkirin. Tê diyarkirin ku piraniya hestiyan ên zarok û jinan e. Hin welatî dibêjin ku ev hestî yên kesên di Komkujiya Seyfoyê de hatine qetilkirin e. Heta niha jî li vê dêrê tu xebat, lêkolîn û lêpirsîn nehatine kirin. Welatiyên gund ên Suryan jî ji ber tirsa komkujî û koçberkirinê naxwazin kesek bizane, bibihîse û bibîne.

Gund sê caran hatiye valakirin

Beriya Komkujiya Seyfoyê ya di navbera salên 1914-1920ê de, li gund nêzî 900 xanî hebûn. Lê belê piştî komkujiyê gund hate valakirin û xelkê gund jî hate koçberkirin. Di demên piştre de jî heman bûyer qewimîn. Gundê Arboyê herî dawî di salên 1990î de bi hinceta “ewlehiyê” 3 caran hate valakirin. Her cara hate valakirin jî zirareke mezin gihişt dêrên gund. Gund, heta sala 2001ê jî vala ma. Suryanên koçî welatên Ewropayê kiribûn, piştî sala 2001ê gund jinûve ava kirin. Bi demê re 20 xanî hatin avakirin.

Etîket: gora komî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di goreke komî ya li Naqqarînê de 270 cenaze derketin

Di goreke komî ya li Naqqarînê de 270 cenaze derketin

30 ADAR 2026
Li başûrê Kurdistanê gorek komî hate dîtin

Li başûrê Kurdistanê gorek komî hate dîtin

7 TEBAX 2025
Li Derayê 50 cenaze di gorekê de hatin dîtin

Li Derayê 50 cenaze di gorekê de hatin dîtin

23 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne