• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Bila hemû gelên li herêmê di têkoşîneke hevpar de werin cem hev’

Amed/ AW

3 ADAR 2026 - 17:12
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî erişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Platformê diyar kir ku çareserî pergaleke demokratîk e ku gel karibin bi awayekî wekhev û azad bijîn û ev bang kir: “Em bang li hemû gelên herêmê dikin ku di têkoşîneke hevpar de werin cem hev.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî erişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê li avahiyê Şaxa Egîtîmsenê ya Hejmara 1an a Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Platforma Ked û Demokrasiyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyanî yê de pankarta “Ne Rejîmên Kujer û Yekperest Ne Jî Êrişên Metînger Bijî Vîna Jiyaneke Azad a Gelan” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî ji aliyê Hevseroka Şaxa Genel Îşê ya DÎSKê ya Hejmara 2yan a Amedê Sabahat Sever ve hate xwendin.

‘Polîtîkayên şer zirarê herî giran dide sivîlan’

Sabahat Sever ê anî ziman ku bi fikarî çavdêriya êrîşên Amerîkayê û Îsraîlê yên li dijî Îranê û rewşa şer a ku li Rojhilata Navîn kûr dibe, dikin û wiha got: “Em bi awayekî aşkere dijberiya xwe ya li dijî her destwerdaneke leşkerî ya ku dê gelên herêmê bikişîne nav wêrankariyeke mezintir, radigihînin. Bi salan e, Rojhilata Navîn bûye qada şerê destwerdanên emperyalîst, şerên wekaletê û têkoşînên hêzên herêmî. Polîtîkayên êrîşkar ên ku bi giranî ji aliyê Amerîkayê û Îsraîlê ve tên meşandin, ne aştiyê û ewlehiyê, lê belê xizanî, bêîstiqrarî û mirinê ji gelên herêmê re tînin. Lêbelê, helwesta me tenê bi dijberiya destwerdanên derve sînordar nîne. Em her wiha rejîma Mollayan a li Îranê red dikin, ku desthilatdariya xwe bi rêya polîtîkayên zordestî, komkujî û cudakariyê li dijî nasname û baweriyên cuda, bi taybetî li dijî gelê Kurd, diparêze. Sîstemeke rêveberiyê ku daxwazên demokratîk ên gelê xwe tepeser dike, bi tundiyê li dijî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê derdikeve. Polîtîkayên şer zirara herî giran dide sivîlan.”

‘Em ê li dijî emperyalîzmê bisekinin’

Di berdewama axaftiana xwe de Sabahat Severê diyar kir ku ew weke Platforma Ked û Demokrasiyê, dizanin ku çareseriya rastîn û mayînde ya ji bo Rojhilata Navîn ne di destwerdanên emperyalîst de ye ne jî di polîtîkayên tepeserker ên rejîmên otorîter de ye û ev tişt gotin: “Çareserî sîstemeke demokratîk e ku tê de gel dikarin bi hev re di nav wekhevî û azadiyê de bijîn, ku tê de bawerî û nasname tên garantîkirin û mafên jinan û mafên mirovan tên naskirin. Çareserî di avakirina sîstemeke civakî de ye ku gel bikaribin di nav birêveçûneke wekhev, azad û demokratîk de bi hev re bijîn. Em bang li hemû gelên herêmê dikin ku ji bo aştiyê li dijî şer, dagirkerî û polîtîkayên zordestiyê di têkoşîneke hevpar de werin cemhev. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê li dijî emperyalîzm, mîlîtarîzm û otorîteriyê, û di parêzvaniya wekhevî, azadî û demokrasiyê de helwesta xwe bidomînin.”

Etîket: Platforma Ked û Demokrasiyê ya AmedêŞerê Amerîka-Îsraîlê û Îranêsivîlxeteriya şer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

30 HEZÎRAN 2026
Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

19 GULAN 2026
Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga tevlîbûna 1ê Gulanê

Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga tevlîbûna 1ê Gulanê

23 NÎSAN 2026
Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

7 NÎSAN 2026
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ber bi xeteriya êrişa nukleerî ve diçe

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ber bi xeteriya êrişa nukleerî ve diçe

22 ADAR 2026
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Îran qadên sivîl hedef digire

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Îran qadên sivîl hedef digire

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne